Berxwedana li Mêrdînê: Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min!

Li Mêrdînê, li dijî darbeya qeyûm bi şev û roj berxwedan dewam dike.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Parlamenterên DEM Partiyê, endamên TJA, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min" hate hildan û girseya gel bi dirûşmên "Mêrdîn a me ye", "Qeyûm wê biçe, em ê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" heta ber avahiya şaredariyê meşiya.

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr li vir axivî û got, "Qeyûm dagirkerî ye. Mesele em nînin. Mesele ew e ku hûn nikarin Kurdan weke pariyekî nan bixwin." Devrîm Demîr destnîşan kir ku wê li qadan li ber xwe bidin û mafê xwe bi dest bixin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman êdî meseleyeke neteweyî ye û got, "Ji Rojhilata Navîn heta bi Kurdistanê bi milyonan mirov piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd. Ev têkoşîna me mafdar e, rewa ye. Pratîka we neheq e. Lewma hûn ê têk biçin. Gelê me li hemû bajaran li hemberî vê zilmê li ber xwe dide. Vê rewşê qebûl nake. Mesele Kurdistanî û welatparêzî ye. Lewma heta serketinê em ê li ber xwe bidin."

Bayindir diyar kir ku têkoşîna wan têkoşîna azadiyê ye û got, "Li pêşberî têkoşîna me hûn ê serê xwe bitewînin û têk biçin. Têkçûna we wê bi destê gelê Kurd be. Gelê me heta niha serî li ber zilmê netewand, wê ji niha û pê ve jî netewîne. Erdogan û Bahçelî wê têk biçin. Heta ku ev polîtîkaya we dewam bike wê gelê Kurd li qadan li ber xwe bide."