Berxwedêrên rû li ken ên li Zagrosan

Ciwanên li van çiyan li ber xwe didin her tim li ken e. Gelo tevî ewqas zor û zehmetiyan çawa dibe ku rûyê wan her li ken e? Ji bo bersiva vê pirsê, balê dikişînin ser baweriya ji xwe û erdnîgariya xwe.

Navê Zagrosan bi têkoşîna gerîla re bûye yek. Ji bo şopandina rêveçûna şer û têkoşîna li Zagrosan em bi rê ketin. Di rê de de em qiyame bûn û di rêyên zor û zehmet de meşiyan. Em ji gerîla hîn dibin, ku her yek ji van rêyan xwedî çîrokekê û lehengan e. Zagros ne cihekî welêt ye ku bi gotinên xemilanî bê vegotin.

Piştî rêwîtiya me ya ji çend rojan, em gihîştin Avaşînê ku dilê Zagrosan e. Dema ku me xwe gihand ava wê, ku hemû reng û bedewiya xwezayê di nava xwe de vehewandiye, me dît ku bi xumxumî û bi rengekî asî diherike. Zagros ên ku timî ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombekirin, hînî vê rewşê bûye. Em li cihekî nêzî Avaşînê bi cih bûn.

Bi xeyala ku em ê sibehê bi xwezaya bedew û dengê çûkên Zagrosan hişyar bibin em bi xew ve çûn. Lê li şûna vê xeyalê em danê sibehê bi obusan û bombeyên xarik hişyar bûn. Li gorî gotinên gerîla, ber destê sibehê li hemberî artêşa Tirk a li Girê Ronahî çalakî hatiye kirin û ji ber vê yekê leşker hema ji ber xwe ve bombeyan li derdora xwe dibarînin.

MÊVANDARÊ ME GOOGLE ŞOREŞ E

Şoreş gerîlayekî ciwan e, lê bi kemilîbûneke mezin qalê dike. Şoreş di heman demê de ji bo rêbertiyê ji me re bike hatiye wezîfedarkirin. Herêmê bi temamî xweş dinase. Şoreş di nava gerîla de weke 'Google Şoreş' tê naskirin. Gerîla Şoreş ne tenê herêmê xweş nas dike, her wiha bi ezmûn û daneheviya xwe ya xurt tê nasîn. Ji xwe di sohbeta destpêkê de mirov bi vê rastiya wî dihesin.

LI DORA ÇAYDANÊ REŞ Ê LI SER ÊGIR

Zagros bi heybet e, lê dijwar e. Têkoşîn û baweriya ji hev divê. Gerîla êdî hînî zor û zehmetiyê bûye. Destnîşan dike ku di dema rêwîtiyê de bêhnvedana vexwarina çay a li dora Çaydanê Reş ê li ser êgir, ji vexwarina çayê wêdetir wateyeke xwe heye. Li wê derê sohbeteke kûr dest pê dike û gotin gotinê vedike. Car carna li ber stran tê gotin.

Her carê me hewl da çiyayên asî û bi heybet ên Zagrosan ku serê wan digihêje asîmanan, 
bikişînin. Zagros ne tenê lehengî dîtine, her wiha barbarî, hilweşandin û texrîbat jî dîtiye. Li her qada ku em diçin wê derê, mirov dikarin şopa vê bibînin. Li gelek gund, bajarok û dêran tenê bermayin mane.

ŞER LI ZAGROSAN NAQEDE

Weke ku tê zanîn, ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve artêşa Tirk bi êrîşên balafirên şer ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re li hemberî hemû qadên gerîla dest bi êrîşeke berfireh kiriye. Di têkoşîna gerîla de cihê Zagrosan cuda ye. Derbên herî giran li vê herêmê li hêzên Tirk tên xistin. Artêşa Tirk newêre bikeve van çiyayê asî. Di van rojan de, ku meheke din a biharê diqede, liv û tevgera li Zagrosan di asta herî bilind de ye. Çalakiyên gerîla yên bi biharê re li herêmê dikin, bê navber dewam dikin. Herî dawî li qada Xapûşkê ya li herêma Gerdiya, di 12'ê Gulanê de çalakî hate kirin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

TERORA LI GUNDIYAN TÊ KIRIN

Artêşa Tirk, piştî ku dît hemû planên xwe yên li hemberî gerîlayên Kurdistanê têk çûn serî li rêbazeke cuda da. Timî bombeyên xarik li gund, gundik û bexçeyan dibarîne. Gel piştî Tîrmeha 2014'an nikare bikevin nava gundên xwe. Ji xwe ji sala 2016'an û vir ve PDK zextê li gel dike. Ji gel dixwaze ku herêmê biterikîne.

RÛYÊ BERXWEDÊRAN HER LI KEN E

Ciwanên li van çiyayan li ber xwe didin, rûyê wan her li ken e. Gelo tevî ewqas zor û zehmetiyan çawa dibe ku rûyê wan her li ken e? Ji bo bersiva vê pirsê, balê dikişînin ser baweriya ji xwe û erdnîgariya xwe. Li kendalên bilind ên Zagrosan, em ê gerîlayên ku ji têkoşîn, hêvî û baweriya xwe ya bi serketinê ti carî tawîzê nadin û çalakiyên wan bişopînin.