Bekir: PKK nûnerê gelan e

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir diyar kir ku PKK azadiyê ji bo gelan dixwaze û got, "Derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê wê were wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina sîstemeke demokratîk û azad."

Mihemed Bekir anî ziman ku hebûna PKK'ê li 'lîsteya terorê' neheqiyeke mezin e û hêzên ku ev biryar der heqê PKK'ê de girtine, ku 40-50 milyon mirovî temsîl dike, divê dawî li vê şermê bînin.

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin ji 13'ê Mijdara 2021'ê û vir ve li gelek welatên Ewropayê 4 milyon îmze kom kir. Kampanya bi kombûna zêdeyî hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, hunermend û aktîvîstên ji 30 welatan dest pê kir û hîn jî dewam dike.

Li Başûrê Kurdistanê karên ji bo xurtkirina kampanyayê hatin destpêkirin. Heta niha gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, aktîvîst, rojnamevan û welatî tevlî kampanyayê bûne.

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir hebûna navê PKK'ê li 'lîsteya terorê' weke şermeke mezin ji bo civaka navneteweyî pênase kir.

Bekir bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya ji bo azadiya gelê Kurd û wiha pêde çû: "PKK di dîroka têkoşîna xwe de timî ji bo doza rewa kar kiriye."

Endamê Komîteya ‘Azadî Ji bo Ocalan’ Mihemed Bekir anî ziman ku hebûna PKK’ê ya li nava lîsteya terorê neheqiyeke pir mezin e û diyar kir ku hêzên navneteweyî û gelên herêmê hemû jî zanin, ku divê êdî dawî li vê neheqiyê bê anîn. 

Bekir herî dawî got, "Daxwaz ji dewletên serdest û hêzên xwedî biryar dikin ku dawî vê şermê bînin, PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin. Ji ber ku PKK nûnertiya 40-50 milyon kesî dike. Nûnertiya gelên azadîxwaz dike. Mayîna PKK’ê li nava lîsteya terorê, vê dide nîşandan ew hêz ne li gel çareseriyê ne, li gel şer û dagirkeriyê, qirkirinê ne. Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, dayîna heqê rewa yê gelê Kurd, wê çareseriyê ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên herêmê jî wê pêk bê. Bi sîstemeke azad û jiyana bi hev re ya azad, ji bo paşerojê, çareseriyeke demokratîk pêkan e."