Behdîniyên girtî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne

Pênc rojnamevan û aktîvîstên ku ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve 16'ê Sibatê bi şeş salan cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin, 41 roj in di greva birçîbûnê de ne. Asayîş nahêle ku parêzer wan bibîne.

Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16'ê Sibatê şeş sal cezayê girtîgehê li pênc rojnamevan û aktîvîstên Behdînî birî bû.

JI 17'Ê SIBATÊ VE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Girtina Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî bûbû sedema nerazîbûneke mezin.

Girtiyan hem li dijî biryara hate dayin, hem jî li hemberî şert û mercên girtîgehê 17'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê kirin.

NAHÊLIN KU MALBAT Û PARÊZER WAN BIBÎNIN

Ji parêzerên girtiyên Behdînî Beşdar Hesen li ser rewşa girtiyan ji Rojnewsê re axivî.

Hesen anî ziman ku li gorî agahiyên li ber destê wan, rewşa tenduristiyê ya girtiyan nebaş e û greva birçîbûnê jî dewam dikin.

Hesen diyar kir, ji bo rewşa girtiyan hîn bibin serî li Asayîşê dan, lê ji bo hevdîtinê destûr nedan wan. Hesen ragihand ku ji 16'ê Sibatê ve tenê du caran bi rêya telefonê ji bo çend deqeyan karîbûne bi girtiyan re biaxivin.

Hesen têkildarî astengkirina hevdîtina wan bi muwekîlên wan re got, "Asayîş her carê hincetê peyda dike û dibêje, kesê ku biryarê bide li ser kar nîne. Randevûyekê jî nadin."

Parêzeran diyar kirin, mafê qanûnî yê malbatan e ku li ser rewşa tenduristiyê ya zarokên xwe agahiyê werbigirin û karibin zarokên xwe bibînin, lê belê ev maf tê binpêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyan a bi mehan, her wiha zêdebûna pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî di destpêka salê de bûbû sedema çalakiyên şermezarkirinê. Di dema çalakiyên şermezarkirinê de bi dehan kes hatibûn destgîrkirin.