Berxwedana cotkaran a li Rihayê mezin dibe

Berxwedana li dijî qûtikirina elektirîkê ya ji aliyê DEDAŞ’ê ve her diçe mezin dibe. Cotkarên Kaniya Xezalan rê li trafîkê girtin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Rihayê dest pê kirin, mezin dibin. Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn. Cotkarên ku rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li trafîkê girtin daxwazên xwe rêz kirin. Li Gundê Pekmezler ê cotkaran çalakî lê kir, gelek esker û wesayitên zirxî hatin bicihkirin.

Di navbera cotkar û cendermeyên xwestin rê vekin de pevçûn derket. Cotkar Halîl Oldûbaş bi gotina “Ji min re faturayeke 500 hezar lîre derxistine. Berhemê min ziyan bû. Deynê min ê krediyê li bankê heye. Min 170 hezar lîre kredî kişand û da. Harran 7 lîre ye ez 17 lîre didim” bertek nîşanî DEDAŞ’ê da.

Çalakiya cotkaran a girtina rê didome.