Berxwedana Yagiz bi baweriya serketinê 110 roj in didome

Berxwedana Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 110'an de ye. Tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e Yagiz dibêje, serketin a wan e.

Greva birçîbûna ya endamê HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 110’î de dewam dike. Dîsa hemwext çalakiya grevê ya bêdawî û bidorveger jî bi koma 55’an jî didome.

Tevî rewşa xwe ya giran Nasir Yagiz ji bo me behsa çîroka berxwedana xwe ya 110 rojî ku hê didome kir.

‘HÊZA JINÊ CESARET DAYE MIN’

Yagiz di destpêkê de anî ziman ku ji bo bibe dengê qêrîna Leyal Guven ku pêşengtî ji pêvajo û şoreşeke nû re kir, dest bi grevê kiriye. Dîsa Yagiz diyar kir ku hêza jina Kurd wêrekî daye wî ku gaveke wiha bavêje û dest bi vê meş û maratona dirêj kir. Her wiha Yagiz bilêv kir ku roj bi roj zilm û zordariya hêzên dagirker a li ser jin, zarok û li çar aliyê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd kiriye ku ew gavekî wiha li gorî ruhê demê bavêj e.

Yagiz da xuyakirin ku pêvajoyeke dûr û dirêj hate borand in û di vê pêvajoyê de serdanên gel, dîsa serketinên şervanên YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hê zêdetir vîn û biryardariya wî xurtkiriye. Şoreşa Rojava bi destê jinê hate avakirin û bû şoreşeke pir-çandî.

GREV LI BAŞÛR BELAV DIBE

Bi çalakiya Yagiz re grevên birçîbûnê li Başûrê Kurdistanê jî deng da. Endazyar Herêm Mehmûd ji 24’ê Sibatê ve di greva bêdawî û bêdorveger de ye. Dîsa Şeyma Ednan 3’ê Adarê ji bo mehekê dest bi grevê kiriye. Berî vê jî 25'ê Sibatê şêwekar Cuma Kerîm, 26'ê Sibatê mamoste Serdar Melîhe dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kiribûn.

Yagiz bal kişand ser belavbûna grevên birçîbûnê, di kesayeta Herêm Mehmûd û Şeyma Ednan de anî ziman ku rastiya têkoşîna azadiya Kurdistanê hê zêdetir tê fêmkirin. Yagiz diyar kir ku ev biryardarî û xwedîderketina gelê Başûr tîne ziman û got: “Ev greva van hevrêyan bila bibe gavek ji bo şoreşa Başûrê Kurdistanê. Ji dil û can wan silav dikim.”

‘AZADIYA SEROKÊ XWE DIXWAZIN’

Nasir Yagiz diyar kir ku mîna roja yekê gotina Ocalan a dibêje; ‘Yê/a şer bike azad dibe, yê/a azad dibe bedew dibe, yê/a bedew dibe tê hezkirin’ weke sondeke jiyanê ji bo xwe dîtiye û ew bûye çavkaniya hêza têkoşînkirinê. Yagiz got daxwaza wan daxwazeke rewa ye û ya civakê ye û wiha axivî: “Em ne tenê dawîkirina tecrîdê, daxwaza azadiya Serokê xwe dikin. Bi vê armancê me dest bi çalakiyê kiriye.”

‘TI ASTENGÎ LI PÊŞIYA XEYALÊN MIN Ê…!’

Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got, her roja diçe ne tenê bendena min, bedena hemû hevrêyên min ên di vê meşa serketinê de ne dihele û wiha pêde çû: “Ti astengî nikare min ji xeyalên min ên ku bi azad Rêber Apo re bijî, vegerîne! Rast e, êdî nikarim rabin ser xwe, laşê min diêşe, lê serketin hêviyê dide min. Ji roja yekê heta niha coş û moralê min xurt e.

‘NIKARIM RAKEVIM’

Her roja diçe, bê taqetî, serêşî zêdetir dibe; dilê min diêşe, çavên min car tarî dibin û niha herî zêde serêşî û bêxewî zorê dide min. Di nava rojê de ez tinê dikarim 2-3 saetan rakevim. Dema radikevim jî heta saetên piştî nîvro ez nikarim rabim. Piştî ku şiyar dibim, bi qasî saetekê heta bedena min dikare xwe hinek li hev bigire. Ne bi hevkariya hevrêyên xwe be, ez nikarim rabim. Dikevin bin çengên min û ez hinek karim gavan bavêjim.”

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

ARMANCA XWE JI BO WAN VEDIBÊJE

Serdanên welatî û saziyan a ji bo çalakiya grevê jî bê navber didomin. Her wiha Nasir heta jê were dixwaze kesên tên serdanê pêşwazî bike. Yagiz da xuyakirin ku rojên destpêkê heta jê dihat her kesê bihata serdanê biçe wan pêşwazî bike û li gel wan sobhet bike. Lê niha dema kes tên serdanê, ku bikare bi alîkariya hevrêyên xwe tê wan dibîne û hewl dide tevî giraniya rewşa xwe jî li halê wan bipirse û hêviyên serketinê bi wan re parve bike.

‘BERDÊL NEYÊ DAYÎN AŞTÎ PÊK NAYÊ’

Nasir Yagiz diyar kir ku divê daxwazên wan ên şikandina tecrîdê di Newrozê de hê geştir bibin û wiha got: “Divê gelê me bi ruhê serhildêr ê Kawayê Hemdem ê li hember zilmê derket, dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin. Bi yekîtî û piştevaniyê dawiyê li vê zilmê bîne. Bi pêşengiya jin û ciwanên şoreşger li qadan bin. Divê em vê yekê baş bizanibin, bê berdêl ne azadî û ne jî aştî dibe. Heta berdêl neyê dayîn ne aştî û ne jî azadî pêk tê. Tecîrd bi dawî nabe. Ji bo vê ye divê em bikin ku Newrozê aştî pêk were, dawî li tecrîdê were. Hêviya me ya serketinê ji her demê zêdetir e. Ev bihar wê bihara me be û em ê bi vê biharê ser bikevin.”

Yagiz di roja 39'emîn a greva birçîbûnê de li ser armanc û çalakiya xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), CPT û Konseya Ewropa re name nivîsîbû.

Di 8’ê Adarê de Nasir di roja 108 ji Leyla Guven, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kîbriye Evren û Dersim Dag re name şand ku ew jî mîna wî di greva birçîbûnê de ne,şand.

SERDANÊN PARTÎ Û SAZIYAN

Di nava van 110 rojan de bi dehan sazî û rêxistinên civaka sivîl ên weke KNK, Goran, PYD, Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hîsbî Şîî, Bizavî Demokratîk û Gelê Kurdistan, Partiya Kumunîstî Kurdistan, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Hevserokê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Hîzbî Demokratî Îran, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriye, YNK, Partiya Parêzeran, Tevgera Azadî, dîsa Mamostayê Zanko Dr. Qasim Merzanî, Mamoste Idrîs Sadiq, nivîskar Kawa Nadir li gel bi dehan welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê serdana kirine.

Her wiha heta niha nêzî 450 kes ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiya birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiriye.