Bê ku rû bi rû bên darezandin 22 sal ceza girtin

Kadrî Sancar ê li Kerboranê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de hate girtin û wê demê 17 salî bû, cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Sancar ê 22 sal ceza lê hate birîn, tevahî darezînê tenê bi rêya SEGBÎS’ê derketiye pêşiya dadger.

Zarokên bi navê K.S., Ö.K., İ.A., B.A., H.T., R.A. û S.D. ên di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya sala 1015-2026’an li Kerboran a Mêrdînê li malekê sitîrbûn, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatibûn destgîrkirin û girtin. Cenzayê 22 salî yê Kadrî Sancar ê hê jî li Girtîgeha Alîaga Şakranê tê ragirtin, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, biryar 6’ê Tîrmehê ji bo malbatê hate şandin.

Kadrî Sancar ê wê demê 17 salî bû, ji Kanûna 2015’an û vir ve girtî ye. Li gorî gotinên kekê wî Îslam Sancar bê ku darezînek rast bê kirin, hatiye girtin.

Kekê Kadrî Îslam Sancar ê ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku di dema şer de zarokan, xwe diavêjin mala yek ji kesên ku mala xaleta wî ya esîl e. Di rojên dawî ya qedexeya derketinê de, li ser îxbara kesek ji derve tîmên tevgera taybet tavêjin ser malê. Destpêkê bi anonsên ku eger dernekevin wê guleyan biteqînin. Li ser gotiên Kekê Sancar, zarok bi anonsa ku fermana ‘bikujin’ dibihîsin û ditirsin. Piştre jina li malê ji bo zarok nekevin xeteriyê derdikeve derve.

‘KEMERÊ DIXIN STÛYÊ WAN Û BI KERDÊ RE KAŞ DIKIN’

Zarokên ku temenê wan di navbera 15-16-17’an de ye, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve tên êşkencekirin. Li gorî gotinê Kekê Sancar, kemerê dixin stûyrê kekê wî Kadrî, bi erdê re kaş dike. Kakê Sancar ê piştî 4 mehan diçe ji bo dîtina kekê xwe hê jî xelekên reş û şîn ên li dorî çavê kekê xwe dibîne. Zarok nêzî mehek û nîvê li girtîgeha Midyatê tê ragirtin û piştre ji bo Girîtgeha Zarok û Ciwanan a Şakran a navçeya Alîaga ya Îzmîrê tên sirgûnkirin. Li gorî vegotinên kekê Sancar zarok birsî û tî hatine sirgûnkirin.

Îslam Sancar diyar kir ku demek dirêj ji doza li Mêrdînê ti encamek nehatiye girtin, destnîşan kir ku 3 zarokên mîna wan li mala aliyên wan hatibûn girtin, doza wan jî pêk hat. Sancar anî ziman ku ew jî mîna van 4 zarokan ji bo Îzmîrê tên sirgûnkirin, lê li ser îtiraza parêzeran doz li Îzmîrê pêk tê. Bi pêkhatina doza wan 3 zarokan a li Îzmîrê tên berdan. Lê doza Kadrî û hevalên wî yên ku dadgehê nabîne hê jî didome. Wê demê parêzereke yê malbata Sancar li Enqerê heye. Lê bi qasî pêwîst parêzer bi dozê re eleqedar nabe. Demekê agahî ji parêzer nagirin, piştre dibihîsin ku miriye. Malbata Sancar a di warê madî de zehmetiyan dikişîne, pereyê ku dabûn parêzer jî nastînin.

‘WÊ CIWANIYA WÎ LI GIRTÎGEHÊ BIÇE’

Îslam Sancar bi derfetên xwe dozê dide bihîstin. Nexweşketina Kadrî ya demekê ku nehate dermankirin dixe rojevê û nûçeyên cuda çêdike. Parêzera ku niha li dozê dinêre, Çîdem Koç jî bi saya Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû  dibîne. Rendewiya ji ber êşa didanê ya piştî 4 salan a da Kadrî ku nikare xwarinê bixe jî, bi saaya wekîlên HDP’î û CHP’î gihandina raya giştî pêş ve hatiye anîn. Lê li gorî nêrînên Kekê Sancar, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ew tedawî jî nîvî maye. Malbat ji sala 2015’an û vir ve her demê nikarin zarokên xwe yê girtî bibîne. Îslam Sancar destnîşan kir ku di vê pêvajoya derbasbûyeî de dayik û bav kariye 2 carî Kadrî bibînin û got: “Perê me yê ewqas rê çûnê tine. Ji xwe pêvajoya pandemiyê bi qasî 2 salan hebû. Dayika min karî 2 carî biçe. Kekê min zarok bû ketî girtîgehê, zarokatiya wî li wir qediya, bi vî cezayî wê ciwaniya wî jî biçe.”

‘TI DELÎLE ŞÊNBER NÎNE’

Parêzerê malbatê Çîgdem Koç jî piştî biryara dadgeha bilind dayî û şûnde bûye parêzerê malbatê. Niha ji bo ji nû ve bê darezandin amadekariyê ji bo serlêdana takekesî ya Dadgeha Destûra Bingehîn tê kirin. Parêzer Koç destnîşan kir ku zarokan heta niha hê rûyê dadgeran nedîtiye û got: “Ev bûyera duyemîn a Îlhan Çomak e. Berî 27 salan çi li wê dozê rû da, niha jî heman tişt dibe. Zarok bê ku rû bi rû bên darezandin 22 sal ceza girtine. Dozê lêkolîn dikim, ti delîlek şênber tine. Ji xwe zarokan ji îhlalkirina avahiyê ceza girtibe. Mala ku lê dima, tevî ku xaleta yek ji kesên di nava wan de bû, dîsa jin gilî li wan nekiriye jî ev ceza li wan hatiye birîn. Di nava delîlên şênber tên nîşandan de li ser destê yek ji wan şopên barûtê heye, lê ev yek jî tam nehatiye lêkolînkirin. Ji xwe dema ev hatin girtin, zarok bûn, li gorî vê darezîn pêk nehatiye.”