Berxwedana çalakvanên Başûrê Kurdistanê

Berxwedêrên Hewlêr, Silêmaniye, Mexmûr û Kelarê piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dawîkirina çalakiya xwe gotin, ew dawî li greva birçîbûnê tînin lê berxwedana wan wê heta azadiya Ocalan hê bi xurtî bidome.

Piştî ku Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li zindanê 8'ê Mijdara 2018'an ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir çalakî di serî de li Hewlêr, zindan, Galler û Strasboûrg, Mexmûr, Silêmanî, Kelar û piştre her çû ev berxwedan belavî cîhanê bû.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bê navber a endamê Meclîsa Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 187'an ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî roja 165'an, li Kelar greva endazayar Herêm Mehmûd roja 92’an de, dîsa yek ji navendên greva birçîbûnê hema ya bêdawî û bêdorveger hem jî bi dorveger lê didome Mexmûr e. Li Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok di roja 127'an de û bi dorveger jî di roja 164'an de li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakkiyên xwe anî.

Piştî hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 22’yê Gulanê û şûnde li ser nêrîna Ocalan peyamên Ocalan a têkildarî grevên birçîbûnê bi çalakvanan re hate parvekirin. Piştî ku parêzer bi çalakvanan re civiyan, li ser daxwaza Ocalan di serî de Leyla Guven, girtî û hemû çalakvanan li pey hev dawî li çalakiyên xwe anî û diyar kirin ku berxwedan serketinê tîne, wê ji bo azadiya Ocalan berxwedanê bi rêbazên cuda xurtir bikin.

HEWLÊR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û hemwext a dorveger li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê 20'ê Mijdara 2018'an destpê kir. Endamê Meclîsa Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagiz jî 20'ê Mijdara 2018'an dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde kir û kete vê maratona serketinê.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger her 2 rojan bi komeke nû dihate dewirgirtin. Heta dawî bûna grevê ya li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 500 kes tevlî çalakiya bidorveger bûne.

Di vê pêvajoya berxwedanê de tevî rewşa giran a tenduristiyê jî Nasir Yagiz bi moral û coş biryardariya domandina çalakiyê da.

DERMANKIRIN NEDIPEJIRAN Û ÇALAKÎ DOMAND

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

Herî dawî yagiz şeva 3’ê Gulanê ji ber giraniya rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê lê dîsa jî dermankirin nepejiran û çalakiya xwe domand.

Ji roja yekem bigire heta niha bê navber ji sazî, partî, kesayetên nas û çi gelê bakur bigire û çi jî Başûrê Kurdistanê çalakvanên grevên birçîbûnê bi tenê nehiştine.

SERDANÊN SAZÎ, PARTÎ Û GEL

Di vê qonaxa berxwedanê de bi dehan sazî û rêxistinên civaka sivîl KNK, Goran, PYD, Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hîsbî Şîî, Bizavî Demokratîk û Gelê Kurdistan, Partiya Kumunîstî Kurdistan, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Hevserokê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Hîzbî Demokratî Îran, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriye, YNK, Partiya Parêzeran, Tevgera Azadî, dîsa Mamostayê Zanko Dr. Qasim Merzanî, Mamoste Idrîs Sadiq, nivîskar Kawa Nadir li gel bi dehan welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê serdana kirine.

SILÊMANÎ

Bi belavbûna çalakiyan re li Komeleya Karkerên Mezopotamaya ya li bajarê Silêmaniyê jî greva birçîbûnê 12'ê Kanûna 2018'an destpê kir. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê ve heta niha bi tevlîbûna zêdetirî 500 kesan û bi koma 83'an çalakiya xwe bi dawî kir.

Çalakiya li navendê dihate birêvebirin, ji çar parçeyên Kurdistanê welatî, jin, ciwan û kesên nas tevlî çalakiyê bûn.

LI BAŞÛR GREV BELAV BÛ

Endazyar Herêm Mehmûd jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24’ê Sibatê dest bi grevê kiribû, di roja 92’an de li ser peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

Şeyma Ednan, Şêwekar Cuma Kerîm, Berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî, Fatma Ehmed, Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd, Teha Caf, mamoste Serdar Melîhe, Gulebax Celalî û hwd ji bo piştevaniyê ketin grevê.

ROJIYA MIRINÊ

Ciwanê bi navê Merwan Menduh Ozdemîr li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya Silêmaniyê di 14'ê Gulanê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullalh Ocalan dest bi rojiya mirinê kir. Berxwedana Ozdemîr di roja 13’an a çalakiya xwe de, wî jî weke çalakvanên din li ser peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

SERDAN JI BO GREVAN

Di serî de welatiyên Bakurê Kurdistan û saziyên Kurdî yên cûr be cûr ên Başûrê Kurdistanê. Her wiha Tevgera Azadî ya Silêmanî, PYD, Bûroya HDP'ê ya Hewlêr, PADÊ Silêmanî, PADÊ Şengal, Nûnerên ji Ewropa, KODAR, KJR,Nûnerên Kantonên Rojava, TEV-DEM, Kongrya Star, RJAK, Çand û Hunera Silêmanî, Hevserokên Tevgera Azadî ya Silêmanî û rêveberên wê, Komeleya Karkerên Silêmanî, KNK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Koma Miştenûr, Tevgera Azadî ya Germiyan û Kelar, Bereya Gel û Berey Niştimanî Gel. Her wiha dîsa ji gelê Bakûr û Başûrê Kurdistanê çalakvan bi tenê nehiştin.

MEXMÛR

Xelkê Mexmûrê jî deng da dengê berxwedanê û 16'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Çalakî her 3 rojî bi dorveger dihate domandin.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) heta niha zêdetirî hezara kes tevlî çalakiyê bûye. Çalakî di roja 164’an de bi koma 54’an li ser peyama Rêberê Gelê Kurd a ji bo çalakvanên grevên birçîbûn û rojiya mirinê şandibû, dawî li çalakiya xwe anîn.

Her wiha mêhvan û kesayetên biyanî yên serdana wargehê kirin, xwe li hember vê berxwedana bi heybet negirtin û ew jî tevlî vê çalakiyê bûn û dengê xwe li dengên wan zêde kirin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û heman demê komîteya çalakiya grevê Fedîle Tok di 20'ê Çileyê de biryara greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger da û ew jî tevlî karwanê berxwedanê ya Leyla Guven û Nasir Yagizan bû. Greva Fedîle di roja 127'an de, li ser peyama Ocalan dawî kir.

SERDAN

Ji roja grevê destpê kir saziyên weke KNK, Kongra Star, PADÊ, heyetel li ser navê CÎK, TAJÊ, heyeta HDP’ê, KJAR, RJAK,PYD, li gel saziyên Mexmûrê mamoste, ciwan, komîn û saxiyên cuda cuda bigire heta kesên nas ên derve serdana çalakvanan kirin.

JINAN LI PÊŞIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÇALAKÎ PÊK ANÎ

Di 30'yê Çileyê de Endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê li ber avahiya Nûnertiya NY ya Hewlêrê li ser destûra NY, dest bi greva birçîbûnê kirin, lê rastî êrîşa asayîşa Hewlêrê hatin.

Di 31'ê Çileyê de asayîşê êrîş kir û çadira çalakvanan desteser kir. Di 6'ê Sibatê de jî asayîşê careke din êrîş kir û hemû alavên çalakvanan desteser kirin. Her wiha 5 xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku serdana çalakgeran kirin destgîrkirin.

Piştî vê êrîşê, vê carê asayîşê di saetên şevê de çalakgerên jin bi darê zorê destgîrkirin û paşê jî ew derxistin derveyî sînorê Hewlêrê. Lê tevî van êrîşan jî nûnertiya NY'ê bêdengiya xwe parast û nerazîbûn nîşanî êrîşan neda. Çalakvan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê çalakiyên xwe li Mexmûr bi rêbazên cuda bidomînin.

Ji roja ewilê û vir ve li gel serdanên saziyên wargehê, dîsa ji ciwanan bigire heta xwendekar, mamoste û saziyên cuda yên derveyî wargehê serdana çalakvanan kirin.