Berkat Qasim: Êzdatiyê û Şengalê biparêzin

Endamê Şaredariya Sinûnê Berkat Qasim anî ziman ku her kes dizane kê xiyanet kiriye û got: “25 hezar leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku guleyekê berdin, terka Şengalê kir û reviyan. Yên ku em rizgarkirin şervanên Serok Apo bûn.”

Dîroka gelê Êzidî bi fermanan mişt e. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê fermana 74’an pêk anî. DAÎŞ’ê bi piştgiriya welatên mîna Tirkiyeyê bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî jî revand û li bazarên koleyan firot. Dema ku ev ferman bi serê civaka Êzidî de pêk hat PDK’ê pêşmergeyên xwe ji Şengalê vekişand û Êzidiyan bi fermanê re rû bi rû hişt. Wê demê gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hewara Êzidiyan ve çûn û wan ji komkujiyeke mezintir xelas kirin. Piştî vê di nav demeke kurt ji Şengaliya hêzên leşkerî hatin avakirin. Ev hêz jî Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayişa Êzidxanê bûn. Êzidiyên ku xwe li dora Asayişa Êzidxanê bi rêxistin bûn meclîsên xwe avakirin û hêzên xwe rêvebirinê bi hêz kirin.

‘PDK’Ê TU ALIKARIYA GELÊ ME NEKIR’

Endamê Şaredariya Sinûnê Berkat Qasim têkildarî guherînên di nava 9 salan de axivî. Qasim anî ziman ku beriya fermana sala 2014’an PDK li vir desthilat bû û got: “PDK’ê tu alîkarî bi gelê me re nekir lê fermana gelê me rakir. Rêveberiya Şengalê, ji sala 2003’yan ve gel bi dizî neçarê xwe kiribû ku jê re koletiyê bike. Civaka me ji çanda wan a kevnare û bi girêdana wan a xwezayê ve bi dûr kir û fêrî xwarina mûçe kir; ya PDK’ê bi me kirî kesî bi tu kesî nekiriye.”

‘PDK DEK Û DOLABAN LI CIVAKÊ DIKE’

Qasim da zanîn ku niha jî PDK’ê dek û dolaban li civakê dike, dixwaze bi rêya derxistina derve, civakê bê xort û ciwan bihêle. Qasim diyar kir ku PDK’ê dest avêtiye beşek ciwanên ji Şengalê û wan derdixe Ewropayê û derveyî welêt, wan fêrî dijminatiya koka wan dike. Qasim, got: “Ger wisa berdewam bibe, wê Şengal careke din zorî û zehmetiyan bikişîne û bimîne bêxwedî. Em dibêjin bes xwe bifiroşin bi pereyan, rê li ber vê bigirin; bila PDK’ê bes we bixapîne, bila Şengaliyan ji Şengalê qut neke, ger Şengal nemîne wê Êzdiyatî jî nemîne.”

‘ÊZDIYATIYÊ Û ŞENGALÊ BIPARÊZIN’

Qasim bibîrxist ku wan gelek caran gotiye ferman xelas bûne û wê careke din wan zorî û zehmetiyan nebînin, lê ferman berdewam e û wiha pê de çû: “Heta gelê me di kampan de, di bin desthilatiya PDK’ê be xelasî ji fermanan nîn e, çawa ku niha Serok Apo di nava çar dîwaran de dîlgirtî ye, em gelê Şengalê jî di heman rewşê de ne, lê me hay jê nîn e. Bila kes xwe nexapîne; ya were ji ya çûyî zehmettir e. Bila dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin û Êzdiyatiya xwe qewîn bikin. Em nabêjin dev ji alî û partiyên xwe yên siyasî berdin lê em dibêjin bila Êzdiyatî û Şengala we li pêşiya her tiştî bin.”

‘BI FIKIR Û FELSEFEYA SEROK APO EM GIHIŞTIN VÊ ASTÊ’

Qasim anî ziman ku ger ne rêveberiya wan a xweser û hêza leşkerî bûya, niha kesî nedikarî li Şengalê bijiya û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Bi fikir û felsefeya Serok Apo em hatine heta vê derê, bi saya fikir û felsefeya wî em pariyekê nan bêyî minet dixwin, xeweke rehet dikin, debara xwe dikin. Wê gelek kes bibêjin Şengal ne aram e û jiyan lê zehmet e. Lê ew kes û aliyên siyasî rast nabêjin da ku gelê me venegere. Niha li tevahiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê tu cihekê wek Şengalê aram û ewle nîn e. Rast e, carinan hin pirsgirêk çêdibin lê ew jî neyarên civaka Êzidiyan dikin da ku dilê partiyên xwe rehet bikin.”

‘EM NE ÊZIDIYÊN BERÊ NE’

Qasim bilêv kir ku di aliyê avadaniyê de dewleta Iraqê ketiye bin bandora PDK’ê û got: “Dibînin ku li Şengalê tu alîkarî bi gel re nayê kirin û bi taybetî jî di aliyê avadaniyê de dewleta Iraqê jî ketiye bin bandora PDK'ê. Bila xelkê me bizane ku li pişt vê yekê PDK’ê û dijminên civaka me hene. Bila kes bi me re nebe alîkar, em ê bi saya fikirê Rêber Apo xwe bi rê ve bibin û nehêlin dijmin careke din wan lîstikên xwe yên bi 9 salan berê bilîze. Êdî civaka me ne wek berê ye, hişyar e û tu pêngav û planê li ser were kirin qebûl nake.”

‘PÊŞMERGEYÊN PDK’Ê REVIYAN’

Qasim bal kişand bi ser xiyaneta PDK’ê û ev tişt got: “Her kes dizane kê xiyanet kiriye. 25 hezar leşkerên Iraqê û pêşmergeyan bêyî ku guleyekê berdin, terka Şengalê kir û reviyan. Ma ev ne xiyanet e. Ne şervanên Rêber Apo bûna û ne fikir û felsefeya wî bû ya, niha kesek ji me nemabû. Jixwe wan mebest ew bû ku koka civakê bînin lê bi fikirên Rêber Apo ew plan bi avê de çû.”

Di dawiya axaftina xwe de Qasim bang li saziyên peywendîdar kir û got: “Bila DAÎŞ bê darizandin. Dewletên Îslamî naxwazin DAÎŞ bê dadgehkirin. Ji ber ku gava bê dadgehkirin wê her dewleta hevkar derbikeve holê. Ji wê boneyê naxwazin û rê nadin DAÎŞ li Iraqê û Sûriyeyê bê dadgehkirin. Lê bi taybetî em Êzidî, heta yek ji me hebe wê doza xwe bike û em ê her kesê ku destên wî di fermanê de hebe, ceza bikin û hesab jê bixwazin.”