Berê Kurdan li Amarayê ye

Ji gelek bajaran Kurdan berê xwe dan gundê Amarayê, ji bo rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in bi rengekî giran tecrîdkirî ye, îro rojbûna wî ya 73'an e. Bi rojan e ji bo rojbûna 73'an a Abdullah Ocalan li gelek bajaran dar têne çandin. Îro jî wê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, cihê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, pîrozbahiyeke girseyî bê lidarxistin.

Ji gelek bajaran mirovên ku dixwazin tevlî pîrozbahiyê bibin, ji doh êvarê ve ketine ser rêya Amarayê. Mirovên ku ji Amed, bajarên Botan, Serhed û Çûkûrovayê berê xwe dan Amarayê, li gelek deveran ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin.

Girseyên gel tevî astengiyan jî dixwazin xwe bigihînin Amarayê û hîn jî li ser rêya Xeleftiyê ne. Leşker û polîsan li ser rêya Xelfetiyê 2 bend danîne û 2 roj in hewl didin ketin û derketina ji navçeyê asteng bikin. Kesên ku li ber van bendan ji wesayitên xwe peya bûn, govend gerandin û dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" qîriyan.

Li ser hemû rêyên berê xwe li Xelfetiyê ne polîsan bend danîn û kesên dixwazin ji taxên derdorê yên Amarayê tevlî pîrozbahiyê bibin, li taxa Goganê li hev civiyan. Girseya gel govend gerand û dirûşma "Rojbûna te pîroz be" qîriya. Tê payin ku piştî pîrozbahiyê girseya gel dest bi meşa Amarayê bike.

Li aliyê din ji parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Omer Ocalan û endamên partiyê, tevî koma ji hunermendan a ji Edeneyê hatî gihîştin gundê Amarayê û tê payin ku malbata Ocalan mêvanan pêşwazî bike.