Beşdarên komxebatê: Divê PKK ji lîsteyan derkeve

Li hemberî êrîşên dagirker ji bo diyarkirina helwesta hevpar komxebatek hate kirin. Beşdarên komxebatê ji bo ku PKK ji nav ‘lîsteya terorê’ derkeve bang li hêzên welatên rojava kirin.

Bi banga KNK’ê bi navê ‘Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk komxebata helwesta neteweyî’ konferanseke onlîne hate kirin. Nûnerên gelek partî û rêxistinan û rewşenbîr tevlî komxebatê bûn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku PKK ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe û hate xwestin ku divê PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê were derxistin’.

Di beşa duyemîn a komxebatê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser hêzên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bêdeng dimîne. Kartal diyar kir ku divê beriya ji DYE û welatên li rojava alîkarî ji gelê Kurd were xwestin û got “Heke rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedarên Kurd li hemberî vê êrîşê bêdeng bimînin wê dinya jî bêdeng bimîne. Divê em li dijî Kurdên bêdeng dengê xwe bilintir bikin. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê guneh e, şerm e. Divê em vê bêdengiyê şermezar bikin.”

Nûnerê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Baxtiyar Mûstafa jî bal kişand ser bêdengiya hin hêzên Başûrê Kurdistanê.

Nûnerê Partiya Pêşverû Hesen Cengo jî diyar kir ji bo şikandina êrîşên dagirker divê xebatên yekîtiya neteweyî were kirin û got “Gerîla û pêşmerge di eniya şer de her dem bi ser ketine lê di warê encamên siyasî yên vê serkeftinê de em kêm dimînin. Ji ber vê jî yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.”

Nûnera Tevgera Azadî Tara Hiseyn jî diyar kir ku ji bo bidawîkirina van êrîşan divê PKK ji ‘lîsteya terorê were derxistin’.

Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer jî diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku Kurdan wekî dijminê xwe dibîne, êrîşî destkeftiyên Kurdan dike û got “Divê yekîtiya me Kurdan pêk were.”

Wê komxebat piştî amadekirina pêşnûmaya encamnameyê bi dawî bibe.

Hin beşdarên konferansê ev tişt gotin;

Selîm Sadark: Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Ji bo rakirina tecrîdê jî divêm em bixebitin.

Rêkar Ehmed: Wisa xuyaye ku DYE û Ewropa piştgiriyê dide dewleta Tirk. Divê em jî lobiyeke xebatê bikin ku dewleta Tirk ne bi tenê PKK’ê hemû Kurdan dike hedef.

Mûhsîn Osman: Ehmedê Xanî 300 sal berê qala yekîtiya Kurdan kiribû lê hê jî me ev yekîtî pêk neaniye.

Azad Mûhammedzadegh: Di navenda êrîşên li ser Kurdistanê de hedefên mezin Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Bi van êrîşan re dixwazin gelê Kurd bitirsînin.

Mistefa Reşîd: Divê ji bo ku PKK lîsteya terorê were derxistin, em bixebitin.