Beriya berdanê, 'poşmanî' li girtiyên siyasî tê ferzkirin

Li girtîgeheke Wanê ku girtiyên siyasî lê têne girtin, ji girtiyên ku divê sala dawî li girtîgeha vekirî derbas bikin an jî bêne berdan pirsa 'Tu poşman bûye' tê kirin. Girtiyên ku bersiveke ne bi dilê wan didin, nayên berdan.

Girtîgehên Tîpa F, T, M û Ewlekariya Bilind ên Wanê ku beriya niha bi nûçeyên êşkenceyê timî di rojevê de bû, binpêkirina mafên mirovan ên li van girtîgehan her roj zêdetir dibin. Gelek girtî tevî ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye, bi hinceta 'halê nebaş' nayên berdan. Li gel van hemûyan, li girtîgehên Wanê 'berdana bi şert' ji bo girtiyên siyasî ji holê hatiye rakirin. Girtiyên siyasî ıyên ku 30 salên girtîmayinê temam kirine, ya divê li girtîgeha vekirî bêne bicihkirin yan jî bêne berdan. Lê belê rêveberiya girtîgehê pirsa 'Tu poşman bûye' li van girtiyan dike. Dema ku bersiveke neyînî werdigire, hingî girtiyan hîn bêhtir li girtîgehê dihêle yan jî nahêle ku biçe girtîgeha vekirî. Girtiyên siyasî bi rêya malbatên xwe agahî dan û gotin ku timî bang li girtiyên siyasî dikin û pirsa 'Tu poşman bûye?' li wan tê kirin.

Hiqûqnas Fevzî Çelîk li ser mijarê daxuyanî da û anî ziman ku rewşa 'poşmaniyê' tenê di dema darizandinê de dikare bikeve rojevê û destnîşan kir ku pirsa 'Tu poşman bûye?' ji bo şikandina rûmeta girtiyên siyasî ye. Fevzî Çelîk got, "Di hiqûqê te cihê tiştekî bi vî rengî nîne. Poşmanî tenê di dema sûc an jî darizandinê de dikare bibe. Di asta bicihanîna ceza de nabe ku ev bê bikaranîn."

Fevzî Çelîk destnîşan kir ku ev nêzîkatî û zext binpêkirina destûra bingehîn e.