Bêyî ku dudilî be canê xwe ji bo Kurdistanê feda kir

Rewşen Hêvî ku piştî êrîşên dijmin ên di sala 2016’an de li ser Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, bêyî ku dudilî be canê xwe feda kir û di 6'ê Hezîrana 2022'yan de tevlî karwanê şehîdan bû.

Şerê di navbera Ahûra Mazda û Ehrîman de li Kurdistanê qet bi dawî nebû. Bihuşta Medanê veguheriye qada şer. Neviyên Ahûra jî şerê xwe yê li dijî zaliman didomînin.

Yek ji van lehengan jî Dîlan Aldan (Rewşen Hêvî) ye.

Dîlan Aldan ku di sala 1999'an de li paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bûye, heta pola 11'an dixwîne. Lê lêgerîn û armanca wê ne ew e ku dibistan biqedîne û di ofîsa hikûmetê de bixebite. Ew bersiva lêgerîna xwe tenê di meşên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin de dît. Dîlan Aldan ku wê demê dest bi jiyîna hestên cuda kir, rastiyê dibîne û li dû pirsa “Em Kurd in lê çima em nikarin bi zimanê xwe biaxivin, çima neçar in ku wek miletekî din bijîn, çima ev şer tê meşandin."

Dîlan Aldan ji bo jiyanê rêya xwe zelal kir û sala 2016'an ji bo wê bû mîlad. Di wê salê de li Sûrê li dijî êrîşên dewleta Tirk 60 leheng bi awayekî fedaî li ber xwe didan. Dîlan Aldan a ku ji berxwedana xwerêveberiyê bi bandor bûye, bi biryardarî û bi ruhekî tijî hezkirina welat tevlî nava refên berxwedanê dibe. Dîlan Aldan a ji Licê ye, beriya ku tevlî Hêzên Taybet bibe navê Siyajîn li xwe dike. Gerîla Siyajîn piştî perwerdehiya xwe ya bingehîn di demeke kin de beşdarî xebat û çalakiyên stratejîk bû û bi salan di xebatên rêxistinî de cih girt.

HER KÊLIYA JIYANÊ YA KU LI ÇIYÊ DERBAS KIRIYE BI NIRXE

Gerîla Siyajîn bi vê bawerî û îradeya xwe hemû xweşî û zehmetiyên jiyanê hembêz dike. Her kêliya jiyana wê ya li çiyayan ji bo wê bi nirx bû. Gerîla Siyajîn ku bi nasîna jiyana gerîla û xwezaya Kurdistanê bi hêztir dibe, erkên ku jê re hatiye dayîn bi serkeftî bi cih tîne. Di sala 2018’an de li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Rojîn Gewda perwerde dît. Û dixwaze di têkoşîna gel a şoreşgerî de bibe gerîlayek bi bandor. Di her kêliyê de ji bo azadiya jinê xwe feda kiriye û têdikoşe ku di şexsê xwe de nasnameya jina azad temsîl bike.

Siyajîn her tim bi taybetmendiyên xwe re şer dikir. Dixwaze bi felsefeya Apoyî xwe pêş bixe û bibe jineke zane. Gerîla Siyajîn ku dixwaze bibe milîtaneke weke bahozê û pergala Îmraliyê têk bibe, li hemberî lehengiya şehîdên Kurdistanê xwe têrker nabîne. Bi xwendina rapor û jiyana hevrêyên xwe yên fedaî tev li rêxistina Hêza Taybet (Hêzên Taybet) dibe. Ew xwe fedakirin weke rêgeza jiyana xwe diyar dike.

Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Yê di jiyana xwe de fedekar be, di şerê xwe de jî fedekar e” esas digire. Bi vê perspektîfê di sala 2021’an de berê xwe dide Amedê û piştî Siyajîn navê Rewşen Hêvî li xwe dike. Sala 2022’yan saleke ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê bênavber didomîne. Gerîla Rewşen ku li çiyayên azadiyê li dijî dijmin şer kir, bêyî ku dudilî be canê xwe feda kir. Gerîla Rewşen ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabêrê ya Şehîd Savaş Mereşê de cih girt, di 6’ê Hezîrana 2022’yan de di êrîşa hewayî ya dijmin de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdan bû.