Berxwedana li Tepê Sor kete meha 4'an

Gerîlayên ku sê meh in li keleha Tepê Sor li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li hemberî stratejiya parastin-êrişê ya gerîla nikare encamê bigire û ew dikarin hîn bi salan li ber xwe bidin.

Êrişên li ser herêma Avaşînê ku di 23'ê Nîsanê dest pê kir, êrişên ji rêzê nebûn. Ev êriş dibe ku yek ji êrişên herî berfireh ên artêşa Tirk bû ku ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Yên herî zêde bi wateya dagirkeriyê zanin, ew mirov in ku bi salan e li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê canê xwe feda dikin. Herî zêde gerîla pê zane ku dagirkerî tê çi wateyê. Ji 23'ê Nîsanê ve êrişên herî giran ên li ser xak, çiya, av û darên Kurdistanê têne kirin li herêma Avaşînê ye.

Eger ev êriş ne ji rêzê be hingî berxwedana gerîla ya li dijî êrişan jî wê ne ji rêzê bûya. Dema ku dengê lingê dagirkeriyê destpêkê hate bihîstin gerîlayan digotin 'Ev berxwedan wê bêhempa be'. Vê berxwedana bêhempa ya li herêma Avaşînê 4 meh li pey xwe hişt. Berxwedana li qada Tepê Sor jî ku eniya herî pêş a şer e dikeve meha çaran.

TEPÊ SOR KELEH E

Artêşa Tirk ji 23'ê Nîsanê û pê ve ji Mamreşo dest pê kir û hewl da qadên dagirkirî berfireh bike. Piştî qadên Mamreşo, Mervanos, Aris Faris û Werxelê, di 15'ê Hezîrana 2021'ê de li rêzeçiyayên Girê Silêmaniyê û piştre jî li Tepê Sor liv û tevgera dijmin dewam kir. Bi vê tevgerê re li qada Basya ya Avaşînê dest bi êrişê kir. Armanca bingehîn a êrişa artêşa Tirk a li ser qada Basyayê Tepê Sor bû. Bi gotina gerîlayên avaşînê 'keleh' bû.

Artêşa Tirk meha Hezîranê dema ku hêzên xwe danî ser Girê Silêman şoq bûbû. Jê hebû ku ji ber şert û mercên hewayê gerîla nikare li wir bi cih bibe û gerîla li ser wî girî nîne. Bi vî rengî texmîn dikir ku dikare bi hêsanî wê derê dagir bike. Jê hebû ku ji bo şerê esasî yê li Tepê Sor wê karibe Girê Silêman weke baregehê bi kar bîne. Lê belê hesabê dijmin li hev derneket. Dema ku artêşa Tirk dest bi danîna leşkeran kir, gerîlayên li qadê li nava herêmê û tunelên şer ketin nava liv û tevgerê, bi mayinên berê bi cih kiribûn û bi çekên ferdî li dijmin xistin ku vê yekê dijmin şop kir. Piştî ku dijmin pê hesiya ku gerîla li vir e, berê xwe da armanca esasî. Li dû çend rojan li qada Tepê Sor liv û tevgera dijmin dest pê kir. Bi vî rengî wê berxwedana bêhempa ya gerîla jî dest pê kir û 3 meh li pey xwe hiştiye.

BI DEHAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Tepê Sor bi gotina gerîlayên li wê derê mîna kelehekê bû. Hem bilindahiya vî girî hem jî tunelên şer ên gerîla ku li gorî rêbaza dema nû ya şer hatine amadekirin, dibin sedem ku ji bo vê herêmê ev pênase bê kirin. Tevî ku girên li derdora Tepê Sor hemû ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin jî gerîla vê çeperê diparêze û mezin dike. Tenê ji bo xatirê keda gerîlayên li wan tunelên şer jî Tepê Sor wê bi rengekî mezin li ber xwe bida. Ji bo amdekirina wan tunelan gerîla bi salan xwê û xwîn dabûn.

Piştî ku operasyona dagirkeriyê dest pê kir gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Tepê Sor li dijî artêşa Tirk bi dehan çalakî li dar xistin. Rê û rêbazên gerîlatiya serdema nû bêqisûr bi cih anîn û hem li nava tunelên şer hem jî li derveyî tunelan dest li artêşa Tirk werdan, derb lê xistin. Berxwedana gerîla li vê derê gihîşt asta herî bilind.

LI VIR ASÊ MAN

Artêşa Tirk ji meha Hezîranê û vir ve li qada Tepê Sor her roj bi gazên kîmyewî û bi jehr êriş dike. Bi werîsan teqemeniyan berdidin nava zinarên ku tunel lê ne û bi vî rengî hewl didin encamê bi dest bixin. Artêşa Tirk tevî van hemûyan jî nikare encamê bi dest bixe. Çawa ku li Werxelê asê maye, li vê derê jî asê maye. Gerîlayên li keleha Tepê Sor li ber xwe didin rojane bi rêya cîhaza ragihandinê li ser têkçûna dijmin agahiyan didin, diyar dikin ku êrişên dijmin ên li ser tunelên şer bê encam dimînin û ew xwedî wê îradeyê ne ku bi salan dikarin li vê derê şer bikin.