Bê destûr nikarin biçin gundê xwe

Emîne Înedî (52) ku li gundê Deştalela ya Şirnexê ji dayik bû û ji ber zilma dewletê neçar ma cih û warê xwe biterikîne, heta ku destûrê nestîne nikare bikeve nava gundê xwe.

Emîne Înedî (52) û malbata wê, beriya niha bi 25 salan bi zorê ji gundê xwe yê Deştalela yê Şirnexê hatibûn derxistin. Niha jî bêyî destûra leşker û polîsên Tirk nikarin biçin gundê xwe. Nava salê hin caran ji rojekê destûr tê dayin ku gundî biçin gundê xwe. Malbata Înedî jî wê wextê ji bo pînkîkê diçe gund. Malbat dibêje, ew nema dixwazin mîna xerîban biçin gundê xwe.

Emîne Înedî diyar kir, beriya niha bi salan cerdevanî li ser gundiyan hate ferzkirin, ên qebûl kirin li gund man, ên qebûl nekirin neçar man ji gund derkevin û got, "Ji saet 6'ê sibehê û pê ve leşker û polîs rêya gund digirin û nahêlin em biçin gund. Gelekî bi zora min diçe ku bi vî rengî dikarim werim gundê xwe."

Înedî anî ziman, wê kesên ku ew ji gundê wan derxistin efû neke û got, "Em bi vî rengî ji gundê me derxistin, lê belê nekarîn me ji cih û warê me bikin."

Bi dewamî got, "Em hatin Cizîrê û berxwedêriya xwe jî li vir didomînin. Salê çend caran em tên. 10 zarokên min hene, min hemû li Cizîrê mezin kir. Ji bo gundê xwe bibînin, jê qut nebin ez wan tînim."

HESRETA LI XAKA XWE

Înedî diyar kir, her gava ku tê gund li malbatên cerdevan dinere, li ber wan dikeve û got, "Dema ku em çav li wan dikevin, em ji wan şerm dikin. Gava ku ew me dibînin, ji ber sekna me ya serbilind, ew hezar carî li ber xwe dikevin. Ez heqê xwe li wan helal nakim."

Înedî bi bîr xist ku emrê wê êdî dirêj bûye, nexweşî lê derbûne û bi hesret e ku rojekê vegere gundê xwe.

Keça herî mezin a Înedî Hanim Bekçî (30) li gund ji dayik bû û li Cizîrê mezin bû. Bekçî jî got, her ku tê gund ew dayika xwe baştir fêhm dike.

Bekçî ku tevî hevser û 3 zarokên xwe li Stenbolê ye got, "Her ku têm Cizîrê ez zarokên xwe jî tînim gund. Em ê rojekê teqez li van devran vegerin."