Bayindir: Tirkiye jî tecrîdkirî ye

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, ku tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin û got, li dijî vê yekê divê her kes têbikoşe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya xwe ya ji sê qonaxan pêk dihat, 1'ê Îlonê bi çalakiyên 'Xeleka ji mirovan' a li gelek bajaran bi dawî kir. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir yek ji wan mirovan bû ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava vê kampanyayê de girt.

Bayindir ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê bi polîtîkayên qirêj û taybet ên li dijî nirxên bingehîn ên gelê Kurd nêzî civakê dibe. Bayindir got, "Li dijî van polîtîkayê qirêj, me hewl dan bingeha têkoşîneke topyekûn a dema bê amade bikin. Di vê dema kampanyayê de bi hevdîtinên bi partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re piştrast bû ku Tevgera Siyasî ya Kurd ji bo têkbirina şert û mercên heyî yên faşîzmê, hêza herî girîng e. Vê yekê jî berpirsyariya me mezintir kir."

'ME GOTIBÛN KU WÊ TECRÎD BELAV BIBE'

Bayindir bi bîr xist ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayeke tecrîdê ya berfireh û bi rêk û pêk tê meşandin û got, "Me ji destpêkê ve gotibûn ku tecrîda li ser Birêz Ocalan wê li nava tevahiya civakê bê belavkirin. Rejîma AKP-MHP'ê karakterê desthilatdariya xwe li ser vê yekê ava dike. Tecrîd di heman demê de li ser hemû hêz û her kesên li Tirkiyeyê tê ferzkirin. Lewma meseleya bidawîkirina tecrîdê ne tenê mijareke têkoşîna sazî û gelê Kurd e. Divê civaka Tirkiyeyê jî li ber vê yekê rabe. Me pêwîstiya vê nêzîkatiya di her hevdîtinê de parve kir."

'KRÎZA ABORIYÊ BI ŞER DINIXUMÎNIN'

Bayindir bal kişand ser krîzên aborî û siyasî û destnîşan kir ku bingeha van krîzan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Bayindir got, "Bi polîtîkayên şer, krîza aboriyê dinixumînin. Muxalefeta Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ku demeke dirêj e ketine xefika vê polîtîkayê divê êdî vê rêveçûnê 'rawestînin'. Em bi rengekî eşkere ji raya giştî ya Tirkiyeyê re dibêjin; Eger siyaseta demokratîk a Kurd lawaz bibe, faşîzm wê xwe xurt û mayinde bike. Lewma di têkoşîna dijî faşîzmê de divê bi tevgera siyasî ya Kurd re tevbigerin."