'Bêdengiya li pêşberî dewleta Tirk, ji bo hikumeta Iraqê cihê şermê ye'

Şêwirmendê Ragihandinê Elî Elfacî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengiya li pêşberî bombardûmana dewleta Tirk ji bo hikumeta Iraqê şermeke mezin e."

Şêwirmendê Ragihandinê Elî Elfacî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê û bêdengiya hikumeta Iraqê ji ANF'ê re nirxand.

El Facî bal kişande ser girîngiya diyaloga navbera pêkhateyên Iraqê û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Girînge ku diyalog û konferans di nava pêkhateyên Iraqê de bên kirin. Bi vê rê re dikarin zêdetir li ser dîrok û girîngiya pêkhateyên resen ên civaka Iraqê tekez bikin. Bi rêya lidarxistina konferans û diyalogê em dikarin dengên wan bigihîjînin aliyên pêywendîdar ên hewl didin zilmên li hemberî neteweyên kêmhejmar û pêkhateyan nîşan bidin û ji bo bi destxistina mafên wan di nava hewldanê de ne; ji ber ku ew neteweyên kêmhejmar ên Iraqê ne, lê beşeke sereke yê civaka Iraqê ne."

Têkildarê encamên biryara dadgeha federal a Iraqê ya nêzî mehek beriya niha ji bo nehiştina kursiya kotayê li parlementa Iraqê da û bandora wê li ser nûnertîkirina dengê neteweyên kêmhejmar ên Iraqê de El Facî ragihand, "Mijara kursiya kota li parlementa Iraqê pêkhateyên Iraqê perçe perçe dike, nihiştina pergala kota li parlementa Iraqê pêkhateyên Iraqê dike yek. Ji ber ku niha hemû rayeyên Iraqê li ser bingehê netewe, bîr û bawerî û mezheb hatiye dabeşkirin. Pêwîste em ê Iraq yek mal bin û pêwîstî bi vê cihêkariyê nîne.”

El Facî îşaret bi lidarxistina konferans û diyalog di navbera pêkhateyên Iraqê kir û diyar kir û ji bo parastina wan pêkhateyên ku zilm li wan hatiye kirin wek pêkhateya Kurdên Feylî û Êzidî têrker e û wiha axaftina xwe domand, “Belê lidarxistina konferans û diyalog ji bo bilindkirina dengê me girîng e. Em bê deng nabin, paşve gav navêjin û li ser mafên xwe li hev nakin, em ê heta ku bigihîjin armancê xwe em ê berdewam konferans û diyalogan lidar bixin û dengê xwe bigihînin rêxistinên sivîl û dezgehên ragihandinê.”

‘BÊDENGIYA LI HEMBERÎ TIRKIYÊ ŞERMEZARIYEKE MEZINE JI BO HIKUMETA IRAQÊ’

Şêwirmendê Ragihandinê Elî Elfacî di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser dewleta Tirk a dagirker ku rojane navçeyên di nav xaka Iraqê de bombebaran dike û sedemê bêdengî û ne parastina serweriya Iraqê ji aliyê hikumeta navendî û wiha dirêjî da gotinên xwe, “Bêdengiya li hemberî wan bombebaranên Tirkiyê şermezariyeke mezine ji bo yek bi yekê hikumetên Iraqê. Ev bêdengî nîşaneya lewazî û bêhêzbûna dewlet û hikumetê ye. Ji ber ku herî kêm hikumeta Iraqê dikare pergala parastina hewayî çalak bike û nîşanî Tirkiyeyê bide ku Iraq xwedî hêz e û dikare serweriya xwe biparêze. Lê bêdengî nîşaneya lewazî û nebûna kesayeta bi hêz a vî hikumetî ye.

DIBE KU IRAQ DI PIŞTPERDEYÊ DE BI TIRKIYÊ RE LIHEV KIRIBE

Dibe ku li hevkirinek bi vî rengî hebe, du nêrîn hene ku yek dibêje dibe bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê li nav xaka Iraqê çavkaniya xwe ji lewazbûna hikumetê digire, ya din jî dibêje ku dibe di piştperdeyê de lihevkirinek hebe ku raya giştî jê haydar nîne.”