Berxwedana gel û gerîla maskeya li ser rûyê PDK'ê anî xwarê

Dema ku mirov bala xwe bide ser pratîka salên dawî ya PDK'ê, dibîne ku bûne 'aşiqê dijminê xwe'. Lê belê berxwedana gel û gerîla ya li Başûr, maskeya li rûyê PDK'ê anî xwarê.

Gotinên pêşiyan ên civaka Kurd îro bêhtir bi wate dibin. Yek ji wan jî wiha heye: 'Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe'. Ev gotin ji bo wan noker û xayinan hatiye gotin ku xwe firotine dijmin. Mirov bala xwe bidin ser dîroka vê dawiyê jî dikarin bibînin ku ev gotin çiqasî di cih de ye.

Bi taybetî dema ku mirov bala xwe bidin ser pratîka salên dawî ya PDK'ê ya li Kurdistanê, dikarin rewşê bi van gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebêjin: "Kurd bûne aşiqê dijminê xwe." PDK yek ji wan partiyan e ku ev gotin li pratîka wan tê. Herî dawî li medya dîjîtal hin wêne hatin weşandin. Tê de tê dîtin ku hin pêşmergeyan dane pêşiya dagirkeran, rê ji wan re vedikin û rêya dagirkeran paqij dikin. Ev dîmen hevkariya PDK û dewleta Tirk nîşanî her kesî dide. Bêguman mijar ne tenê ev e. Pratîkên PDK'ê bi qalkirinê naqede.

Li Başûrê Kurdistanê endamên MÎT'ê gelekî bi hêsanî tevdigerin, her wiha ji bo pêşî li gihîştina erzaqê ya ji bo gerîla bigirin, hemû rê asê kirine. Ev yek aliyekî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re ye. Dema ku êriş li cihekî bû kî dikare bêje ku ne encameke vê plana hevkariyê ye. Ev hêz û derdora, dijminatiya ku li gel dikin bi maskeya Kurdîtiyê dinixumînin.

HIKUMET DIXWAZE LI BAŞÛR TIRKIYEYEKE BIÇÛK AVA BIKE

Li aliyê din, her kes dema ku qala sîstema dewleta Tirk dike, gotina sîstema faşîst bi kar tîne. Ne tenê hêzên demokratîk û azadîparêz, faşîst bi xwe jî vê yekê tînin ziman. Lê belê hikumeta Başûr dixwaze sîstema li Tirkiyeyê li Başûr jî ava bike û hewl dide Tirkiyeyeke biçûk ava bike. Şefê faşîst ê dewleta Tirk ji bo Tirkiyeyê kîjan plan bike, bi piştgiriya hikumeta Başûr heman planê li ser Başûr jî dike. Tirkiye cerdevaniyê diafirîne û cerdevanan di operasyonên leşkerî de dide pêş. Hewl dide vê yekê li Başûr jî bikin.

Dewleta Tirk êrişî berxwedana gerîla dike, li Başûr jî rayedarên hikumetê gerîla sûcdar dikin û ew jî bi vî rengî êrişî berxwedanê dikin. Li Tirkiyeyê her kesên ku daxwaza azadiyê dikin tên girtin, li Başûr jî heman tişt diqewime. Li Tirkiyeyê destdirêjî li jinan tê kirin, tên kuştin, azadiya wan ji dest tê girtin, li Başûr jî rewşeke bi heman rengî heye. Gelo mirov ewqasî dikare bibe aşiqê dijminê xwe, ewqasî dikare êrişî gelê xwe bike? Niha li sînorê Başûr gerîla bi rengekî efsanewî li ber xwe dide. Her roj çalakiyan dike, şer dike, şehîd dibe. Di nava gel de lehengên mîna Xalid Abdûlrehman jî hene. Li gundê Kanî Mezin ê Kanî Masî şehîd bû. Bi kurtasî gel û gerîla li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ketine çeperên berxwedanê.

Êdî dem hatiye ku hesab ji nokerên dijmin bê pirsîn. Dem hatiye ku ji aliyê gel ve bên darizandin. Ji xwe gel jî tiştekî wiha dixwaze. Lê belê pêşmergeyên ku weke saziya ewlekariyê û polîsên Tirk tevdigerin, gel digirin dixin zindanê, bi fîşekên rastî êriş dikin û zextê dikin. Gelo çawa dibe ku mirov ewqasî ji rê derkeve, ewqasî xwe bişibîne dijmin û xayintiyê bike? Her kes ji vê yekê êdî aciz bûye. Li aliyekî berxwedaneke mezin, li aliyê din jî êrişên mezin. Lê mixabin li eniya duyemîn noker hene. Bêguman berxwedan wê bidome û dagirkerî wê ti carî bi ser nekeve. Êdî maskeya li rûyê PDK'ê ketiye. Bi berxwedana gel û gerîla wê ev faşîzm hilweşe. Noker wê nikaribin ji xwe re cihekî jiyanê bibînin.