'Li dijî êrîşa dagirker helwesta netewî girîng e'

Nûnerên partî û rêxistinên ku tevlî komxebata dijî êrîşên dewleta Tirk bûn diyar kirin helwesta netewî girîng e û gotin ,''gerîla tenê nehêlin.''

Konferansas onlîne ya bi banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku bi navê ''Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta netewî' pêk hatî, piştî peyama Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan bi axaftina nûnerên partî û rêxistinên domand. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê û Emerîkayê ji 200'î zêdetir kes tevlî konferansê bûne û ji bo ku êrîş bi dawî bibin gotin divê Kurd bibin xwedî helwesteke netewî.

Nûnerê Tevgera Goran Dilêr Evdilxalik li komxebatê axivî, diyar kir meseleya Kurd bi operasyon û êrîşan çareser nabe, her wiha bi bîr xist ji 2016'an û wir ve bi êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê 165 sivîl şehîd bûne.

Evdilxalik her wiha got divê meseleya bakurê Kurdistanê çareser bibe û got divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Nûnerê Komalayê Adel Elîasî jî di axaftina xwe de diyar kir li dijî dewleta Tirk divê helwesteke xurtir were nîşandan.

Nûnerê PYNK'ê (Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd) Salih Gedo ku partîya sîwanî ya 25 partiyên Rojavayê Kurdistanê, bal kişande ser giringiya helwesta Kurdistanî ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk, xwest ku PKK, PDK, YNK, Goran, hemû hêzên Kurd bibin xwedî helwesteke netewî û xwest ku DYE û YE demildest tevbigere.

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind jî got, ''Li dijî van êrîşan bêdeng nemînin, ji ber ku hedefa van Êrîşan Başûrê Kurdistnaê ye.'' Bi berdewamî diyar kir ku êrîş ne tenê li ser PKK'ê, li ser tevahiya Kurdan e û divê Kurd bi stratejiyeke hevpar dijî êrîşan rabin.

Li ser navê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Hîwa Selîm jî got ji êrîşên Tirk armanc ne tenê PKK ye, armanc dagirkirina Başûr e û xwest ku Kurd bi helwesteke netewî rabin.

Nûnerê Tevgera Kawa Huseyîn Erkan jî xwest ku hemû hêzên Kurd destekê bidin berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirker ên Tİrk.

Nûnerê PJAK'ê Brahîm Alîpour jî  diyar kir ev şerê ku tê kirin ne tenê şerê dijî gerîla şerê dijî Kurdan û got, ''Çapemeniya cîhanê jî vî şerî weke şerê dewleta Tirk ê dijî Kurd dibîne.''

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî got hedefa êrîşa n ne tenê PKK'ê ye û got, ''Li dijî siyaseta îmha û înkarê divê em hêzên xwe bikin yek.''

Serokê Otonomiya Netewî-Çandî ya Federal a Kurd Ferhat Patîyev jî got Kurdên Rûsyayê bi fikar li geşedanên li herêmê dinerin û got, dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne.

Her wiha ji nivîskar û rewşenbîran Dr. Çiya Abbas, Kadir Amaç, Faruk Henna Eto (Rûspiyê Sûryanan),  Suad Hesso (Nûnerê Êzîdiyên Rojava), Sidik Hessen, Fawzo Abdi, Hazhar Kakayî, Sitera Xûremî, Dr. Kurmanc Gundi  ku tevlî konferansê bûn jî xwestin ku Kurd bi siyaseteke netewî rabin.