Berxwedêrê Kelarê: Herêm Mehmûd

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir, li girtîgehan, Ewropa û çar aliyên Kurdistanê belav bû. Li Kelarê, Herêm Mehmûd 24'ê Sibatê eşkere kir ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dike.

Yek ji deverên sereke ku grevên birçîbûnê lê belav bûn, Başûrê Kurdistanê ye. Li Hewlêr, Mexmûr û Silêmaniyeyê grevên birçîbûnê didomin. Nasir Yagiz ji 21'ê Mijdara 2018'an ve li Hewlêrê, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Îştarê Fadîle Tok li Mexmûrê û Herêm Mehmûd jî li Kelarê ji 24'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

HERÊM MEHMÛD KÎ YE?

Herêm Mehmûd Ezîz... Sala 1984'an li navçeya Kelarê ya herêma Germiyanê ji dayik bû. Sê bira û du xwişkên wî hene. Dema ku ji dayik bû, li qada berxwedanê ya pêşmergeyên YNK'ê li Germiyanê di navbera pêşmergeyan û rejîma Baas a Iraqê de şerekî giran diqewimî. Mala wan yek ji navendên pêşmergeyan bû ku li dijî rejîma Baas têdikoşiyan. Dema ku ji dayik bû, navê pêşmergeyekî leheng ê wê demê, navê Herêm lê hate kirin.

Herêm ji ber navê xwe li dibistanên rejîmê gelekî zor û zehmetî kişand, lê xwendina xwe bi biryardarî domand. Li Fakulteya Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Selahaddînê xwend û piştî ku xwendina xwe temam kir, sala 2009'an zewicî. Sê zarokên wî hene.

Di dema perwerdeyê de jî karên xwe yên siyasî domand. Ji ber ku partiyên li Başûr baş nas dike, hewl da partiyên nû yên ku bi armanca Kurd û Kurdistanê bi rê ketine, nas bike. Ji ber ku bavê wî piştî salên dûr û dirêj û kedeke mezin, sala 2004'an ji nava YNK'ê veqetiya. Tenê ji bo debara malbata xwe dest bi kar kir. Ev yek ji bo herêm jî bû pîvanek. Lewma hewldanên xwe yên ji bo naskirina, rêxistin, partî û tevgerên nû dewam kir.

Herêm Mehmûd tevî hevsera xwe li Hewlêrê ji xwe re malek ava kir û li wir bi cih bû. Li Hewlêrê bi Tevgera Goran re tevgera. 7 salan piştî ku li Hewlêrê ma, vegeriya cih û warê lê ji dayik bû, vegeriya Kelarê.

TEVGERA APOYÎ NAS KIR

Herêm Mehmûd navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, navê tevgera Apoyî berê bihîstibû. Piştî ku ji nava Tevgera Goran derket, hewl da tevgera Apoyî baştir nas bike. Dest bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi soranî hatine wergerandin kir. Gava ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Ocalan ji nêz ve nas kir, biryar da ku ev tevger ji bo Kurd û Kurdistanê ya herî baş e. Piştre biryar da, êdî bi vê tevgerê re ji bo Kurd û Kurdistanê têbikoşe.

Herêm Mehmûd ji bo tevgera Apoyî ji nêz ve nas bike, dixwaze tevlî perwerdeyê bibe. Bersiva erênî ji vê daxwaza wî re hat. Herêm Mehmûd anî ziman ku ew tevlî perwerdeya îdeolojîk û exlaqî bûye û got, "

"Piştî wê perwerdeyê, di mijara nêzîkatiya jiyanê, siyaset û exlaqê de nêrînên cuda û rasteqîn bi min re peyda bûn. Di wê perwerdeyê de hîn bûm ku divê mirov çawa nêzî jiyanê, pîvanên exlaqê, civakî û dîrokê bibin. Hîn bûm ku îdeolojiya Rêber Apo li ser civakê û exlaqê ava bûye."

'BI RÊYA ÇALAKIYA XWE ME SÎNOR JI HOLÊ RAKIR'

Herêm Mehmûd anî ziman, çalakiya wan a greva birçîbûnê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke nû nîne û grevên birçîbûnê yên demdirêj ên salên 1990 û 1991'ê bi bîr xist. Herêm dema ku wê demê grevên birçîbûnê hatin kirin, 7 salî bû. Tevî emrê xwe yê biçûk ji gel çalakgerên greva birçîbûnê nediçû. Tevî koma govend ku ew jî endamekî wê bû, timî diçû gel çalakgeran û moral dida wan. Herêm Mehmûd anî zima, çalakiya bi vê rêbazê li Başûrê Kurdistanê gelek caran pêk hat û got, "Weke ku tiştekî wiha qet li Başûr nebûye hinek nêzîkatî hene. Ev yek înkarkirina dîrokê ye. Dîrok bi înkarkirinê tine nabe. Vaye hinek ên mîna min wê derkeve û vê dîrokê nîşan bide."

Gelek gef li Herêm Mehmûd hatin xwarin ku dest ji çalakiya xwe berde. Malbata wî jî rojane zext lê kir. Lê belê di dawiya dawî de di serî de malbata wî her kes neçar man hurmetê nîşanî çalakiya wî bidin: "Bi rêya vê çalakiyê ku gelek kesan bêwate didît, me gelek karên mezin kir. Dewleta Tirk neçar ma biçe gel Rêber Apo. Ji vê jî wêdetir, bi rêya greva birçîbûnê ya xwişka Leyla li Amedê, Nasir li Hewlêrê, hevalên me yên li Strasbourgê û bi hezaran hevalên me yên li zindanan, me sînor ji holê rakirin. Yên ku ji ber çalakiyê zext li min dikirin, piştî ku encama wê dîtin, hurmet nîşanî min û hemû hevalên çalakgeran dan. Bi vekirî destekê nedin jî ji dil destekê didin. Ji ber ku dengê Germiyan û Kelarê gihîşt Amedê, dengê Amedê jî gihîşt Germiyan û Kelarê."

'HETA KU TECRÎD BI TEMAMÎ BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKÎ BIDOME'

Herêm Mehmûd dibêje, pêkhatina hevdîtina 2'ê Gulanê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û destnîşan dike, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê tevî hevalên xwe yên din çalakiya xwe bidomîne.