Bejahiya Dersimê ku dişewite careke din hate bombekirin
Artêşa Tirk li herêma Dersimê ya ku şewat lê heye, careke din bombe barand.
Artêşa Tirk li herêma Dersimê ya ku şewat lê heye, careke din bombe barand.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk ji danê sibehê ve li Çemê Balî û Geliyê Mûnzûrê yên Dersimê ji hewayî dest bi operasyonê kiriye. Gelek helîkopterên ku saet 08:30'î ji Dersimê rabûn, bombe li herêma ku şewat lê heye barandin.
Rêya Pulurê jî ji saet 07:45'an û pê ve li trafîkê hate girtin.
Liv û tevgera hewayî û şewata daristanan a li herêmê dewam dike.