BI DÎMEN

Bi 10 pirs û bersivan vegotina rewşa li Şengalê

Bi rêya 10 pirs û bersivan, me hewl dan êrîşên li Şengalê di 2'ê Adarê de li dijî civaka Êzidî hatin destpêkirin, vebêjin.

Li Şengalê çi qewimî, şer çawa dest pê kir?

Bi qasî 500 çekdarên ku navê 'pêşmergeyên rojava' li xwe dikin, roja 2'ê Adarê çûn bajarokê Xanesorê yê Şengalê û xwestin bikevin nava herêmên YBŞ'ê. Piştî ku YBŞ li dijî vê derket, ev kom li herêmê bi cih bû. Vê komê bi çekên giran û maşînên zirxî yên ji PDK'ê girtine, ketin çeperê û di sibeha 3'ê Adarê saet di 06:00 de êrîşî çeperên YBŞ'ê kirin. 5 şervanên YBŞ'ê di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. 2 gerîlayên HPG'ê yên xwestin bikevin navberê û pêşî li şer bigirin, ji aliyê vê komê ve hatin kuştin.

Xanesor li ku ye?

Xanesor bajarokekî Şengalê ye. Li ser sînorê Rojava ye. Şervanên YPG'ê di dema fermana 73'an de ewilî li vê derê dorpêçiya DAIŞ'ê şikandin û xwe gihandin çiyayê Şengalê. Di dema komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an de, korîdora ber bi Rojava ve hat vekirin, ji vir derbas dibe. Ji ber ku rê li Şengaliyan hatiye girtin û ji her alî ve hatine dorpêçkirin, di ser vê rêyê re ji Rojava pêdiviyên xwe tedarik dikin.

PDK'ê çima xwest bikeve vê derê?

Ev hêzên ser bi PDK'ê ve derbasî cihên DAIŞ lê ne, nabin (ku ev der hê nêzî wan e). Dixwazin sînorê Rojava bigirin. Ji xwe yên ku çûn wê derê ev yek bi rengekî vekirî eşkere kirin û gotin, 'Armanca me Rojava ye'. Bi awayekî zelal eşkere kirin ku armanca wan parastina Şengalê ji DAIŞ'ê nîne. Ev rewş tê wê wateyê, ku dixwazin Şengalê careke din dorpêç bikin û bixin nava lepên DAIŞ'ê.

'Pêşmergeyên rojava' kî ne?

Hin ji van ji Rojava reviyane û tevlî komên 'artêşa azad' bûne. Di nava van de kesên ku di sala 2012'an de ji Serêkaniya ser xetê êrîşî Serêkaniya bin xetê kirin, hene. Hin ji wan Sûniyên tund ên dijminê Êzidiyan, hin jî endamên îstîxbarata Tirk in. Ji van re hêzên Zomar tê gotin. Li gundê Eyn El Fîras ê ser bi Mûsilê tên perwerdekirin. Serokwezîrê berê yê Tirk Ahmet Davûtoglû bi xwe 2 sal berê kamp ziyaret kiribû û perwerdeya wan lêkolîn kiribû. Dîmen jî li vir e:

Lewma yên ku êrîşî Şengalê kirin, dixwazin planên AKP'ê yekser bixin meriyetê. Armanc ji vê ew e, sînorê navbera Şengalê û Rojava bigire. Her wiha piştî rizgarkirina Mûsilê, derî li Rojava bi temamî bigirin.

YBŞ/YJŞ kî ne?

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), ku bûn hedefa êrîşên hêzên PDK û AKP'ê, di sala 2014'an de ji aliyê gelê Şengalê ve hatin birêxistinkirin. Ev her du rêxistin, ji aliyê ciwanên Êzidî yên ji barbarên DAIŞ'ê rizgar bûn ve hatin avakirin. 5 endamên YBŞ'ê yên di êrîşê de hatin kuştin, zarokên gelê Şengalê ne. Malbatên van zarokan jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn kuştin. Derketina YBŞ/YJŞ'ê ji Şengalê wê bike ku Şengal bêparastin bimîne.

Piştî şer çi qewimî?

Şerê ku danê sibehê dest pê kir, danê nîvro qediya. Aliyê PDK'ê daxwaza agirbestê kir. Lê belê hê jî hêzên xwe li herêmê zêded ike. YBŞ'ê da xuyakirin, ku ew ê Şengalê biparêze. KCK'ê jî xwest, êrîşên li ser Şengalê derhal bên sekinandin. Di daxuyaniya ofîsa Mesûd Barzanî de jî hat gotin, 'kes nikare pêşî li liv û tevgera pêşmergeyan bigire' û bi vî rengî hat nîşandan, ku wê êrîş bidomin.

Li aliyê din, 5 ciwanên Şengalî yên endamên YBŞ'ê, ku di şer de hatin binçavkirin, hatin teşhîrkirin. Rayedarên PDK'ê civîneke çapemeniyê pêk anîn û ev ciwan di weşana zindî de teşhîr kirin. Neft TV (Rûdaw) ku weke razanxaneya MÎT'ê ya li Hewlêrê dixebite, ev ciwan di weşana zindî de teşhîr kir. Weşana 'Anadolû'dan Gorum' a TRT'ê ku bernameya JÎTEM'ê ya salên 1990'î bû, bi qasî vê weşana Rûdaw namerd û qelêş nebû. Rûdawê di mijara rezîlbûn û niyetxerabiyê de careke din a lê tê, kir. Di dema pêşkêşkirina vê weşanê de, xweparastina ciwanên Êzidî ji DAIŞ'ê weke 'tevlî karên qirêj bûne' hat nîşandan.

Rewş niha çi ye?

Rewşa aloz a li herêmê dewam dike. Ev hewldaneke demkî yan jî provokasyoneke kêliyekê nîne. Konsepteke ku dixwazin ji Şengalê heta Qamişloyê, ji wir jî heta Minbicê bixin meriyetê. Ev konsept li Enqereyê hatiye amadekirin û PDK jî ji bo vê yekê bi cih bîne wezîfe girtiye ser milê xwe. Armanca wan ew e ku Kurdên azad û gelên din bitepisînin û teslîm bigirin. Hikûmeta Tirk naxwaze Kurd li ti cihî bibe xwedî statu û vê daxwaza xwe jî venaşêre, bi rengekî vekirî nîşan dide. PDK ji ber ku li herêma Soran a Başûr û li Rojava marjînal bûye, bi hevkariya bi Enqereyê re dixwaze qada xwe ya serdestiyê heta Şengalê berfireh bike. Ji ber vê yekê wê alozî bidome û rîsk her tim zêde ye, ku şer derkeve.

Gelo divê gerîla ji Şengalê vekişe?

Mûrat Karayilan beriya niha bi demekê gotibû, 'Eger gelê Şengalê ewle bibe em ê karibin xwe vekişînin. Em bi PDK'ê re li ser vê daxivin'. Ji bo ewlekariya Şengalê ti gav nehatiye avêtin. Beşek ji pêşmergeyên ku PDK'ê şand ji herêmê re, ji xwe ew pêşmerge ne ku di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan. Lewma, eger ev pirs hê bêbersiv e: Eger PKK xwe ji Şengalê vekişîne, wê kî civaka Êzidî ji barbarên DAIŞ'ê yên ku bi 15 kîlometreyan dûrî wan e biparêze?

Ev şer şerê birakujiyê ye?

Fermandarê HPG'ê yê li herêmê Egîd Civyan jî eşkere kir. Hin ji kesên tevlî êrîşê bûn, bi Tirkî daxivin. Ji xwe piraniya wan bi maske ne. Piraniya endamên YBŞ'ê yên li wir erkdar in jî, mexdûrê komkujiyê ne. Hin ji wan, dayik û xwişkên wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin. Bêwijdanî û bêexlaqiyeke mezin e, ku mirov rabe zarokên Şengalê û mexdûrên komkujiyê, bi ev kesên tarî û bi maske yên li kampên AKP'ê hatine perwerdekirin mîna hev nîşan bidin û vê yekê jî weke 'şerê birakujiyê' bi nav bikin.

Divê çi bê kirin?

Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, mîna Tebaxa 2014'an divê her kes xwedî li civaka Êzidî derkevin û hurmetê nîşanî vîn û biryara wan bidin.