Berxwedêra bajêr, evîndara çiyê

Hatîce Hayme (Ulkem Amed Sila) ku bi gotina "Ez evîndara çiyayên Kurdistanê me" bi rê ket, bi stranên berxwedanê, bi destên xwe yên hinekirî çavên xwe li jiyanê girt.

Hatîce Hayme, di dema berxwedana Nisêbînê de, di êrîşa bi balafir û helîkopterên şer de şehîd bû. Cenazeyê wê mehekê li ber deriyê emniyetê hate hiştin û piştre li goristana bê kesan hate veşartin. Malbat çû Nisêbînê, xwîn da, piştî mehekê encama DNA eşkere bû û piştre cenazeyê xwe rakir. Dayik Şadiye Hayme got, "Cenazeyê keça min qet xera nebûbû, mîna ku nû hatibû veşartin" û wiha dewam kir: "Çawa ku min cenaze dît bi dengekî bilind min got, 'şehîd namirin'. Bêhna gulan ji çeka min dihat. Çi dibe bila bibe, em ne ji doza xwe, ne jî ji rêya zarokên xwe vedigerin."

Hatîce Hayme (Ulkem Amed Sila), li Amedê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

LI NISÊBÎNÊ TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛ

Hayme ji zarokatiya xwe ve tevlî hemû çalakiyên li Amedê bû. Dema 15 salî bû cihê xwe di nava xebatên ciwanan de girt. Di heman demê de xwendina xwe ya li dibistanê dewam kir. Bi demê re dît ku zext û zilma dewletê ya li ser malbatê sal bi sal zêde dibe. Ji ber zext û zordariyê, Îlona 2009'an berê xwe dide çiyê. Piştî 15 salan, kekê xwe li çiyê dibîne. Di demeke kin de xwe bi pêş dixîne û sala 2015'an ji bo bibe beşek ji berxwedana xwerêveberiyê a li Kurdistanê hate ragihandin, berê xwe dide Nisêbînê. li Nisêbînê dibe parçeyek ji berxwedan 134 rojan û bi rengekî dest hinekî şehîd dibe. Piştî sal û nîvekê ji goristana bê kesan tê derxistin û li cihê lê ji dayik bû, li kêleka hevrêyên xwe tê veşartin.

DAYIK HAYME: EVÎNDARA ÇIYÊ BÛ

Dayika Hatîce Hayme Şadiye Hayme qala keça xwe kir.

Dema ku em çûn mala lê ji dayik bû, wêneyên li dîwêr, wêneyên ferdên malbatê yên li girtîgehê bala me kişand. Piştî sohbeteke kin, dayik Hayme rahişt wêneyê keça xwe û got, "Em dikarin dest bi vegotina keça xwe bikin." Dema ku me kamera xwe vekir, li wêneyên li dîwêr nerî û got, "Ji destpêkê ve em welatparêzin. Keça min Hatîce jî li malbateke bi vî rengî mezin bû. Zarokeke ku ewqasî zilm dîtiye, bêguman wê berê xwe bide çiyayên azad." Dayik Hayme got, "Keça min evîndara çiyayên Kurdistanê bû" û diyar kir, ku keça wê heta qedandina lîseyê cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û wiha dewam kir:

BAJAR JÊ RE TENG BÛ

"Timî digot, 'Ez evîndara çiyê me, bajar ji bo min teng e'. Keça min evîndara doza xwe û çiyê bû. Wêneyên çiyayên Kurdistanê dida ser hev. Carekê hewl da biçe, lê belê ji ber ku kekê wê li nava refên gerîla bû, tevlîbûna wê qebûl nekirin. Bi gilî li malê vegeriya û ji odeyê derneket. Di çalakiyekê de li jinan, zarokan, extiyaran dixistin. Hatîce gelekî bi hêrs bû bû. Dengê xwe li polîsan bilind kir, dema ku polîsan jî bersiv dan wê, bi hêrs bû. Hatin û hewl dan li Hatîce bixin. Min xwe da pêşiyê. Ciwanek li wê derê hat, bi destê Hatîce girt û beziya. Gelê li wir Hatîce xiste nava xwe û ew parast. Eger polîsan xwe bigihanda Hatîce wê ew bikuşta."

'EM Ê JI RÊYA ZAROKÊN XWE VENEGERIN'

Dayik Hayme anî ziman, ku haya wê jê tine bû ku piştî ragihandin xwerêveberiyê keça wê hatiye Nisêbînê û diyar kir, di êrîşa bi balafir û helîkopterên şer de keça wê şehîd bû û mehekê li ber deriyê emniyetê hate hiştin.

Dayik Hayme diyar kir, keça wê piştî mehekê li goristana bê kesan hate veşartin û wiha dewam kir: "Em yekser çûn Nisêbînê, me xwîna xwe da. Piştî mehekê encam DNA hat. Em jî çûn me cenazeyê xwe rakir. Cenazeyê keça min qet xera nebû bû. Mîna ku nû hatibû veşartin. Gotineke 'şehîd namirin' heye, bi rastî jî welê bû. Çawa ku min cenaze dît bi dengekî bilind min got, 'şehîd namirin'. Bêhna gulan ji çeka min dihat. Çi dibe bila bibe, em ne ji doza xwe, ne jî ji rêya zarokên xwe vedigerin."

NAMEYA WÊ YA PIŞTÎ TEVLÎBÛNÊ

Hatîce Hayme piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bû nameyek şand û wiha got:

"Beriya her tiştî ez rojna me bi hezkirin û rêzdariyeke mezin silav dikim, ku têkoşîna jiyanê ya ji bo şeref û rûmetê hînî me kir û çand û dîroka me ji nû ve zindî kir. Gotin têra vegotina van çiyayan nake. Bi her awayî efsûnî û bedew e. Li cihê herî bilind ê van çiyayan, bi hesret hestên xwe yên hezkirinê ji te re bi rê dikim. Ez li ber dengê ba nameyê dinivîsînim. Mirov dibin heyranê van çiyayên zindî...

Li ser vê axa ku mirovahî yekem car li vir jiya, girîng e têkoşîna azadiyê bê dayin û hişmendiya îdeolojîk bê xurtikrin. Bêguman ê ku bû sedem ku di vê doza pîroz de em bedewiyên destanî bijîn û hîn kir ku hevrêtî hezkirina ji axê ye, roja me ye. Ji bo dayina vî deynî em çi bikin kêm e. Di her biharê de nûbûn heye, ev biyar jî wê me bigihîne roja me. Berxwedan û hêza gelê me di vî warî de moralê dide me. Em pê xurt dibin ku gelek malbatên welatparêz mîna we, xwedî li rûmet û şerefa xwe derdikevin. Bi hêviya ku di paşeroja azad de em xwe bigihînin hev..."