Berxwedana Leyla Guven di roja 164’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 164’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz jî di roja 151’an de didome.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 8'ê Mijdara 2018'an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê destpê kir, di roja 164'an li mala xwe didomîne.

Li aliyê din berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye di roja 151’an de bi biryardarî didome. Greva dorveger a li nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistan li Hewlêrê jî di roja 151’an de ye.

Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 125'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 126 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 50'emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 104 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 96, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 104 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 53 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 126’an de bi koma 41’emîn didome.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ku 21’ê Çileyê destpê kiribû, di roja 91’an de bi biyardarî diome.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 128’an de ji bi koma 64’an didome. Wê koma 65’an îro çalakiyê dewr bigre.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Greva Gulebax Celal jî di roja 35'an de bi biryardarî didome.