Berxwedana Şenyaşar di roja 138’an de ye

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 138’an de ye.

Berxwedana Mabata Şenyaşar ya Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du kurê xwe di êrîşa parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 138’an de didome.

Malbat ji ber dawiya hefteyê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê dom kir.

Malbatê li ser tevna dijîtal daxuyaniyek da û ev got: “Marê bi min ve nede bila hezar salan bijî! Hişmendiya egoîst, qet wê yên li pey heqê xwe diçin fam nekin. Li dijî vê bê EDALET’iyê wê tim nobedar hebin. Wê yên serkevin hebin. #SenyasarAilesiİcinAdalet, herkes için adalet."