Berpirsyarê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr hate kuştin

Midûrê Giştî yê Karên Îdarî yê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê Mihemed, li Hewlêrê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Ji bo hilbijartinên parlamenta Iraqê ku wê 12'ê Gulanê bên kirin demeke çend roj man. Tevî bûyerên binpêkirina mafên mirovan û astengkirina karê partiyan, êrîşên çekdarî jî dest pê kirin.

Midûrê Giştî yê Karên Îdarî yê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê Faris Mihemed, duh danê nîvro li Hewlêrê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Êrîş li Family Mall a li kolana 100 Metre ya li Hewlêrê rû da. Der barê êrîşê de lêpirsîn û lêkolînê dest pê kir.

PÊŞMERGEYÊ BERÊ YÊ YNK'Ê BÛ

Faris Mihemed pêşmergeyekî berê yê YNK'ê bû û weke yekî nêzî YNK'ê dihate naskirin. YNK'ê heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye. Berdevkê YNK'ê Ahmed Sadî Pîre diyar kir ku wê vê gavê li ser mijarê tiştekî nebêjin, lê belê ev yek kuştineke ji rêzê nîne, sûîqesteke iyasî ye.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistaniyê beriya niha bi du rojan dabû xuyakirin ku ji bo 600 hezar miriyan deng hatine dayin.