Berxwedana Sûrê: Cenazeyek hate dîtin

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyê kesekî hate dîtin, ku tê texmînkirin di dema berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Xebatkarekî şîrketekê yê nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya Welat re axivî û diyar kir ku li qada navbera Dêra Katolîk û Mescîda Hasirli, di kolandina 5'ê Sibatê de 'cenazeyekî ku li paçekî spî pêçandî' hate dîtin.

Xebatkarê şîrketê ragihand, polîsên ku hatin cihê bûyerê ew ji herêmê derxistin, qad dorpêç kirin û bang li tîmên Saziya Tipa Edlî kirin û piştî du saetan jî cenaze ji aliyê polîsan ve hate birin.

Tê texmînkirin ku cenaze yê kesekî di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin e. Berxwedana Sûrê 106 rojan dewam kiribû.

Karê ji bo tespîtkirina nasnameya kesê cenazeyê wî hate dîtin hîn nehatiye kirin. Lê belê tê texmînkirin ku cenazeyê Hakan Arslan ê ku 22'ê Çileya 2016'an jiyana xwe ji dest da, li Mizgefta Hasirli hatiye veşartin. Malbat pênc sal in li cenazeyê kurê xwe digere.

Ji bo cenaze peyda bike bi dehan caran malbatê li Amedê serî li saziyên pêwendîdar ran, lê serlêdana wan nehate qebûlkirin.