Berxwedêrên xwerêveberiyê yên Cizîrê di salvegera 5'an de hatin bîranîn

Berxwedêrên xwerêveberiyê yên Cizîrê di salvegera 5'an a berxwedanê de li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin bîranîn.

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên berxwedana Cizîrê hatin biranîn. Koma 26'an a greva birçîbûnê, bi wesîleya salvegera 5'an a berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel yên di berxwedana Cizîrê de şehîd ketin hatin bîranîn. Di şexsê wan de şehîdên şoreşa Kurdistanê hemû hate bîranîn.

Daxuyanî wiha ye:
“Di serî de li ser navê koma 26’an ya çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê, bi boneya 5.mîn salvegera şehadeta Hevserokê Meclîsa Gel ya Cizîrê Mehmet Tunc û Asya Yuksel, di şexsê wan de hemû şehîdên berxwedana xweseriya Demokratîk û bi giştî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîrtînîn û bejna xwe li ber wan ditewînîn.
Hevalên hêja;
Weke hûn jî dizanin îro rejîma faşîst, qirker û dijminê gelan AKP-MHP ku hema li ber ketinê ne, bi her awayî êrîşê gelê Kurd û hemû dengên azadîxwaz dike. Lê bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê li hemberî wan êrîşan, gelê Kurd û dostên wê li welat û derveyê welat di nava berxwedaniyek mezin de ne. Bi taybetî bi ragihandina pêngava “Bese ji dagirkerî û faşîzmê re” “Dem, dema azadiyê ye” ev berxwedanî gihîştiye astekî din.
Berxwedaniya bêhempa ya Rêber Apo a 21 salan ya li Îmraliyê, destanên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di şexsê Cenga Heftanînê de li çiyayên Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê afirandî, çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK li zindanan dayî destpêkirin, her wiha berxwedana gelê Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, çokên faşîstan lerizandiye û moral û hêviyek mezin ji bo gelên din ên azadîxwaz avakiriye.
Em wek Koma 26’an a çalakiya greva birçîbûnê ya wargeha Mexmûrê, her dengê ku li hemberî rejîma faşîst û qirker yê AKP-MHP’ê bilind dibe bi nirx dibînin. Weke tê zanîn li zanîngeha Bogazîçî’yê xwendevanan li hemberî siyasetên zordar û qeyûm ên rejîma faşîst û dîktator ê Erdogan û Bahçelî rabûn û tevî hemû êrîşan li berxwe dan û didin. Em vê berxwedaniya wan silav dikin û dibêjin ku bi bilindkirina berxwedanê re emê hemû gelên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji faşîzma Erdogan û Bahçelî yên ku bûne bela serê mirovahiyê rizgar bikin.
Hevalên hêja;
Zilm û tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hemû gelên bindest tê kirin nayê qebûlkirin. Em îro di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” de ji bo şkandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ne. Bi vê minasebetê em berxwedana greva birsîbûnê ya hevalên me yên li girtîgehên Bakur û Tirkiyê û ya hevalên me yê Yewnanîstanê silav dikîn. “Bi bilindkirina berxwedanê re, emê bi Rêberê xwe re azad bijîn” berxwedana gelê me silav dikîn û serkeftinê dixwazîn.
‘Bijî Serok APO’
‘Bijî berxwedana zindana’.”