Bernamzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qereçobanê hate girtin

Bernamzetê Hevşaredariya Qereçobanê ya Erziromê Yavûz Karabûdak hate girtin.

Bernamzetê HDP'ê yê Hevşaredariya navçeya Qereçobanê ya Erzîromê Yavûz Karabûdak hate girtin.

Li navçeya Xinûs a Erziromê bernamzetê hevşarederiyê yê navçeya Qereçobanê Yavûz Karabûdak li noqteya polîsan hat rawestandin û kontrola GBT'ê Karabûdak hate destgîrkirin. Karabûdakê, bi hinceta 'Propagandaya rêxistinê' kiriye salek ceza lê hatine birîn, lewre derxistin pêşberî dadgeha Erzîromê. 

Piştî ku li dadgehê jî heman hincet jê re hat gotin Karabûlak hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê.