Berxwedana gerîlayan: 29 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 helîkopteran hate xistin -NÛ BÛ

Tîmên gerok ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şev û roj çalakiyan dikin. Di çalakiyên gerîlayan de 29 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker jî birîndar bûn. Derb li 3 helîkopteran hatiye xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir li Avaşîn û Zapê di çalakiyên gerîlayan de 29 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker jî birîndar bûn. Derb li 3 helîkopteran hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Hêzên me yên gerîla li Avaşîn û Zapê her der kirine qada berxwedanê û derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me tarza şerê gerîlatiya tîm xistiye dewrê, taktîka şerê gerîlatiyê ya bi koordîne û gelek taktîkên di nava hev de çalakî kirine. Hêzên me li qadên berxwedanê înisiyatîf û kontrolê xistine destê xwe û êrişî dagirkeran dikin.

Di van çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye û bi ruhê êrişa bilind çalakî hatiye kirin. Di van çalakiyan de 29 dagirker hatine cezakirin, 10 dagirker birîndar bûne, derb li 2 helîkopterên êrişê û li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin, droneyek jî hatiye xistin.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 22’ê Nîsanê de dagirker dema ku ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê hatine, tîmên me yên gerîlayên gerok dagirker xistine bin kontrolê. Di heman rojê de saet di 10.00’an de ji her çar aliyan ve li dagirkeran hatine xistin. Milê yekem bi bombeyên destan li dagirkeran dane, li vir 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Milê duyem bi çekên giran li dagirkeran dane, li vir hinek dagirker birîndar bûne û hinek dagirker jî ji ber panîkê li eraziyê belav bûne. Milê sêyem jî bi sûîkaste li dagirkeran dane û li vir 4 dagirker hatine cezakirin. Milê çaremîn ê çalakiyê jî li milê parastinê yê dagirkeran dane û dagirkerekî li ser çeka BKC ceza kirine. Di heman demê de li droneyekê hatiye xistin û dron ketiye.

Di vê çalakiyê de ya ku gelek taktîkên gerîlayan hatine bikaranîn 7 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û dronek jî îmha bûye. Cenazeyê dagirkerên li qadê hatine cezakirin heta saet 12.30’an di bin kontrola hêzên me de maye. Saet di 13.30’an de dagirkeran bi balefirên şer û helîkopterê qad bomberdûman kirine û bi helîkopterên leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Dagirkeran di 22’ê Nîsanê de saet ji 09.00’an heta saet 16.00’an de bi teqemenî û gazên jehrî êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwdanê ya Werxelê kirine. Saet di 16.30’an de jî Qada Berxwedanê ya Werxelê bi balefirên şer bomberdûman kiriye.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 22’ê Nîsanê de saet di 07.10’an de dagirkeran hewl dane ber bi qada Girê Şehîd Cûdîya Qada Berxwedanê ya Karkerê ve werin. Hêzên me li dagirkeran dane û dagirkerekî ku dedektor di destê wî de bû ceza kiriye. Dagirkeran saet di 10.40’an de dema ku xwestine cenazeyên xwe werbigirin dîsa li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Cenazeyê van dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ye û şerê di navbera hêzên me û dagirkeran didome.

Di 22’ê Nîsanê de saet di 10.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 22’ê Nîsanê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Girê Ortê dane û hejmara dagirkerên hatine cezakirin nehatiye zelalkirin.

Di 22’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran hewl dane nêzî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibin, hêzên me li wan dane û 4 dagirker hatine cezakirin. Di vê kêlîkê de dagirkeran hewl dane bi helîkopteran leşkeran deynin qadê û li vir jî 2 dagirker hatine cezakirin. Saet di 09.30’an de jî dagirker dema nêzî çeperên şer ên Şehîd Hewrê bûne li wan hatine xistin. Di vir de jî 3 dagirker hatine cezakirin û hêzên me çûne ser cenazeyên dagirkeran.Piştre dagirkeran dîsa êrişî hêzênme kirine û li vir li dagirkeran hate xistin. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûne. Li Qada Şehîd Şahîn a ku 12 dagirker lê hatine cezakirin û 6 dagirker birîndar bûne, dagirker qedemeyekê vekişiyane.

Di 22’ê Nîsanê de saet di 10.10’an de dagirkeran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ên li Qada Şehîd Şahîn bi helîkopteran birine. Saet di 14.00’an de jî bi sûîkastê li dagirkeran hatiye xistin û dagirkerek hate cezakirin. Saet di 14.10’an de bi taktîka sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin û 3 dagirker hatine cezakirin. Di hemwexta vê çalakiyê de hêzên me li komek dagirkerên din jî xistine û 2 dagirker ceza kirin. Saet di 15.30’an de jî li helîkopterên hewl didan leşkeran deynin ser çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a Qada Şehîd Şahîn hate xistin. Di vir de derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin û helîkopter neçar ma ku vekişe. Di heman demê de li Qada Şehîd Şahîn jî bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker birîndar bûn.

Saet di 15:30’an de bi piştgiriya helîkopterên êrîşê helîkopterên Skorsky ku dixwestin leşkerên mirî û birîndar ên li qadê rakin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û xistin. Helîkopter neçar man vekişin. Ji saet 16:30 heta saet 17:00’an dîsa dagirkeran bi helîkopteran hewl dan leşkerên xwe yên cezakirî û birîndar rakirine. Lê dîsa hêzên me mudaxele kirin û destûr nedan. Dagirkeran bi daketina li pişt Girê Şehîd Şahîn, leşkerên xwe yên ji aliyê hêzên me hatibûn cezakirin û birîndar rakirin.

22’ê Nîsanê saet 17:45’an de dagirkerên ku xwestin li Girê Rûbar bi cih bibin, bi çekên giran hedef hatin girtin û bi awayekî bi bandor darbe xwarin. Di heman demê de 1 dagirkerê ku bi taktîka sûîqestê hatibû gulebarankirin hat cezakirin. Helîkopterên êrîşê yên ku Girê Şehîd Kendal ê li herêma Berxwedanaê ya Girê Cûdî bombe kirin jî ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama van derbeyan de 2 helîkopterên êrîşê bi giranî hatin derbkirin. Saet di 22:40’an de Qada Berxwedana Girê Cûdî bi balafirên şer bomberdûman kir.

22’ê Nîsanê saet 17:55’an qada Sêdarê ya herêma Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

22’ê Nîsanê saet 09.00-10.30’an herêma Girê Hekkarî ya herêma Metîna ji qereqolên sînor bi obusan hatiye bombekirin. 23’ê Nîsanê saet 23:30’an de 2 caran saet di 05:30 de jî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

22’ê Nîsanê saet 23:20’an qada Şehîd Şerîf a herêma Xakurkê 2 caran bi balafirên şer bomberdûman kiriye.

23’ê Nîsanê saet 05:30-05:40’î Girê FM ji qereqolên sînor bi obusan hatiye bombekirin.”