Bersûcê qatil ê AKP’î gilî kir, Şenyaşar îfade da

Li ser giliyê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î Suleyman Yildiz ê ku cih di qetlîama malbata Ferît Şenyaşar de cih girt, Şenyaşar îfade da.

Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîn Şenyaşar re 21 roj in li ber Edliya Rihayê di nobeta edaletê de ye, bi hinceta gilî li wî hatiye kirin, li Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê îfade da.

Hat destnîşan kirin ku birayê Parlamanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz Suleyman Yildiz ê hatibû tespîtkirin ku cihê xwe di êrÎşên li dijî malbata Şenyaşar de girtiye, giliyê Farîd Şenyaşar kiriye.

Hat hînbûn ku Suleyman Yildiz, bi îdîaya Şenyaşar di danişîna 12’ê Adarê pêk hat de ji Yildiz re gotiye “Em ê te û malbata te bi PKK’ê bidin kuştin” gilî kiriye.

Şenyaşar ê di derbarê îdîayên “Gef li min xwar” ên Yildiz de îfade da, sûcdariyên li ser xwe red kirin û destnîşan kir ku wî bi ti awayî gef nekiriye. 

Şenyaşar, diyar kir ku ew ê di nava rojê de, ji bo vê yekê derbarê Suleyman Yildiz de li dozgeriyê gilî bike.