Bernameya Newrozê eşkere bû: Wê li dehan bajaran bê pîrozkirin

Newroz wê îsal bi pêşengiya HDP, KCD, DBP û TJA'yê li zêdeyî 43 bajaran bê pîrozkirin. Bernameya Newrozê diyar bû.

Newroza îsal wê bi dirûşmên "Her der Newroz, her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" tê pîrozkirin.

Ji ber erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de, Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin.

Starta Newroza 2023’yan bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bi deklarasyonekê hate dayîn.

Newroza îsal wê li 43 navendan bê pîrozkirin û bernameya wê diyar bû. Agirê ewil ê Newrozê îsal wê di 15’ê Adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin.

Bi wesîleya Komkujiya Helebceyê wê di 16’ê Adarê de çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

17’ê adarê jî dibe çilroja erdheja Mereşê lewma dê pîrozbahî neyên lidarxistin.

Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî wê di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin.

Li gel 43 navendan, her wiha dê li tevahiya bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê vêxistin û pîrozbahî bên lidarxistin.

Bernameya Newroza 2023’yan ku wê li 43 navendan bê lidarxistin wiha ye:

18’Ê ADARÊ

Colemêrg, Xarpêt-Dep, Agirî-Panos, Mûş-Kop, Aydin-Germencîk

19’Ê ADARÊ

Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Tekîrdag, Balikesîr, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazîd, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye

20’Ê ADARÊ

Qers, Agirî, Erdexan, Mêrdîn-Nisêbîn, Erzirom-Qereyazî

21’Ê ADARÊ

Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale