Berî 27 salan êşkence lê kirin, êdî agahî jê nehate girtin

ÎHD û Xizmên Windayan, li aqûbeta Mehmet Mehdî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hate êşkencekirin û ji berî 27 salan û vir ve êdî ti agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 653’yemîn bi onlînê lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz (22) ê li gundê Kerra yê girêdayî navçeya Pasûr a Amedê, di 20’ê Sibata 1994’an de, ji aliyê leşkeran ve hate destgîrkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven, çîroka windabûna Akdenîz vegot. Guven, bal kişand ser vegotinên dayika Akdenîz Mevlude Akdenîz û wiha axivî: “Leşker di 20’ê Sibata 1994’an de bi ser gundê Kerra de digirin. Bi zorê welatiyan ji malên wan derdixin derve. Mehmet Mehdî Akdenîz, wê demê ji mizgefta gundikê Gerger ê girêdayî gund digirin û tînin gund. Leşkeran jin, zarok, pîr û kal li qada gund kom dikin. Dûre hin mal dan ber agir. Leşkerekî navê 6 kesan xwendin. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şirin Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî yên navên wan hatin xwendin, li ber çavên gundiyan ji aliyê leşkeran ve hatin êşkencekirin. Leşkeran piştre ev 6 kes birin navçeya Pasûrê.”

Guven di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji 6 kesên hatin destgîrkirin, Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest hatin berdan. Kesên hatin berdan, diyar kirin ku bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re mane û êşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Kesên serbest hatin berdan, da zanîn ku eskeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birin Qereqola Leşkerî ya navçeya Farqînê û carek din ew nedîtine. Malbata ku agahî ji kurê xwe negirt, derbarê aqûbeta wî serî li saziyên fermî da. Lê ligel hemû hewldanan jî, bi tu awayî agahî ji Akdenîz nehat girtin.”

Guven diyar kir ku ew ê dev ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin û wiha bi dawî kir: “Ew her hefte bê navber çalakiya xwe dewam dikin. Em dixwazin aqûbeta kesên winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin. Tevî hemû qedexeyên neqanûnî yên Walîtiya Amedê jî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan dewam bikin.”