Berxwedana Nasir Yagiz 150’î roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Nasir Yagiz 150 roj li pey xwe hişt. Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî 3 meh li pey xwe hişt.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamnetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kirî, belavî çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bû.

Greva birçîbûna ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz 150’î roj li pey xwe hişt. Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe.

HEWLÊR

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roa 150’î de ji aliyê koma 75’emîn ve hate dewr girtin.

Li ser navê koma 75’an Narîn Ehmed di dema dewirgirtinê de axivî û got; “Tenê daxwaza me rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalane. Heta ku tecrîda li ser Ocalan bidawî nebe wê çalakiya me bidome. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û ji bo bidestxistina armancên gel têkoşînê bilind bike.”

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bidroveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a liWargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 125’an de bi koma 41’emîn didome.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ku 21’ê Çileyê destpê kiribû, 3 meh li pey xwe hişt.

Tevî pirsgirêkên tenduristiyê Tok çalakiya xwe bi biryardarî didomîne.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 127’an de ji bi koma 64’an didome.

Koma 64’an ji 4 welatiyan pêk tê ku welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 55 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Greva Gulebax Celal jî di roja 34'an de bi biryardarî didome.