'Bêhn li vî welatî çikiya ye, em dixwazin jê re bibin nefes'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir, di demekê de ku bêhn li gelan, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl hatiye çikandin, meşa wan wê bibe bêhnek ji wan re.

Parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç û Tulay Hatîmogûllari ku di nava baskê Colemêrgê yê 'Meşa Demokrasiyê' de ne, qala armanca çalakiya xwe kirin.

Parlamentera Sarisaç diyar kir, ku bernameya siyasî ya HDP'ê avakirina komareke demokratîk û destûra bingehîn a azadîparêz e û destnîşan kir, ku ew ti carî nebûne alîgirê naverokeke siyasî ya li ser tekperestiyê ava bûye, berevajî, ew timî li dijî vê têkoşiyan e.

Sarisaç bi bîr xist, ji leşkeran heta polîs û cerdevanan, personelên dewletê li dijî meşa wan a demokrasiyê dest bi êrişan kirine û got, "Dema ku em ji Êlihê derketin, leşkerekî gef li wekîlên me hemûyan xwar û got, 'Em ê li vê derê li we hemûyan bidin, em ê nehêlin ku hûn ji vir derkevin'. Ev yek rewşê bi kurtasî radixe pêş çavan û nîşan dide ku HDP çima dimeşe. Êrişên tên kirin, armanca siyasî ya meşa demokrasiyê ya partiya me jî eşkere dikin. Ji bo van tiştan ji holê rakin em dimeşin. Di demekê de ku bêhn li partiyên siyasî, gel û rêxistinên civakî yên sivîl hatiye çikandin, meşa me wê bêhnê bîne ber wan. Her wiha em biryardariya wê yekê nîşan didin ku ji bo rizgariya ji rejîma faşîst û otorîter a heyî, em destê xwe didin gelê xwe û bi vî rengî têdikoşin."

LI ENQEREYÊ ÇI LI BENDA HDP'Ê YE?

Sarisaç diyar kir ku meşa wan wê li Enqereyê bi dawî bibe û got, "Çawa ku li Colemêrg û Edîrneyê êriş li dijî me hatin organîzekirin, em zanin ku li Enqereyê jî heman tişt li benda me ye. Ji xwe yên ku li ser êrişên li dijî me biryarê didin li Enqereyê ne. Bêguman heman tişt wê li Enqereyê jî bê serê me. Feraseta rêveberiya Enqereyê ya ku demokrasiyê nas nake, li ser pişta civakê bûye barekî giran. Ji ber vê yekê hewl dide dengê li dijî xwe bitepisîne. Êrişên li dijî partiya me jî nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Em zanin ku ev li benda me ye, lê belê ji xwe em dixwazin rû bi rû bên. Armanca me ya sereke ew e ku em hevrûyê vê yekê bên û gelê xwe ji vî belayî rizgar bikin."

COŞEKE BÊHEMPA HEBÛ

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku heta ji Colemêrgê gihîştin Amedê ew bi coşeke bêhempa hatin pêşwazîkirin û got, "Bi wêrekî û fedakariyê me xwe gihandin gelê xwe. Ev yek jî nîşaneya têkoşîna bi keda gelê me ye. Me dest bi kampanyayekê kirin û em dixwazin gava destpêkê ya vê yekê 20'ê Hezîranê bi meşa xwe bi dawî bikin. Me ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi meşa xwe kir. Me xwest ku her kes pirsgirêkên xwe bînin ziman û welatê ku bêhn lê çikiya ye, bêhnê bînin ber. Bi meşa xwe me dît ku bêhn li mirovan hatiye çikandin."

Hatîmogûllari bal kişand ser zext û zora hêzên dewletê ya li dijî meşa wan û got, "Rewşeke welê derkete pêşiya me, mîna ku ji bo şerekî giran amadekarî kiribûn. Li gel van hemûyan, pêşwaziya gelê me em gelekî kêfxweş kir. Polîsan li her kolanan bi cih bûn, lê tevî vê yekê jî gelê me li ser rêgeha meşa me li her bajarî ji bo xwe bigihîne me gelekî hewl da. Di meşê de nîşanî me da ku ew ji zilmê natirsin. Me jî careke din fêhm kir ku em li ser rêya rast in. Em dixwazin dermanê wêrekî û fedakariyê yê ku me ji gelê xwe wergirt bidin vî welatî. Em ê têkoşînê û daxwaza bicihanîna wezîfeyê ku dilxwazin HDP'ê di dema meşê de dan me, bigihînin Enqereyê."