Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 162'an de ye

Malbata Şenyaşar ji bo edaletê 162 roj in li ber xwe dide.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, nobeda xwe ya ji bo edaletiyê li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 162'an a çalakiyê de li ber edliyeyê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "Li pêşberî daxwaza edaletê ya dayikekê ku hevser û du kurên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, rayedar mîna heştirme tevdigerin, serê xwe dixin nava xîzê. Bi vê yekê hûn ê nikaribin ji berpirsyariyê, ji rastiyan birevin!"