Berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê

Tevgera dagirkirinê ya li ser Efrînê bi vê konseptê hatiye rojevê, a rastî hêzên hegemonîk ên globla ketine wê rêyê ku tevgera dagirker a TC’ê ya faşîst bi vê çarçoweyê binirxînin.

Yûrî Andropov dema ku anîn ser Sekreteriya Giştî ya SBKP’ê bi daxuyaniyên ku dida di eniya sosyalîst de gelek hêvî çêkiribûn. Çawa ku hatibû ser kar gotibû di nav partiyê de pişaftiniyek çêbûye û li dijî vê şer ragihandibû. Li gorî wî tenê 8 ji 100’î yê endamên SBKP’ê ku bi milyonan bûn, bi rastî partîyî bûn. Ên mayî jî hêmanên pişaftî bûn ku derdê wan tenê nanê li ser kaba wan bû. Civaka Sowyetan pir ji lîderê nû hez kiribûn ji ber sedema ku li dijî pişaftinê şer ragihandibû, lê hêzên Rojava pir ji vê şaş mabûn. Ji ber ku Androporov ji 1967’an heta 1982’an li ser KGB’ê bû û îstîxbaratiyê berê bû. Piranî endamên îstîxbaratê di nav civakê de nayên hezkirin lê ji bo Androporov ev ne wiha bû. Dema ku nûçegihanekî rojava dipirse bê ka li ser rewşê çi dibêje Andorpov dibêje bi gotina damezirîner û serokê Çekayê Çerjînkî ku diyar kiribû divê Çerkîstek çawa be bersiv dabû. Li gorî Çerjînskî Çekîst, ‘’Divê mirovekî wiha be ku xwedî aqilekî xurt, dilekî nerm û destekî paqij be’’. Di nav civakê de ji endamên Çekayê re Çekîst dihate gotin. Andropov bi van gotinên xwe, weke mirovekî li gorî van gotinan, dixwest bibêje ku heq kiriye ku civak jê hez bike.

Wek Andropov Vladîmîr Pûtîn jî ji rêça KGB’ê tê û ji ber paşeroja xwe ya îstîxbaratê di medyaya Rûs de jê re ‘Çerkîst’ dibêjin. Ez bawer nakim ku  li gorî pênaseya Cerjînskî wiha jê re dibêjin. Heta ku pergala Sowyetan rûxiyayî jî Pûtîn endamê SBKP’ê bûye  lê teqez e ku di têkiliya xwe bi komînîstiyê re nîn e. Her wiha di nav 8 ji 100’î yê partiyeye jî ku Andropov behsê dikir. Dema ku pergala Sowyetan bi bi kapîtalîzmê re bûyî yek, di Rûsyaya kapîtalîst de ku ava dibû, zû bilindbûna wî jî çespandina vê ye. Ji bo vê jî wê ne şaş be ku mirov wî di nav wan sosyalîstên reel de bi cih bike ku dînê xwe înkar dike. Dibe ku kesên wiha xwedî aqilekî xurt bin, lê dilê wan ne nerm û destê wan ne paqij e. Ew kesên pergala Sowyeta mezin ku li ser xwîna bi milyonan mirov ava bûye ne pêkan e ku xwedî dilekî nerm û destekî paqij bin. Bi pejirandina ku TC Efrînê dagir bike û qir bike Pûtîn ev rastî careke dî piştrast kiriye. Li Efrînê di xwîna her mirovê Kurd ê kuştî de û yê were kuştin de destê Pûtîn heye.

Bêguman di polîtîkaya xwe ya têkoşîna rizgariya demokratîk a gelan de kêmasiyen Rûsyaya Sowyetan a berê heye. Şertê destekdana van têkoşînan ew bû ku bi berjewendiya YKRS’ê (Yekîtiya Komara Rûsyaya Sowyetan) li hev hatî bû. Ji bo SBKP’ê ‘parastina niştimanê sosyalîst’ di ser her peywirî re bû. Tevgereke demokratîk û sosyalîst heke bi vê re ne lihev ba, pir mafdar û meşrû jî bûya nedihate destekirin. Dîsa jî Yekîtiya Sowyetan desteka mezin da rizgariya netewî ya gelek gelan û kir ku serfiraz bibin. Rûsyaya Pûtîn jî îro di bi qirkeran re ye, destekê dide TC ya qirker ku polîtîkaya qirkirina Kurdan dike. Diyar e ku dîktorê faşîst Erdogan ê ku xwe dixe dilqê Hîtler ê Şerê Cîhanê yê 3’yan desteka mezin ji Rûsyaya Pûtîn distîne. Tişta ku Hîtler di Şerê Cîhanê yê Duyan de li dijî Yahûdiyan kirî zarîkerê Hîtler Erdogan di şerên nû yên dinyayê de dixwaze li dijî Kurdan bike. Ji bo vê jî Rûsyaya Pûtîn bi destûrdana ku dagirkirina Efrînê dibe şîrikê qirkirina Kurdan a TC’ê.

Her çendî rast be jî ku Kurd civakeke wiha ne ku di ber dasta pergala kapîtalîst de ne, di navbera Yahûdiyên di Şerê Cihanê yê Duyem û Kurdên Şerê Cihanê yê Sêyem de cudahî hene. Kurd bê hazirî ketibûn nav destê qirkirinê. Kedkarên Yahûdî ji rêxistiniya ku bikaribin xwe ji qirkirinê biparêzin bê par bûn. Ji bo vê jî dema ku rejîma Hîtler Yahûdiyên hejar dabûn ser hev û şandibûn kampa temerkûzê li ti berxwedaniyeke dijwar rast nehatibû. Di encamê jî bi milyonan Yahûdî bi rengekî alçaxî hatibûn qirkirin. Li gel vê Kurd li dijî şerê qirkirina Kurdan a TC’ê ya faşîst bi berxwedaniyeke bêhempa bersiv didin. Gelê Kurd bi li ber dasta qirkirina çandî hatibû ber nemanê bi PKK’ê re têkoşîna hebûn û azadiyê da destpêkirin. Di dorpêça qirkirinê de şerê manûnemanê da destpêkirin. Ev berxwedaniya 45 salan a li Kurdistanê, li dijî pergala qirker berxwedaniya hebûnê û jiyana azad e.

Em baş pê dizanin ku ti neteweya Ewropayê destpêkê li dijî qirkirina Yahûdiyan ku rejîma Hîtler ‘paqijkirina parazîtan a ji nîjada arî’ ranewestiyabû. Ango netew-dewletên Rojava bi bêdengiya xwe bûbûn hevkarê vî sûcî. Ya ku kir ku ew li djjî vê qirkirinê bêdeng bimînin, di rastiya xwe de ew bû ku wan hişmendiya ‘nîjada xwerû’, ‘neteweya yek reng’ a Hîtler pejirandibûn. Netew-dewlet ji destpêkê ve pêşbîniya wê dike ku neteweyê homojen bike û bi vî karekterê xwe dibû amûra qirkirinê. Bi vegotina polîtîkaya qirkirinê ‘yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al’ê ya Erdogan jî di rêya Naziyan de diçe, polîtîkaya qirkirinê ya Îttîhat û Terakkî rojane dike. Ji bo Naziyan ‘parazît’ Yahûdî bûn û ji bo faşîzma mêtinger a Tirk jî Kurdê bi nasnameya azad e. Dewleta TC’ê ya faşîst weke madeya xam a netewebûna Tirk li Kurdê bûyî obje dinere. Bi objekirina Kurdan qirkirina çandî, bi qirkirina Kurdê azad dixwaze qirkirina fizîkî temam bike.

Polîtîkaya Kurdan a Rojavaya Emperyalîst jî ew bû ku Kurdê objebûyî biafirîne. Di statûya herêmê de ya ku afirandibûn tişta ku layiqî Kurdan hatibû dîtin ev bû. Ji bo vê jî qirker bû. Ango li ser Kurdan ê ku pergala înkar û îmhayê ya bi navenda qirkirinê ava kiribû Rojavaya emperyalîst bû. Heman pergal ji qirkirina fizîkî re jî vekirîbû, li dijî objebûnê ji bo berxwedanê jî rê dide tinekirina herî hovane. Sedema vê jî ew bû ku hêzên hegomonîk ên pergalê Kurd di polîtîkayên ‘dabeş bike-rê ve bibe’ de rê dida ku weke amûrekê bi kar bînin. Ji bo vê jî, her Kurdê ku ji bo nasnameya xwe û azadiya xwe li ber xwe dide, di rastiya xwe de li dijî vê polîtîkaya qirker a Rojavaya emperyalîst li ber xwe dide. Ji bo vê jî divê bi mirov zêde fêhmnebar neyê ku Rûsyaya Pûtîn û her  wiha hêzên hegemonîk ên Rojava li bara tevgera dagirker û qirker a Erdoganê faşîst û dîktator a li ser Efrînê çima wiha bêdeng in. Rojava emperyalîst hê jî li gorî polîtkaya xwe ya ku dev jê neqeriyayî tevdigere.

Ev lîstika dijî mirov piştî ku PKK derkete ser dikê hate xirakirin. Rêber Abdûllah Ocalan, Kurdên ku Rojava dixwest weke ‘hêmana dijminahiyê’ bibîne bi PKK’ê re bû hêmana ku gelên herêmê bi hev ve girêdide. Bi çareseriya neteweya demokratîk a ku herî dawî pêş xistî, rê li ber vekir ku gel, nasnameyên cihe yên etnîk û dînî, çandî bi aştî bi hev re bijîn. Paradîgmaya neteweya demokratîk her çendî di destpêkê de be jî  li Bakurê Sûriyê bi gewde bû. Ji vê rewşê ne tenê TC’ya qirker tirsand, her wiha hêzên emperyalîst jî tirsand. Vê jî kir ku çavê xwe ji tevgera dagirker a TC’ê re ya bi ser Efrînê re bigirin.

Ingîltere Kabeya bêcivakîbûnê û bêmirovbûnê ye, ji destpêkê ve li dijî PKK’ê ku derbê li hîmên kapîtalîzmê dixe bi helwesteke dijminana ye. Heke ne bi destûra Ingîltere bûya dewleta Tirk a faşîst, rejîma wê ya şerê taybet salên 90’î wê nikarîbûna bi hezaran gundên Kurdan ji mirovan xalî bike û  wê nikarîbûna bi deh hezaran Kurdên sivîl bi xwînxwarî bikuje. Heman Ingîltere di tevgera dagirker a TC’ê de ya bi pêşengiya Erdoganê faşîst û diktator de bû hêza herî li pêş ku destekê dide. Ji bo vê jî Ingîltere di nav wan hêzan de ku destekê dide qirkirina Kurdan li pêş e.

Ya ku Elmanya dike dijminê Kurdê azad û PKK’ê dîsa bi karakterê Tevgera Azadiya Kurd a dij-kapîtalîst e û ji bo vê jî li dijî PKK’ê bi Ingîlterê re bi heman helwestê ye. DYA û Fransa bi dijminahiya PKK’ê hevkarên ên dî ne. Ji bo van hêzên navborî pir ne girîng e bê ka PKK bi fiîlî li Bakurê Sûriyê heye yan na; a girîng ew e ku Tevgera Kurd a li vir, li Sûriyê û Rojhilata Navîn çareseriyeke alternatîf danîne û ev ji hêla gelan ve tê qebûlkirin. Ev hêzên ku bê çareserî ne, li bara çareseriya Kurdan  a alternatîf har bûne. Sedema rastîn a bêdengiya wan a rûmetşikîn a li bara tevgera dagirker a Tirk a li ser Efrînê ev e.

Em ji bîr nekin: Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA’yê beriya destwerdana li Rojhilata Navîn ên ku bi êrîşên ser Iraqê dest pê kirin, PKK dabûn ber xwe. Rêber Apo dîl girtibûn û li Îmraliyê tecrîda giran li ser danîbûn. Ya ku berê hevkarên koalîsyonê dabû vê, ji hêza leşkerî ya PKK’ê wêdetir, zêdebûna wê îhtîmalê bû ku Rêber Apo ji bo kaosa Rojhilata Navîn ji bo gelan çareseriyekê deyne. Lê komploya navdewletî berovajî encama ya dihate payin bi xwe re anî. PKK, feşkilîn û tertûbelavbûnê bihêlin, zêdetir xurt bû, bi çareseriya derketina ji kaosê vebijêrka demokratîk a gelan li herêmê geştir kir. Diyar bû ku ev ji bo herêmê agahiya şoreşeke demokratîk a mezin bû. Hêzên fînansê yên kapîtal ên global berê çeteyên DAÎŞ’ê dane ser Kurdan û xwestin ku Tevgera Azadiya Kurd bi paş bixin. Êrîşa ser Kobanê, Şengal û Mexmûrê ya çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê çespandina vê bû. Di çekdarkirin û perwerdekirina DAÎŞ’ê de Ingilîz û Fransa bi hêza pêşeng rabûbûn. Bi DAÎŞ’ê ya konsepta astengkirina şoreşê û pergala demokratîk a gelan bû. Heman konsept li Bakur jî pêş xistin.

Armanca wan hêzên ku DAÎŞ derxistin holê ew bû ku serhildanên gelan ên li dijî netew-dewletan ji ber xwe ve pêk hatî sînordar bikin, valahiya pêşeng bi vê dagirin û bi vê terbiye bikin, û wiha netew-dewletên ku bi vê terbiye bikin bixin bin xizmeta sermiyana global. TC piştre kete dewrê,  hewl da ku DAÎŞ’ê weke hêzê kujer a avaniya Sinnî bi kar bîne û di bihêzbûna hegemonîk a herêmê de weke amûrê bi kar bîne. Sedema ku DAÎŞ’ê berê xwe da Rojava û êrîş bi ser Kurdan de birî bi temamî bi vê polîtîkaya TC’ê re têkildar bû. TC ku li herêmê polîtîkaya bi bloka Sinnî dayî ber xwe, hay jê hebû ku serkeftina vê bi kontrolkirina Sûriyê dibû. Jixwe berdevkê TC’ê wiha ji xwe û ji çeteyên DAÎŞ’ê bawer dikirn ku di demeke kurt de wê bigihin Şamê û li Mizgefta Emewî nimêj bikin. TC ku ev pêk bianiya wê desthilatdariya Esad bi Behra Spî sînordar bikira, Îran dorpêç bikira û xwe bikira hêzeke hegemonîk li herêmê. Di vê mijarê de astenga yekane Tevgera Azadiya Kurd a li Rojava bû ku pir geş bû. TC xwest bi El Nûsra û piştre bi DAÎŞ’ê li pey xwe bihêle.

Ji hêla mantiqa leşkerî ve pir sosret bû ku DAÎŞ li şûna ku berê xwe bide qadên ku rejîm lê serdest e berê xwe bide Kobanê û bi hemû giraniya xwe, hemû yekîneyên xwe yen bijarte bide ser Kobanê. Tam di vir de DYA’yê fêhm kir ku ev êrîşa TC’ê ya ku dixwaze li herêmê bibe hêzeke hegemonîk. DYA ku ji armancên hegemonîk ê bi bloka Sinnî ya dewleta Tirk a li ser herêmê aciz bûyî, ji hêla berjewendiyên xwe ve jî rast dît ku destekê bide berxwedaniya Kobanê. Li gel DYA’yê, Yekîtiya Ewropa û Israîlê jî ev polîtîkaya emperyal a TC’ê ya Osmanî ji bo xwe taloke didît. Van hemû tiştan kir ku DYA bi hêzên berxwedanê yên Kurd re têkiliyên taktîk deyne û li dijî DAÎŞ’ê- di rastiya xwe de jî li dijî emperyaliya hegemonîk a AKP’ê- şer bike. Serfiraziya Kobanê bûbû destpêka bidawîbûna DAÎŞ’ê. Piştî serfiraziya Kobanê hêzên Kurd ên berxwedanê serfiraziyên dî bi dest xistin. Serfiraziya vê ya herî bilind a azadkirina paytexta DAÎŞ’ê Reqa bû. Terora DAÎŞ’ê bi giştî hate berteferafkirin.

Ya girîngtir jî ew e ku encamê siyasî ya van serfiraziyên di şer de ye. Qadên ku ji dagirkeriya DAÎŞ’ê hatin rizgakirin bi rastî jî qadên azad bûn. Civakên cuda yên li van qadan dijiyan bi ratsî jî bi demokrasiyê re hev nas dikirin. Kurdê ku azad dibû her wiha dibû Ereb, Asûr, Sûryanê ku azad dibû, dibû gelên ku azad dibûn, dibû azadbûna nasnameya dînî û etnîk û çandan. Pergala demokratîk ji xeyalê derdiket dibû rastiyeke zindî. Bi jinê re şiyarbûna û azadiyeke hejmetkar diafirand. Hemû nasname û çandên cuda, ciwan û jinên ciwan tevlî nav têkoşîna dikir. Li qadên azadbûyî pergala demokratîk a bi pirrengiyê dihate avakirin siberoja demokratîk a Sûriyê azad dikir. Bi kurtasî ya ku dihate jiyîn şoreşeke hevtayê şoreşa Fransiz û Şoreşên Mezin ên Rûs bû. Rêya ku ji kaosa ku dirizîne ya ji modernîteya kapîtalîst hatibû dîtin. Ji bo siberoja herêmê vebijêrka sereke ev bû.

Tam jî di vê demê de konsepta atengkirina şoreşê hate sazkirin. Di konsepta berê de argûmana sereke DAÎŞ bû. Di vê konsepta nû de jî hêza ku hatiye sazkirin jî desthilatdariya faşîst a qirker a AKP’ê ye. Tevgera dagirkirinê ya li ser Efrînê bi vê konseptê hatiye rojevê, a rastî hêzên hegemonîk ên globla ketine wê rêyê ku tevgera dagirker a TC’ê ya faşîst bi vê çarçoweyê binirxînin. Armanc ew e ku eniya demokrasiyê qels bikin, bi rengê ku tê zanîn heta ji dest were dixwazin bêkarîger bikin. Ti guman jê nîn e ku di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de li ser vê xalê li hev kirine.

Ji hêla çi kesî ve ne razeke ku hêzên hegemonîk dixwazin ji dîktatoriya Erdogan xilas bibin. Rast e ku li ser rê û rêbazên vê jî serê xwe diêşînin. Ew dizanin ku ya ku dîktatoriya Erdogan li ser piyan dihêle jî ya ku wê birûxîne jî şer e. Rûsya jî bi heman fikrî ye. Bi vê wateyê hesab tê kirin ku bi kevirekî du çûkan bînn xwarê.  Dîktator Erdogan wê bikeve çirava Efrînê, dawiya xwe nêztir bike, piştî ku hêzên berxwedanê di vî şerî de birîneke giran li wan çêbû wê pergala demokratîk jî derbê bixwe! Hêzên berxwedanê hay ji vê komployê hene; hayjêhebûn pûçkirina komployê ye.

Peywira sereke ya hêzên berxwedanê ew e ku heta mirinê pabendê vebijêrka azadî û demokrasiyê ya gelan bin, vê bi tabetî li Efrînê, bi giştî li hemû Sûriyê bi rengê herî bêhempa bikin berxwedaniya şer. Giyana welatparêziya Sûriyê di vî şerî de teqez divê bibe xwedî waye. Hêzên berxwedanê divê bi wê hişmendiya ku ne tenê Efrînê, di şexsê Efrînê de hemû Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn diparêzin şer bikin. Azadiya ku di şerê berxwedaniya yekbûyî ya gelan de berbiçav bûyî û hêza wateyê ya ku di demokrasiyê de xurt dibe, ji her hêza êrîşê zêdetir xwedî potansîyelê ye. Heke ev potansîyel were aktîvkirin teqez e ku berxwedaniya Efrînê wê serfiraz bibe, wê Tirkiyê ji faşîzmê paqij bike û demokratîk bike, Sûriyê demokratîk bike û pergala demokratîk li herêmê bike alternatîfa herî xurt.

Komployên kirêt ê pergala hegemonîk a global jî wiha em ê pûç bikin.