Ev demeke ji ber tengavbûna rewşa siyasî ya Iraqê, bêdengiyek li beramber rewşa siyasî ya Iraqê heye. Di demekê de ku ti lihevkirinek ji bo derbaskirina krîzên siyasî ya têkildarî pêkanîna hikumetê derketiye, li holê tune ye; piştî xwe vekişandina Tevgera Sedr a ji parlementê jî, careke din girêka kor a proseya siyasî ya Iraqê aloztir kiriye. Bi rengekî ku derî li çendî dibetiyan re vekiriye ku dibe di paşerojê de derkeve pêşiya proseya siyasî ya Iraqê.
Her çiqasê aliyên Kurdî wisa dizanin ku xwe vekişandina Tevgera Sedr kelandinek di nava parlementê de çêkir, lê weke derfetekê jî dibînin ku aliyên Kurdî xwe bikin yek û bi siyaseteke hevbeş biçin Bexdayê. Ji ber ku xwe vekişandina Sedr bi hilweşîna koalîsyona sê alî ya Sedr, PDK û Sûniyan ve tê girêdan. Heta niha aliyên Kurdî li ser rayeya serokkomartiyê û rayeyên bilind ên hikumeta Iraqê bi nakok in.
Têkildarê rewşa heyî Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn yê ji bajarê Kerkûkê ye ji ANF’ê re nirxandinên xwe anî ziman.
BERJEWENDÎ ASTENGIYA SEREKE YE LI PÊŞIYA PÊKANÎNA HIKUMETÊ
Nesredîn di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser astengiyên li pêşiya pêkanîna hikumeta Iraqê û got; “Ji ber destwerdanên welatên herêmî û navneteweyî, proseya siyasî ya li Iraqê proseyeke giran e. Ji ber wan destwerdanan baweriya di navbera aliyên siyasî nemaye. Ew hemû sedemane kiriye ku pêkanîna hikumetê veguhertiye karekî zehmet û aloz, bi taybetî piştî xwe vekişandina fraksyona Sedr. Îro Iraq ji ber rewşa navçeyê û rewşa aborî ya gelê Iraqê bi aloziyên pir mezin re rû bi rû ye; pêwîstî heye ku di pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê de lezê bikin, lê heta niha astengiya sereke ya li pêşberê pêkanîna hikumetê berjewendiyên hizbî û yên hin aliyên siyasî û berjewendiyên welatên herêmî ye ku li ser berjewendiyan (berjewendiyên niştîmanî û gel) serwer dibe.”
PÊWÎSTIYA IRAQÊ BI HIKUMETEKÊ HEYE KU BIKARE LI HEMBERÎ ASTENGIYAN BISEKINE
Mihemed Nesredîn her wiha îşaret bi guhertinên li herêmê û bandora wan li ser Iraqê jî kir û wiha pêde çû; “Navçe di nava guhertinên mezin de ye û pirsigirêkeke mezin a ewlekariyê ya Iraqê jî heye. Ji aliyê din ve jî xelkê Iraqê di rewşeke pir xirab a aboriyê de dijîn. Ji bo ku li ser hemû wan astengî û pirsgirêkan serwerbûnek çêbibe, pêwîste ku Iraqê hikumetekeê pêk bîne ku bikaribe li hemberî van astengiyan bisekine. Ji bo wê jî pêwîste aliyên heyî dest ji berjevendiyên hizbî berdin.”
ALIYÊN KURDÎ BI BEXDAYÊ RE LI SER BERJEWENDIYÊN NIŞTÎMANÎ Û GEL NÎQAŞ NAKE
Çavdêrê Siyasî yê Kerkûkî Mihemed Nesredîn behsa metirsiya belavûn û perçebûniya di nava mala Kurd û aliyên siyasî yên wê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ti deman weke îro rewşa rewşa Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî di metirsiyê de nebûye. Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab de ye, di aliyê guhertin û pirsgirêkên herêmê û belavbûna nav mala Kurdî û aboriya xelkê Herêma Kurdistanê niha di rewşeke xirab de ye. Her wiha tişta ku cihê Kurdan a di pêkanîna hikumeta Iraqê de lewaz kiriye eve ku her du aliyên Kurdî (YNK-PDK) li şûna ku daxwaza çareserkirina pirsgirêka madeya 140 û çareserkirina pirsigirêk û berjevendiyên gelê Kurd û xak û niştîman be, xala wan a sereke, daxwazkirina rayeya serokkomartiyê ye. Ev jî xaleke lewaz a Kurd e, ji ber ku pirsgirêka Kurd bi hikumeta navendî ya Iraqê re ne pirsgirêka rayeyê ye; ew xalên ku niha aliyên Kurdî li Bexdayê nîqaş dikin, ne xalên sereke ku girêdayî berjevendiya niştîmanî û gel be ne.”