Dewleta ku daristan şewitand, rêya Dersim-Pulurê girt!
Rejîma AKP'ê ji bo nehêle HDP'î bên Dersimê, rê girt.
Rejîma AKP'ê ji bo nehêle HDP'î bên Dersimê, rê girt.
Rêya bejahî ya Dersim-Pulurê danê sibehê li trafîkê hate girtin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tirk de hate gotin, "Operasyonên li herêmê dewam dikin, heta operasyon biqedin wê rê girtî be."
TÛNÇ: NAXWAZIN EM BIÇIN HERÊMA ŞEWATÊ
Hunermend Ferhat Tûnç li ser hesabê xwe yê Twîtterê nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da:
"Ji bo xwe bigihînin cihê şewat lê heye, hevalên me yên wekîl ên HDP'yî wê îro bihata Dersimê û me yê li Dersimê hev bidîta. Danê sibehê em pê hesiyan ku rêya Dersim-Pulurê hatiye girtin. Eşkere ye ku ev pêkanîna kêfî ji bo astengkirina çûyina me ya li herêma şewatê hatiye kirin."