Bayindir: Faşîzm bi berxwedanê têk diçe

Heyetek ji KCD, DBP û HDP'ê li Sêrtê serdana dikandaran kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Berxwedana gelê Kurd, tirsê û faşîzmê têk dibe."

Heyeta ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, di çarçoveya karên yekîtiya neteweyî de li Sêrtê serdanên xwe dewam dike. Heyetê li Misricê serdana dikandaran kir.

'GEL NATIRSE'

Heyet beriya serdanê li avahiya partiyê civîneke gel li dar xist. Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd li dijî zextên giran ên desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber xwe dide û got, "Gelê Kurd bi salane li dijî vê faşîzmê li ber xwe dide. Her zext û tundî, berxwedanê xurtir dike. Ev berxedan, tirs û faşîzma ku ew dixwazin biafirînin têk dibe. Li gelek bajaran me di serdanên xwe de ev yek dît."

Heyetê piştre li kolanên Yenîdogan, Emniyet, Beykent û Sanatê serdana dikandaran kir.

Dikandaran ji heyetê re qala pirsgirêkên xwe yên aboriyê kirin û diyar kirin ku pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd yekîtî ye.

Heyetê li navçeyê serdana malbatan jî kir.