Bazyanî: Pêwîste hikumeta herêm faîlên Enfalê nehewîne, lê darizîne

Mamosteyê Ayînî Dr. Samal Bazyanî got, "Yên ku xizmên me Enfal û bi saxî bin ax kirin, îro li herêma Kurdistanê bicih bûne, xwedî îmtiyaz in û ji beriya xizmên qurbaniyên Enfalê mûçe werdigirin."

Pêvajoya Enfalê ku sala 1988’an piştî bi dawîbûna şerê 8 salan a di navbera Îran û Iraqê destpêkir, rejîma Baas bi hemû hêza xwe ya leşkerî we bi ser Başûrê Kurdistanê ve hat. Weke 8 qonaxan ketin nava wêran û kavilkirina Başûrê Kurdistanê.

Di destpêka salên 80’ê de weke du Enfalên belave û mezin a Kurdên Feylî û Barzaniyan destpêkir, piştre weke 8 qonaxan û bi giştî di nava 8 salan de hat pêkanîn. Ji bo wê jî di nava Kurdan de weke “Pêlên Enfalê” tê naskirin.

Di encama pêla bi navê Enfal de zêdetirê 182 hezar Kurd hatin jenosîd û bi saxî bin ax kirin.

Enfal navê Sûreya 8’mîn a Quranê ye û 75 ayetên xwe hene. Weke têgîn tê wateya zêde û bexşandin. Sûreya Enfalê behsa çawaniya dabeşkirina destketiyên piştî şer ya ji aliyê Misilmanan dike.

Di vê çarçoveyê de kesayetê ayînî Mamoste Samal Ehmed Cebar Bazyanî ku bi navê Dr. Samal Bazyanî tê naskirin ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir.

‘SÛREYA ENFALÊ TI PÊYWENDIYEK XWE BI EW JENOSÎDA KU REJÎMA BAAS LI DIJÎ KURDAN PÊKANÎ TINE YE’

Mamoste Bazyanî bal kişande ser nasandina sûreya El Enfalê û naveroka wê û got, “Destpêkê ji Xwedayê mezin dixwazin ku ew qurbaniyên di vê karesata jenosîdê de wek şehîd bên hesibandin û her wiha daxwaz dikîn ku Xwedê tolê ji zaliman bistîne û wana ceza bike. Sûreya El Enfal ku di Qurana pîroz de hatiye ji bo diyarkirina ew kereste û bermahiyên ku ji aliyê bêbawer û zailm di dema li hemberî Misilmanan şer dikin de li pey xwe dihêlin e. Naveroka sûreya Enfalê behsa çawaniya dabeşkirina destketiyên şer û bermahiyên zaliman di dewleta Misilman de dike. Hatina sûreya Enfalê bi vê mijarê ve têkildar bûye û ti pêywendiyeke wê bi Kurd ve nîne. Ji bo wê jî pêwîste hemû Kurd bizanin ku sûreya Enfalê ti pêywendiyeke xwe bi ew dirindeyî û jenosîda ku rejîma Seddam Hisên li dijî Kurd pêkanî re tine ye.”

‘JI BO REWAKIRINA KARÊN KIRÊT FERASETA AYÎNÎ BIKAR ANIYE’

Mamoste Samal Bazyanî îşaret bi karanîna mijara ayînî ya di proseyên tinekirina Kurdan û ragihandina şer li dijî şoreşên Kurdan kir û wiha pêde çû; “Bikar anîna feraseta ayînî ji bo tinekirina gelê Kurd ji aliyê welatên zalim, yek ji mebestên wan ên esas ji vê yekê ew bû ku karên xwe yên kirêt rewa bikin û dilsoziya gel ber bi aliyê xwe we rakêşin. Mebesteke din a wan eve ku dixwazin rengê bedew ê ayîna Îslamê kirêt bikin. Weke mînak me dît ku rejîma Baas hemû kiryarên xwe yên leşkerî û zalimane bi navê Sehabe û navên pîroz ên di nava Quranê de heyî pêk aniyê. Lê karên xizmetguzariyê bi navê rayedarên rejîmê ve dikir.”

‘YA DIJMIN LI DIJÎ KURD DIKIN BEREVAJIYA ÎSLAMÊ YE’

Dr. Samal Bazyanî têkildarê behsa mafê neteweyan a di Îslamê de kir û got, “Ayîna Îslamê li dijî hemû cure zilmê û hemû mafxwariyê ye. Mafê her pêkhateyekê eve ku xwedî statû û mafê xwe be. Ew zilma ku dijminên Kurd bi navê Îslamê li dijî Kurd dikin berevajî ayîna Îslamê ye. Ji ber ku ayîna Îslamê li dijî hemû cure zilmê ye.”

‘DI PÊLA BI NAVÊ ENFAL DE REJÎMA BAAS 5 HEZAR MIZGEFT ŞEWITAND’

Bazyanî desnîşan kir ku erkê mamosteyên ayînî ye ku civakê di aliyê ferasetên ayînî yên ji bo dijbertî û tinekirina pêkhate û neteweyan tên bikaranîn hişyar bike û anî ziman; “Têkildarê erkê mamosteyên ayînî, erkê li ser milê mamosteyên ayînî ye ku ji bo gel rastiyan ronî bikin ku Îslam ti carî pêşî li mafê ti neteweyekê negirtiye. Berevajî netewe mafên wan heye ku bibin xwedî statû û welat. Di dema Pêxemberê Îslam de mafê xwerêveberiyê hebû ku cihûyên li bajarê Medîne bixwe xwe rêvedibirin. Her wiha erkê mamosteyên ayînî ye ku dîroka Kurd ji cîhanê re bide nasîn ku Kurd newiyê Selahedînê Eyûbî û Cabanê ye û gelê Kurd ti carî li dijî Îslamê nebûye. Di pêla bi navê Enfalê de 5 hezar mizgeftên Kurdan hatin şewitandin. Bi şewitandina Quran û mizgeftên navçeyên Kurdan ew derewê mezin ên rejîma Baas eşkere dibe bê ka dema sûreyek yê Qurana pîroz ji bo tinekirina Kurdan bikar tîne. Divê her kes di medyayên dîjîtal de rastiyan bi eşkereyî bibîne.”

‘MIXABIN FAÎLÊN ENFALÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ BI SERBESTÎ DIJÎN’

 Di dawiyê de Dr. Samal Bazyanî ev peyame arasteyê hikumeta herêma Kurdistanê û aliyên têkildar kir û ragihand, “Mixabin ew kesên ku doh destên wan di proseya bi navê Enfalê de hebû û xizmên me jenosîd û bi saxî bin ax dikirin, îro li herêma Kurdistanê niştecih bûne û xwedî îmtiyaz in û ji beriya xizmên qurbaniyên Enfal û jenosîdê mûçe werdigirin. Dawaxaza min eve ku ew tawanbar werin darizandin û cezayên wan bên dayin. Pêwîste derbarê doza jenosîdkirina gelê Kurd zêdetir lêkolîn bê kirin da ku hemû tawanbarên rejîma Baas û ew Kurdên ku di proseya Enfalê ya ji bo tinekirina gelê Kurd hevkarî kirinî bên cezakirin.”