Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin Nobeda Edaletê digire, bang li rayedaran kir ku 'xwedî wijdan û edalet bin'.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, zêdeyî saleke li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dikin.

Malbata Şenyaşar di roja 392'an de careke din hatin ber Edliyeya Rihayê.

Dayik û kurê wê du roj in li ber avahiya edliyeyê difitirin û di roja sêyemîn a meha Remezanê jî wê fitara xwe li ber avahiya edliyeyê bikin.

Li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar, navê Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatin destnîşankirin û ev peyam hate weşandin, "Îslam piştvanî ye. Remezan parvekirin e. Em ji ber qesra edaletê bang lir ayedaran dikin ku xwedî wijdan û edalet bin. Ya ku hûn dikin zilm e."