Bendên kontrolê bûne qadên êşkenceyê

Li Colemêrg, Wan, Bedlîs û Agiriyê li bendên kontrolê yên leşker û polîsan kontrola rê û lêgerîn zêde bûye.

Di navbera Colemêrg, Wan, Bedlîs û Agiriyê de, li bendên kontrolê yên qereqolên jendermeyan 24 saetan lêgerîn û kontrol tê kirin. Leşker wesayitan disekinînin, eşyayên tê de derdixînin derve, yek bi yek sax dikin, nasnameya rêwiyan û wan kontrol dikin. Ev êşkence mîna êşkenceyê tê kirin.

Li bendên kontrolê yên Depîn, Yenîkopru, Bebleşîn û Albayrak ên navbera Colemêrg û Wanê, benda kontrolê ya Balaban a navbera Wan û Bedlîsê, benda kontrolê ya Bûzlûpinar a navbera Bedlîs û Sêrtê û gelek bendên kontrolê yên navbera Wan û Agiriyê, kiryarên ne kêmî yên salên 1990'î û Rewşa Awarte hene.

Ji bilî bendên navbera bajaran, her wiha li nava bajêr û taxan jî leşker û polîsan bend danîne. Mirov ji bo karibin biçin malên xwe neçar dimînin ku her roj bêne kontrolkirin.

Şêniyên herêmê nerazîbûnê nîşanî van kiryarên rojane didin.

Fatma Yilmaz anî ziman ku kontrola li benda li taxa Çelebîbagê ya navçeya Erdîşê veguheriye êşkenceyê û got, "Çi karê benda kontrolê li nava taxê heye. Li vê taxê her tim kontrol tê kirin. Bi taybetî li dijî jinan. Min bi xwe dît ku li van bendên kontrolê gelek kes hatin destgîrkirin. Ev mirov ji xwe li vir dimînin. Dûrî ji aqil e ku her roj heman kes bên rawestandin û kontrolkirin. Yekane armanca benda kontrolê bêzarkirina mirovan e."