Bayik: Tenê dewleta Tirk êrişê dibe ser goristanan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, li cîhanê ti desthilatdariyê êriş nebiriye ser goristanan û got, "Tenê dewleta Tirk vê dike."

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re, ku li Stêrk TV hate weşandin.

Bi biharê re, asta çalakiyên gerîlayan zêdetir bû. Di zivistanê de jî çalakiyên gerîlayan nesekinî lê bi biharê re şervanên YPS û HBDH’ê û li çiyayan jî gerîlayan çalakiyên gelekî mezin li dar xistin. HBDH’ê li Enqereyê li dijî Roketsana dewleta Tirk çalakiyek li dar xistibûn. Hûn van çalakiyan çawa dinirxînin?

Gerîla li dijî qirkirina dewleta Tirk têkoşînekê dimeşîne. Ev têkoşîn çil sal in didome. Ev berxwedaneke dîrokî ye. Di dîroka gelê de Kurd de tu carî berxwedaneke wisa dûr û dirêj û evqasî guhertin û serkeftin jî çênekiriye. Li Kurdistanê çi çêbûye bi gerîla çêbûye, bi şehîdan çêbûye. Ji ber wê jî gelê me xwedî li gerîla derdikeve. Gerîla li dijî şerê qirêj a ku dewleta Tirk têdikoşe. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vî şerê qirêj dike. Dewleta faşîst û qirker a Tirk şerekî taybet, psîkolojîk û bêsînor li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dimeşîne. Ev rastiya vê dewletê ye. Ev dewlet li ser şerê taybet hatiye avakirin. Her dem şerê psîkolojîk û şerê taybet dimeşîne. Her dem ji xwe re dijminan çêdike, tunebe jî çêdike. Heke vî şerî nemeşîne, ev dewlet nikare li ser pêyan bisekine. Gerîla li dijî vî şerî têdikoşe û vî şerî pûç dike. Gerîla nahêle ku ev şer encamekê werbigire û qirkirina li ser Kurdan temam bibe, nahêle ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasî û azadiyê tasfiye bibin. Ruh dide gelê Kurd, dide gelê Tirk û dide hêzên demokrasiyê. Ji ber vê jî wesfekî pîroz pêk tîne.

Gerîla her roj derban li wan dide. Roja ku gerîla dest pê kir û heta îro, dewleta faşîst û qirker Tirkiye dibêje ‘Me ew qedand, em ê wan biqedînin, îro sibe diqede’. Ev şerekî psîkolojîk û taybet e. Bi vê re dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne, pêşiya têkoşînê bigire, qirkirinê bidomîne û Kurdistanê bike welatê Tirkan. Li dinyayê gelek dewletên dagirker hene, gelek welat dagir kirine lê tu carî nexwestine welatê wan bikin welatê xwe, gel bi fîzîkî û asîmîlasyonê qir bikin. Lê dewleta Tirk vî tiştî dike. Siyaseteke gelekî qirêj dimeşîne. Gerîla, YPS û HBDH li dijî vê siyasetê û li dijî şerê qirêj têkoşîneke pîroz dike. Ez wan pîroz dikim, silav û hurmetên xwe ji wan re dişînim. Ew li dijî dewleta faşîst û qirker a Tirk têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Yên ku li dijî dagirkerî û faşîzmê be, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têkoşînê bike, bixwaze li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi pêş bikeve, wê vî şerî bike. Heke vî şerî neke, nikare demokrasî û azadiyê bi pêş bixe û qirkirin û faşîzmê pûç bike. Ji ber vê jî ji bo gelê Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn wesfekî dîrokî û pîroz dikin.

Niha tê zanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê çandeke berxwedanê çêbûye, gerîlayên HPG, YPS û HBDH vê çandê temsîl dikin. Ev çandeke mezin e. Li Tirkiyeyê Denîz, Mahîr, Îbrahîm tovê wê danîn û Rêber Apo ew berdewam kir. Nehişt ku ew çand bitemire û tasfiye bibe. Ev çand li Kurdistan xurttir û mezintir kir. Gelên Rojhilata Navîn û li dinyayê yên ji bo azadî û demokrasiya sosyalîzmê têdikoşin, ev çand ji xwe re kirin esas. Gerîla dibîne, wî ruhî werdigire û bi wî ruhî ew jî li welatê xwe têkoşînê pêş dixin. Ez careke din gerîla pîroz dikim.

Berê digotin dema gerîlatiyê qediya, dema CHE bihorî. Hûn çawa şîrove dikin?

Wexta ku gerîla derket, di destan de tu derfet tunebû. Hemû bi ked û têkoşîna xwe, bi şehadeta xwe gelek îmkan û derfet ava kir. Him ava kir û him jî ew têkoşîn bi pêş xist. Rêber Apo çi got, ‘Em bi derzîyê bîrê dikolin’ Bi vê tarzê ev têkoşîn hate geşkirin. Gerîla dema ji bo welat gavên xwe avêt jî dizanibû ku wê şehîd bikeve. Lê dizanibû ev şehadet wê gelê Kurd rake ser pêyan û ji bo wî gelî îmkan û nirxan ava bike. Ji ber vê jî bêyî teredud ev têkoşîn da pêş xwe û çil salan jî tecrubeyeke xwe ya mezin çêbû, gelek îmkan jî çêkir. Ji niha û şûnde jî ew ê vê têkoşîn û çandê xurttir bimeşîne. Bêyî gerîla li Kurdistanê tiştek ava nabe. Gerîla her dem ji bo gelê Kurd îmkanan çêdike û diparêze. Ji niha şûnde jî wê gerîla nirxan biparêze.

Niha li dinyayê û Tirkiyeyê bi tenê rojevekê dikin esasî ew jî vîrusa koronayê ye. We berê jî gotibû ‘AKP ket lê xwe bi vê vîrusê girt’ Her kes xist malan lê karker da xebitandin, êrîşên li ser mûxalefetê domandin. Bi pêşengiya Kurdan mûxalefetek hebû û êrîşî vê mûxalefetê hate kirin. Dest danîn ser şaredariyên gel piştre çete û mafyayên xwe ji zindanê derxistin. AKP bi van polîtîkayan dixwaze çi bike û li hemberî wê divê hêzên mûxalif çi bikin.

Heke ew koronavîrus derneketa holê, desthilatdariya AKP û MHP’ê ketibû nav rewşeke zor û zehmet. Nikaribû bimeşe. Ev vîrus ji bo wan bû firsendek da ku karibin xwe ji wê rewşa zehmet derxînin. Him Erdogan û him jî Bahçelî çi gotin ‘Em ê vê vîrusê ji xwe re bikin firsendek’ Ev axaftin li pêş her kesî kirin. Bi rastî wisa jî nêzik dibin. Ev desthilatdarî her dem firsendan ji bo xwe çêdike. Tunebe jî çêdike. Wekî 15’ê Tîrmehê. Ew difikirin ku em çawa dikarin sûdê ji vî tiştî werbigirin û desthilatdariya xwe biparêzin. Bi vî awayî nêzikî vîrusa korona jî bûn. Tu carî ji bo tendirustiya gel nexebitîn. Parastina desthilatdariyê ji xwe re kirin esas. Ji bo parastina desthilatdariya xwe jî hinek tişt kirin. Ji bo kesên xizmeta wan dike, hinek tişt kirin. Lê wisa diyar kirin ku wekî li dijî vîrusa koronayê dixebitin û xwestin civakê bixapînin. Bi vî awayî jî alîkariyên ji bo hevalbendên wan jî neyê fêmkirin. Bi vê re xwestin careke din bingeha xwe mezintir bikin, ji ber vê jî alîkariyê didin hevalbendên xwe. Yên ku ji bo wan xizmetê nakin, hemû li derve hiştin, tiştek neda wan. Ji xeynî ku tiştek nedan wan fikirîn ew ê wan çawa bê bandor bikin. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê û dinya fêm neke, dest bi xapandinan kirin da ku wê vîrusê têxin bi xizmeta xwe û desthilatdariya xwe biparêzin. Bi taybetî ji bo gelê Kurd û Kurdistan ne maske şandin û ne jî cîhaz şandin. Wer dan diyarkirin ku dişînin. Mesele derket holê li Amedê jî maskeyên sixte şandine ji bo ku pêşiya vîrusê neyê girtin û ji bo ku vîrus belav bibe. Di çapemeniyê de em dibînin waliyê Êlihê dibêje li Êlihê her ku diçe vîrus zêde dibe. Em ê derketina derve qedexe bikin. Ev jî îspat dike ku ji bo gelê Kurd û Kurdistanê pêşiya vîrusê vedikin. Çima? Ji ber ku li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê dimeşînin.

Vêya jî venaşêrin, eşkere dibêjin em ê koka Kurdan qir bikin. Siyaseta ku niha li ser vîrûsê dikin dibe beşeke siyaseta qirkirin, xizmeta wê dikin. Em ê çawa Kurdan qir bikin, dixwazin ji vîrûsê sûdê bigirin. Kes jî li dijî wan nasekin, kes rexne nekin ku bikarin bêjin vîrûs hebû, di encama vîrûsê de ev mirin pêk hat. Çawa ji bo Ermeniyan dibêjin, me di qirkirinê re derbas nekir, me cihê wan guherandin. Di rê de hinek bi nexweşiyê mirin, hinekan bi me re şer kirin mirin, bi wê rêbazê qetlîamê wisa dixwazin veşêrin. Li ser Kurdan jî qirkirinê ku di meşînin dixwazin bi vîrûsa koronayê veşêrin. Ji bo wê dikin. Divê gelê me vê baş fem bike. Lazima gelê me hêviya xwe bi vê dewletê neîne, bi vê desthilatdariya AKP/MHP’ê neîne. Tiştê ku ew dewlet, ew desthilate bide gelê Kurd nîne. Tişttê ku bide hêzên demokrasî azadiyê nîne. Tiştê ku bide Elewî û Êzîdiyan, jin, ciwanan nîne. Bide Êzidiyan nîne. Divê ev bê dîtin. Ji bo wê jî xwe muhtacî vê dewletê, desthlatê nekin. Li xwe xwedî derkevin. Ji bo wê derfetên xwe bidin hevdu. Parvekirinên di nava hev de pêş bixin. Derket ku dewlet, desthilatdariya AKP/MHP’ê xizmeta wan nake, heta ji bo wan mirinê tîne. Destdanî ser şaredariyan, şaredarî dagir kirin û ji Kurdan girtin. Dîsa qanûnek derxist, bo alîgirên xwe. Ji bo çeteyan. Ê kuştin kirin, ên ku destdirêjkar û tecawîzkaran qanûn derxistin. Yên ku derxistin hemû niha di wezaretên navxweyî de cih digirin.

Ji bo çi?

Li nava cendermeyan cih dikirin, Ji bo şerê taybet cih dikin. Ji bo qirkirinê bi cih dikin. Ev hemû wê berê wan bidin ser Kurdan, hêzên demokrasî û azadiyê. Me baldar lê binêrin, piştî ku destdanîn ser şaredariyan, bi vê qanûnê derxistin û şûnde êrîşên xwe zêdetir kirin. Êrîşî ser goristanan dikin, êrîşî şaredarî, muhalefetê dikin. Yanî dixwazin her kesî bêdeng bikin. Kes li dijî wan dernekevin. Kî/ê li dijî wan derkevin, dibêjin ev xayînin, lazim e nemînin. Cenazeyê Îbrahîm Gokçe birin cihê ku defin bikin, yên MHP’ê eşker li ber ragihandinê digotin ‘Hûn veşêrin jî em ê derxînin û bişewitînin’. Ji xwe berê jî kirine. Li Akdenîzê, Entalya wan deran gerîla dan seyan, li Cizîr, Silopiya û li gelek bajaran wextê ku gel li xwe xwedî derdiket, tekoşîn dikir. Bi sedan mirov kuştin, cenazeyên wan bi hefteyan li erdê bûn, seyan dixwarin. Dewletekî wiha ye, desthilatekî wiha heye. Yanî desthilatiya AKP/MHP’ê ji bo ku qatil derxistin faşîst derxistin, ê ku tecawîzkar derxistin, wan hemû rêxistin dikin berê wan bidin Kurdan û hêzên demokrasî û aştiyê, ji bo wê êrîş wê zêde bibin. Li dijî wê jî her kes divê bi zanabûn tevger bike, rêxistina xwe û tekoşîna xwe xurt bike. Ji bo wê îtifaqên xwe xurt bikin. Ne tenê wek bêjin; em li dijî vê ne, em qebûl nakin. Em mehkûm bikin, wisa daxuyanî bidin. Ew tiştekî çareser nake. Pêşiya êrîşan nagire. Divê her kesek hêzên xwe, bide hev, xwe rêxistin bike. Tiştên xwe yên hevpar esas bigirin, li ser wan yekîtiya xwe ava bikin. Li dijî vê faşîzma dagirkeriyê bisekinin, tekoşînê bike. Eger tekoşîn bike, ew desthilate pir lewaz e, zeîf e; hatiye ber rûxandinê. Hinek lazim e temam bike. Yanî ya ku li Kurdan, hêzên demokrasî tê xwestin ev e. Êdî wextê daxuyaniyan derbas bûye, wexta tekoşînê ye. Tekoşîn mezinkirinê ye.

Faşîzma AKP/MHP’ê we jî anî ziman, qirkirina derxist astekî jortir. Rastî mirov mirovahî pîrozahiyekî dide goristanan, miriyan. Dijmin dema yek yekê dikujî dijminahî diqede, Exlaqekî mirvahiyê heye. Îstisnahiyê vê di dîrok de Moxilin, niha DAÎŞ û AKP/MHP’ê ye, li hemberî vê ferasetê di kesayetiya Dayika Halîxe û Hafkîfe de berxwedanekî rûmetê tê kirin. Dayika Hakîfe ji bo carekî din gora keça wê neşkînie, niha li nobedê de ye. Li gorî we di serî de malbatên girtî û şehîdan bi giştî gelê Kurd li hemberî vê dikarin çi bikin, peyama we ji bo wan çiye?

Niha, gora Seyîd Riza, Şêx Seîd wana hene yan ne? Kes nizane li kû ye. Ê niha jî êrîşî goristanan dikin. Dixwazin goristanan tine bikin. Yanî siyaseta ku berê li dijî Kurdan dikirin, niha dikin. Li dijî Şêx Seîd, Seyîd Riza çi siyaset kirin, îro jî wê hê zêde kûrtir û hê eşkere dikin. Tê zanîn di dîrokê de yê ku li dijî dagirker û qirkerên Tirk tekoşîn kirine, wextê ku girtin birin ber sêdarê; wan di axaftinên xwe yên dawî de çi gotin; digotin ‘Ewladên me neviyên me, wê vê têkoşînê bidomînin’. Gerîla, PKK vê pêk tîne. Eger ku dewleta Tirkiye desthilata AKP-MHP’ê êrîşî goristanan dike, texrîb dike. Ji bo wê dike. Yanî tolê wer digire. Dibêjin; ‘Hûn çawa daxwaziyên Şêx Seîd, Seyîd Riza wana pêk tînin. Divê hûn pêk neînin.’ Ji bo wê êrîş dikin. Êrîşî goristanan kirin, êrîşa ne tenê wan şehîdan e, wan malbatan e; di şexsê wan de êrîşî gelê Kurd tev dike. Nirxên Kurd, nasnameya Kurd dike. Dixwazin bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rakin. Siyaseta qirkirinê dimeşînin. Ji ber ku goristan hafizeya gelê Kurd, zanabûna gelê Kurd e. Ruhê gelê Kurd e. Nirxê gelê Kurd e. Ji ber ku yên ku Kurd ji mirinê rakir ser piyan. Yê ku Kurd kiriye Kurd û xweşik kiriye. Dibêjin; ‘We nehişt ku em Kurdan tine bikin. We Kurdan rakir ser piya xweşik kir.’ Ji bo wê êrîş dike û tolê distîne. Ji bo wê êrîş dike.

Ew hemû ji bo Kurd Kurdistan, di şexsê Kurdan de ji bo merovahiyê têkoşîn kirin. Tenê canek xwe hebûn ew jî kir. Ji bo wê êrîş dikin. Sedem ew e. Li cîhanê çi desthilatiyê rengê xwe çi dibe bila bibe, êrîşî goristanan nekiriye, goristan texrîb nekiriye. Tek yê vê dikin Tirk in. Ev jî rastî û kerekterê wan diyar dikin. Eleqeyê wan bi mirovahiyê, bi Îslamiyê nemaye. Vê didin nîşandan. Ji bo wê ne tenê lazim e, malbat şehîdan li goristana xwedî derkevin. Li dijî dagirkeriyê bisekinin. Yên ku dibêjin Misilman im, yên ku dibêjin baweriya min bi ol heye. Olê xwe mezhebê xwe, terîqeta xwe çi dibe bila bibe, divê li dijî siyaseta ku dewleta Tirkiye li ser goristanan dike, bisekine. Yên ku ne sekine, mirov zane çi eleqeya wî/ê bi mirovahiyê, bi nirxê mirovahiyê û bi olan nîne. Bi taybet jî Tirkiye bi piranî Îslam e, eleqeya xwe bi Îslamiyetê nemaye. Di Îslamiyetê de tiştekî wiha nîne. Rêzdariya goristanan girtin heye. Îro em dibînin, nahêlin ku gel cenazeyê xwe bi çanda xwe, rakin. Bi wecîbeyên olî veşêrin. Cenazeyan didizin. Bê malbat, dibin vedişêrin. Nahêlin ku îbadetên xwe pêk bînin. Li goristanê jî rehet nahêlin, vedikin, hestiyên wan dibin, winda dikin. Gorên wan winda dikin. Yanî bi navê Kurda tiştek nemîne. Weke şehîd Şêx Seîd, Seyîd wana. Wê siyasetê dikin. Ji bo wê yê ku dibêje dibêje ez misilman e, taybet divê vê zilmê qebûl neke. Ji ber ku Îslameyet vê qebûl nake. Çawa yê dibêje ez Misilmanim vê qebûl dike, li dijî vê nasekine. Lazime bisekine. Ew tenê wezîfeya Kurdan e. Erka yê dibêje ez mirov im. Yê ku dibêjin ez Kurd im, yê ku dibêje ez demokrat, sosyalîst, misilman, xiristiyan im; ev erka her kesê ye.

Êrîşkirina li ser goristanan karakterê AKP-MHP’ê nîşan dide. Rastiya wan derxist holê. Bi her kesê da famkirin. Ew çiqasî bêjin, ‘Em Tirkin, Misilimanin’ ti eleqeya wan bi misilmaniyê nîne. Ev bi navê Îslamiyetê, bi navê Misilmaniyê bi navê gelê Tirkiyeyê dike. Li vir ez dipirsim, gelê Tirkiyeyê Tirk ên ku dibêjin em misilmanin vê qebûl dikin an ne? wê vê qebûl bikin an ne? divê vê pirsê ji xwe bikin û bersiv bidin. A rast ew e. Niha nihek dayikên me, ji bo ku goristanên wan neyên xirakirin, diçin nobedê digirin. Dîsa dewleta dagirker ji malbatan re dibêjin lazime hûn kêlên gorên xwe rakirin, nivîsan hûn jê bibin. Mimkune hinek malbat bêjin; bê ku ew bikin, em xwe bikin. Em vê zilmê nejînin. Ev şaş e Lazime kes raneke. Her kesek jî li goristanan xwedî derkevin. Rê nedin ku bê n texrîbkirin. Mimkûne tam tankên wan heye, teyare, helîkopterên wan heye. Dikarin belkî xira bikin. Bila xirabe bikin. Ew ti carî wan nirxan biçûk nakin. Hê mezintir dike. Lazim e gelê me jî ew malbat jî vê baş bizanin. Hestên xwe mezin bikin. Ew bibe sedemê hêrsê. Ku bû sedema hêrsê, têkoşîn mezin dibe, ew nikarin bikin. Eger hêrs nebe, tek tek kes li dijî derkeve, ew li wir cesaretê digirin. Ji bo wê divê gelê me li dijî wê bi hemû derfetên xwe bisekine. Bizane ku di kesayeta goristanan de dixwaze wî gelî tine bike. Çawa gelê me wê vê qebûl bike. Ji vê xirabtir tiştekî din nabe. Wan şehîdan bo wî gelî canê xwe dan. Ew gelê deyndarê wan şehîdan e, lazime wan biparêze. Ew ekra wan e. Eger gelek li nirx û şehîdên xwe dernekeve, ew gel wê tine bibe. Gelê me divê vê baş fam bike ku bikare, erka xwe jî ji bo şehîdan pêk bîne. Bi vê boneyê, ew dayikên ku li ser goristanan nobedê digirin, dîsa dayikên me yên aştiyê, dayîkên laçikspî tekoşîn kirin, silav dikim, wan pîroz dikim. Diçim destê wan. Wana erka pîroz pêk aniye. Erkekî netewî, mirovî pêk aniye. Di dîrokê de jî cih girtine. Ew şeref û keramaeta gelê Kurd in. Bi vê serbilindiyê dikarin bimeşin. Dikarin meşa xwe hê xurtir bikin.

Faşîzma AKP/MHP’ê anî ziman, lepik û mask û dîsa amûrên tenduristiyê neşandin Kurdistanê, nadin zindanan jî. Lê di alîkî de weke nakokiyek trajî-komîk tam mirov nikare bi nav bike. Heta bi Emereîka re bi çend dewletên re amûrên tenduristiyê re şandin. Sedema vê çibû?

Niha dewleta ku ewqas, gelê xwe dixapîne, pê dilîze; êrîşî hemû nirxê wî dike, hele hele dixwaze koka Kurdan qir bike. Divê mirov qebûl neke. Bi taybet banga min ji bo gelê Kurd ew e. Gelê Kurd bi dewletekî wer û dîsa bi desthilatekî mîna AKP-MHP’ê re nejî. Guhertina vê dewlet û desthilatê ji bo xwe divê esas bigire. Eger vê esas wernegire, wê dewletê vê desthilatê bo gelê Kurd tenê mirinê îfade dike. Derveyî vê ti tiştekî din îfade nake. Niha vîrûs heye, bi gotin dibêje, dewleta Kurdan û desthilata Kurdanim jî , lê ji bo Kurdan mirinê pêş dixe. Ji bo vîrûsê ne maskeyek û ne jî cîhazeke tenduristiyê dide Kurdan. Heta pêşiya vîrûsê vedike ku Kurd bimirin. Vê dike. Li gel vê jî, dibêje ez maske, amûrên paqijiyê dişînim dewletên derve. Propagandaya vê dike. Bi vê dixwaze, rûyê xwe yê reş, spî bike. Ji ber ku dewleta Tirkiye, îmajek nemaye derve, Îmajek reş heye li derve. Kes bawer nake. Gotibûn vîrûs ji bo me fersende divê sûdê ji vê bigirin. Wê dike. Yanî çawa wê îmaja xwe ji derve biçek baş bike. Bi vî awayî dixwazin bikin. Ev dewleta bi gotin, hinek maske, hinek amûrên tenduristî şandî, rastiya vê desthilatiyê baş dizane. Ew nikarin van dewleta bixapînin. Dixwazin alîkariya bikin. Eleqeya xwe baş bike, bi vî rengî. Yek jî tişta ku li ser Kurdan, li ser hêzên demokrasî û azadiyê, li ser rewenbîr, hunermend, nivîskar û muxalefetê dikin, kes nezane. Deng neke. Li ser bigire, veşêr e. Ji bo vê dike. Alîkî vê dike, gelê Kurd li Tirkiyê heta gelê Tirkiyeyê pêwîstiya wan bi maskeyan heye, nadin wan. Heta bi pere nadin. Li alîkî din dibêje li derve alîkarî dikim. Bi temamî xapandine. Li gel vê yek jî çi propagandayê dikin, binêrin li Tirkiyeyê vîrûs pir belav bûye, lê mirin pir kêm e, pêşî hatiye girtin. Li Emerîka, Ewropa vîrûs pir belav bûye. Mirin pir heye. Ez serketime, propaganda vê dike. Yanî bi vê dixwaze gelê Tirkiye bi xapîne. Bikare carekî din alîkarî wan wergire û desthilatdariya xwe biparêze. Yek jî ji bo vê dike. Eger ku dibêje ez alîkariyê dişînim,ji bo vê dişîne. Sedem ew e.

Ji çeteyên Roj bigire heta wek El Qaîde girêdayî wê El Nûsra wekî din navê wan cuda û heman hişmendî. Tirkiye bi hezaran çete şandin Lîbyayê dan şerkirin. Dîmenên wan derketin. Yên ku çeteyên Roj, El Nûsre derketin. Li Lîbya şerekî vekirî û veşartî tê kirin. Hûn vê pêşketinan çawa dinirxînin?

Dinê tev zane ku DAÎŞ rehet dihate Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê dima, bi alîkariya Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Iraqê dibûn. Eger li Iraq û Sûriyeyê diçin Tirkiye û Lîbyayê vê jî dizanin. Her kes vê dizane. Min got, berjewendiyên xwe ev dewlet esas digirin. Ji bo berjewnediyên xwe çavên xwe digirin. Tirkiye, li nakokiyên van dewletan sûdê digire. Hem çete tîne Tirkiye, derbasî Sûriye, Iraqê dike. Hem jî li van deran derbasî Tirkiye dike û dişîne Lîbya û hem jî dişînin Yemen. Mimkûne bişînin hinek cihên din jî. Heta ku AKP-MHP li ser desthilatê be. Ji bo cîhanê rehetî nîne. Ew belayekî mezin çêdikin ji bo mirovahiyê. Tiştê ku DAÎŞ dike, Tirkiye jî dike. Heman hişmendî ye, hişmeniya wan a cuda nîne.Çawa ku DAÎŞ talanê dike, kuştinê dike, serî jê dike, civakê texrîb dike, çand û olan texrîb dike û nirxan tine dike. Tirkiye jî desthilata AKP-MHP’ê jî vê dike. Dikeve ku wir talan dike. Dikeve ku li wir girtin û kuştinê dike. Dikeve ku lazim e her kes xizmetê wan bike, yên neke jî jiyanê ji bo wan heram dike.

15’ê Tîrmehê serê leşkerên xwe weke DAÎŞ’ê jêkirin. Yanî rêbazên AKP-MHP dike, DAÎŞ dike. DAÎŞ li AKP-MHP’ê ew rêbaz wergirtiye. Rastî ew e. Wextê ku li sînor bûn, Tirkiye digotin, ‘ez qebûl nakim’ qebûl nekir û dagir kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser sînor bûn dengê xwe nedikir, her kes bi wê yekê dizane. Çawa ku wê yekê dizanin û dengê xwe dernaxin. Gelek dewletan li hemberî DAÎŞ’ê nerazîbûnên xwe didan diyarkirin. Dewleta Tirkiyê û AKP-MHP heman hişmendî, rêbaz û kiriyaran pêktîne lê ew dewletane dengê xwe dernaxin. Ew çi siyaset e? Siyasetekî bêexlaq e. Ji bo bercevendiyên xwe hemû tiştan dixin bin lingan û xwe jî wek hêzên demokratîk nîşan didin. Pêwîste ku gelê me bi taybetî wê yekê baş bibîne. Ji ber ku AKP-MHP’ê vehşeta mezin a DAÎŞ’ê li dijî gelê me pêşxist û pêş dixe. Niha dewleta Tirkiyê siyaseta ku birêve dibe jî gemar, qirêj û bêexlaq e; siyaseta ku li dijî wê jî nasekîne û alîkariyê dide wê jî bêexlaq e, hevdu temam dikin. Xwe wisa nîşan didin ku li dijî DAÎŞ’ê ne, ev xapandine. Divê tu kes xwe bi wan axaftinan ve nexapîne. Li wir dixwazim ji bo gelê Ereb, Jin, Ciwan, Nivîskar, hunermend, rewşenbîran û saziyên sivîl bangewazî bikim. Temaşe bikin dewletê Tirkiyê ciwanên Ereb hem dixe nava bazarê hem jî nava şer û di her du aliyan de bikartîne. Di bin navê Ereb û Îslamiyetê ciwanên Ereb dixe nava şer. Bi wê yekê re jî zirarê dide Îslamiyet û gelê Ereb. Pêwîste gelê Ereb wê qebûl neke. Rojhilata Navîn bi giranî Ereb û Misilman e. Çete di bin navê Îslamiyet û Ereban wê zilm û vehşetê li her cihî pêş dixe. Navê Îslamiyet û Ereban xirab dikin. Zirara ku Tirkiye, AKP-MHP dide Îslamiyet û Ereban tu kesê nedaye. Dibe ku bi nav DAÎŞ, Elnûsre û çeteyên Roj bin lê li pişt wan yê ku wana perwerde dike, çek û derfetan dide wan û dişîne her derê û li ser wan bazar, şantaj û gefan dike û şeran pêş dixe, Erdogan û Bahçelî ne. Ji ber wê divê gelê Ereb, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, ciwan û jinên Ereb li dijî wê bisekînin û bêjin ku Tirkiye navê Îslamiyet û Ereban li cîhanê xirab dike. Li cîhanê li hemberî Îslamiyet û Ereban nakokî û nerazîbûnê pêş dixe û em wê qebûl nakin. Kes nikare di bin navê Îslamiyet û Ereban wê yekê bike. Ji bo wê jî pêwîste bi xwe li xwe xwedî derbikeve. Ji bo gelê Ereb ya rast ev e.

Beriya niha jî we ji bo ambargo û dorpêça TC û PDK’ê ya li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nirxandin kiribûn, gelê wargehê ji ber wê ambargoyê gelek zehmetî kêşandin, zarokên xwe wenda kirin û nexweşên wê vefat kirin. Di vê serdema vîrûsa Koronayê jî ew ambargo bi israr didome. Mînak di asta cîhanê de dewletên dijmin (dijî hev) di rewşên wisa de alîkarî dane hevdu, lê dîsa jî nahêlin ku amûrên tendirustiyê û derman bi hêsanî biçin Mexmûrê. Hûn sedema wê dijminahiya bi israr ya li hemberî Mexmûrê çawa şîrove dikin?

Tiştên we gotî rastin. Îro li cîhanê dewletên ku hevdu hez nakin û heta di navbera wan de nakokî hebin jî, li dijî vîrûsa Koronayê alîkariya hevdu dikin. Ê Mexmûr Kurd e, ji bo Kurd xizmet kiriye, şehîd daye û nirx avakirine. Di avakirina nirxan de rol û kedekî wan heye. Çawa dibe ku PDK li dijî Mexmûrê ambargo û dorpêçê didomîne hem jî di demkê ku metirsiya vîrûsê heye. Yanî ti sedemekî wê nîne. Yanî PDK nikare wê yekê ji Kurdan û mirovatiyê re îzah bike. Ew yek ti carê nakeve xizmeta PDK û Kurdan jî. Siyaseta ku PDK li dijî Mexmûrê dimeşîne, şermekî mezin e. Wana ji bo Kurdan şer kirine, ez bi xwe jî şerm dikim ku PDK çawa dikare wê ambargo û dorpêçê di demekê vîrûs de li dijî Mexmûrê didomîne. Ez nikarim wateyekî bidim wê yekê. Tirkiye dijminê Kurd e, dixwaze Kurdan ji holê rake; ji ber ku gelê me yê Mexmûrê jî xizmetê Kurdîtiyê kiriye lewma dixwaze wê kampê belav û vala bike û ji holê rake da ku têkiliya gelê Mexmûrê bi Kurdîtiyê û nirxan nemîne. Dixwaze wisa ji wê wargehê tola xwe bistîne. Çawa ku şehîdan xizmeta gelê Kurd kiriye, ji bo Kurdan tekoşîn kirine, canê xwe dane, nirx avakirine; întiqamê wer digirin. Li Mexmûrê jî întiqamê wer digirin. Ji ber ku Mexmûrê jî ji bo Kurdîtiyê gund û milkên xwe terikandin, di têkoşînê de cih girtin û şehîd dan. Hê jî ji Kurdîtiyê û nirxan xwedî derdikeve û serê xwe natewîne. Lewma Tirkiye dixwaze belav bike. Bercevendiya Tirkiyê wê dixwaze lê çima PDK wê zemînê ji bo Tirkiyê dide jiyankirin. Ew siyaset xizmeta kê dike? Xizmetê dewleta Tirkiyê dike. Ji ber ku Tirkiye dixwaze wê belav bike. Ambargo û dorpêç jî xizmetê wê dike. Wate bi navê Kurdîtiyê, mirovatiyê, netewiyeta Kurd û dewletê ev siyaset nameşe. Ango nabe. Ji ber wê banga min ji bo PDK’ê ew e ku êdî pêwîste wê şermê li ser xwe û Kurdan rake. Ji ber ku dunya jî wê yekê dibîne. Dunya jî wê dipirsê û dibêje ‘PDK çawa li dijî Mexmûrê wê siyasetê dimeşîne?’. Di vir de ji Kurdan dikevin gumanê. Ji ber ku Kurd li dijî Kurd nikare wê siyasetê bimeşîne. Dagirker dikarin; ji ber wê nikarin wate bidinê. Ev yek ji bo PDK’ê jî ne başe. Vîrûsa Koronayê jî çêbû û ew jî firsendeke ku dikare ji wê firsendê sûdê bibîne û xwe ji wê şermê xilas bike. Niha li Ewropa, hemû beşan, banga gelê me, hunermendên Kurd li hemû cihan, nivîskaran, siyasetmedaran, her wiha dostên Kurdan yên wek li Danîmarkayê hene û dibêjin bila di navbera Kurdan de nakokî nemîne û yekîtiya Kurdan çêbibe. Wateya wê çiye; wate divê PDK wê siyasetê li ser Mexmûrê nemeşîne, rake û bi dawî bike. Ew aloziyên ku li Wertê tê jiyankirin, wana bi dawî bike. Bila wisa dewam neke. Bila gel di nava gumanan de nedin jiyankirin. Me di nava gumanan de nedin jiyankirin. Wê bangê dikin; ev bangane di serî de ji bo me û ji bo her kesê bangên di cih de ne. PDK wan siyasetane dimeşîne lewma ew bangane di serî de ji bo wê ne. Eger PDK wan siyasetane bimeşîne wê zirarê bibîne. Ji ber ku her kes li dijî wê siyasetê ne. Edî gel ne gelê berê ye. Gelekê Kurd çêbûye. Tiştên ku xizmetê gelê Kurd neke qebûl nake, li dijî wê disekîne û wê bisekîne jî. Ji bo wê ez dibêjim ku pêwîste PDK dawî li siyasetê ku hem ji bo Wertê û hem jî ji bo Mexmûrê dimeşîne bîne.

Di navê wê de Kurdistan û demokrasî heye, We ewqas nirxandin kirin başe armancê PDK’ê çiye? Bi çi armancê wê siyasetê dimeşîne?

Min beriya niha jî got ku em nikarin wate bidin wê siyasetê. Dostê Kurd jî nikare wateyekê bidinê. Ji ber ku xizmetê Kurd nake. Tiştê ku xizmetê Kurd neke jî wê xizmetê ên ku dibêjin ez ji bo Kurdistanê têkoşîn dikim jî nake. Wê çaxê ew xizmetê kê dike? Pêwîste PDK wê bipirse û bersiva wê jî pêş bixe. Ya ji PDK’ê tê xwestin jî ew e. Ji bo wê jî pêwîste yên ku dibêjin pêwîste siyasetên PDK’ê yên li ser Wertê û Mexmûrê bidawî bibin, çalakiyên xwe zêde xurt bikin, sist nekin û zextê bikin da ku ew pirsgirêkane rojek beriya rojekê çareser bibin û pêwîstiya Kurdan a bi Yekîtiyê pêk bê. Ji ber ku berjewendiya Kurd wê dixwaze.