'Beriya her tiştî divê Tirkiye ji desthilatdariya faşîst rizgar bibe'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku AKP ji ber polîtîkayên şer di nava çiravê de çikiya ye û got, "Divê ev welat ji vê tifaqa faşîst rizgar bibe. Ev yek jî bi tifaqa demokratîk dibe."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û israra Tirkiyeyê ya di dagirkirina Idlibê de ji ANF’ê nirxand. Aydenîz anî ziman ku hikûmeta AKP’ê bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze sîstema Tirkiyeyê biguherîne û rejîmek yek kesî biafirîne. Aydenîz da zanîn ku li gel vê guherîn tifaqa faşîst êrîşî gelê Rojava û gelên Sûriyeyê dike û wiha axivî: “Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê li ser destketiyên çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayê nû diafirîne û dixwaze deshilatdariya xwe li ser lingan bihêle. Ji ber dijminatiya li Kurdan krîza li Tirkiyeyê kûr dibe û rewşa Tirkiyeyê awarte dibe."

'TIRKIYE LI ÇIRAVA IDLIBÊ ÇIKIYA YE'

Aydenîz destnîşan kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Idlibê eşkere dike ku Tirkiye piştevaniya çeteyan dike û got: "Ji destpêka geşedanên li Sûriyeyê û heta roja îro gelek caran derket holê ku Tirkiyeyê piştgiriya çeteyan kiriye. Berî çend rojan ajansa fermî ya dewletê bi xwe dîmenên çeteyan ên bi filamayên DAÎŞ'ê weşand. Bi dehan caran Tikriye bi çeteyan re li ser sûç hate girtin. Hikûmet dixwaze çeteyan li dijî Kurdan bide bikaranîn û her ku diçe bi polîtîkaya xwe ya li Idlibê her ku diçe li çirava Idlibê diçike. Her roja diçe hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dide zêde dibe. Li aliyê din jî di aliyê krîza aborî û siyasî de têk diçe. Sedema esasî ya ku AKP di vî şerî de israr dike, dijminatiya li dijî Kurdan e. Tu mafê jiyanê ji bo Kurdan nas nake. Heta berî çend rojan Serokkomar Erdogan got ku 'Li wir 60 hezar terorîst hene'. Bi van daxuyaniyên xwe jî Kurdên li Rojava wekî terorîst pênase dike."

'ERDOGAN DIXWAZE PERGALA XWE QAYÎM BIKE'

Aydenîz polîtîkaya dewleta Tirk û AKP’ê ya li Îdlibê wekî tevlihevkirina herêmê pênase kir û ev nirxandin kir: "Hewldanên Erdogan hemû yên li Idlibê, ji derveyê xirabkirina herêmê wê tu tiştî bi xwe re neyne. Vê yekê ji bo qayîmkirina pergala xwe dibîne. Dixwaze bi van rêbazan Qesra xwe li ser lingan bihêle. Ev polîtîkaya wê ji gelan re demokrasiye neyne, bi van rêbazan dijminatiya gelan û bi taybetî dijminahiya li dijî gelê Kurd zêde dike."

'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN ÇAVKANIYA XWE JI TECRÎDÊ DIGIRE'

Hevseroka DBP’ê Aydenîz da zanîn ku ev êrîşên qirkirina fizîkî û siyasî ku AKP û Erdogan li dijî gelê Kurd dimeşîne, raste rast têkiliya xwe bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heye û eşkere kir ku 21 sal in Ocalan tê tecrîdkirin, ev 5 sal e jî tecrîdeke bê pîvan tê meşandin. Aydenîz diyar kir ku êrîşên li dijî Kurdistanê çavkaniya xwe ji tecrîdê digire û wiha pê de çû: "Tenê di 5 salên dawî de her gava ku tecrîda li ser Birêz Ocalan kûr bû, êrîşên li dijî vîna kurdan jî zêde bûn. Şer li her derê belavkirin, operasyonên qiririnê pêk anîn, şaredarî û saziyên gelan hatin xespkirin. Ji vê polîtîkaya qiririnê gelê tirk jî gelekî pê bandor bû. Dîsa penaberên li Tirkiyeyê bi bûyerên dijwar re derbas bûn. Êrîşên li dijî penaberan her ku çû zêde bûn. Herî dawî ji xwe deriye sînoran jî hatin vekirin û bi hezaran penaber li ser rê û dirban ketin. Êrîşên wan kirin û vê polîtîkaya şantajê jî li dijî Ewropayê dide meşandin."

'ENIYA DEMOKRASIYÊ'

Aydenîz ragihand ku dewletên li herêmê û bi taybetî dewleta Tirk, bi şerê ku derdixin, hemû nirx û destketiyên gelan tune dikin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Di dema şer de kes nikare qala demokrasiyê bike. Penaberî û koçberiya herî dijwar derdikeve holê û civak ji hemû mafên xwe bê par dimînin. Ji bo wê divê têkoşîneke hevpar derkeve holê û rojek berî rojekî em ji vê dîktatoriya faşîst, eniya faşîst rizgar bibin. Riya vê yekê jî di eniya demokrasiyê re derbas dibe. Divê gelên me bi têkoşîneke hevpar eniya xwe ya demokrasiyê ava bike."