Bayik: Mafê tu kesî nîne ku carekî din bi Kurdan bide windakirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku şerekî muxtemel ê di nava Kurdan de rû bide wê zirarê Kurdan hemû û got: “Gelê Kurd êdî li cîhanê tê nasîn û rêz ji bo wê tê girtin. Mafê tu kesî nîne ku carekî din bi Kurdan bide windakirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê ji bernameya taybet a Stêrk tv re axivî. Bayik di beşa duyemîn a bernameyê de li ser şerê li Kurdistanê dom dike, pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, îtifaqên AKP-MHP-Ergenekon, êrîşên li ser gelê Kurd û hêzên demokratîk û berxwedana gerîla ya li hember êrîşan nirxand.

Bayik ê got, çi dibe bila bibe divê tu partî bi dijminên gelê Kurd re hevkariyê neke, carekî din banga diyalogê kir.

Gelek rewşenbîr, nivîskar, jin, ciwan yên Kurd giştî gelê Kurd li hemberî siyaseta PDK ya şerxwaz û provakatîv weke hevkariya dewleta Tirk a dagirker hate pênasekirin. Hewlestekî netewî raber kirin. Hûn ji bo vê helwesta gelê Kurd dixwazin çi bêjin, carekî din ji bo xeteriyeke ku şer nava hêzên Kurdan de derkevin pêk neyê. Divê hêzên Kurd çi bikin?

Wexta ku hêz anîn Zînî Wertê, dîsa Xakûrkê, herî dawî jî anîn Garê; di nava Kurdan de li dijî vê yekê helwest hate nîşandan û sekinek hate raberkirin. Li hemû beşan derveyî welat, civaka Kurd gotin em li dijî şer in. Ji ber ku şerê ku biqewime, ziyanê tenê nade PKK’ê, zirarê dide gelê Kurd hemûyê. wê ziyanê bide hemû beşan û derveyî welat. Kurdan xwe li dinê daye naskirin. Îro her kez rê dideyê bi tekoşîn û berdêlên dayî. Yanî heqê kesê tine ku vê bixe xeteriyê. Bi gelê Kurd bide windakirin. Em vê qebûl nakin. Dostên Kurdan jî gotin, li Parlementoya Ewropa yên ku dostên Kurdan bûn gotin; em li dijî vê ne lazim e Kurd pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Divê ti carî şer nekin, ew zirarê dide gelê Kurd. Li hemû beşên Kurdistanê, jinên Kurd, ciwan, rewşenbîr, hûnermend, akademîsyen, hinek siyasetmedarên Kurd, ji her beşê civakê gotin; ‘em vê qebûl nakin’. Divê Kurd ne ku bi hev re şer bikin, divê bi hev re di nava diyalogê de bin û alî hev bikin. Ev yek wê bi me bide qezençkirin. Vê çi derxist, her kesê da fêmkirin ku yanî Kurd di aliyê zanabûnê de gelek pêş ketiye. Zane bûye. Êdî Kurd çi dikeve xizmeta wî, çi zirarê dideyê fêm dike. Tiştê ku zirarê dide qebûl nake û li dijî wê disekine. Ev yek derket holê. Ne tenê zanabûna Kurd, vîna Kurd  û hêza Kurd jî derket holê. Cîhanê jî dît ku Kurd bi xwe xwedî derdikeve. Gihiştiye qonaxekî nû. Ev hemû gelek tiştên baş in. Her kes divê wisa bibîne. Yanî gelê Kurd êdî qedera xwe weke berê bi partiyekê girê nade. Dibêje; ‘ez jî heme, pirsgirêkên me yek partî nikare weke xwe çareser bike. Divê me bibîne. Êdî pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ye. Ne tenê ya partiyekê ye. Partî nikarin weke xwe, weke berê çi bixwazin bikin. Divê çi bikin, divê me bibînin û wisa bikin. Eger me nebînin. Daxwazên me, hêviyên me ji bo xwe esas negirin, em wan partiyan qebûl nakin û wê siyasetê qebûl nakin.’ Vê yekê jî eşker e diyar kirin. Ev ji bo me kêfxweşî ye. Gelê me gihiştiye qonaxekî bilind. Êdî bûye gelek, netewek ji bo xwe zana bûye, vînek çêkiriye. Êdî li xwe xwedî derdikeve. Qedera xwe teslîmî kesekê nake. Ê bi salan jî Rêber Apo, PKK ji bo vê tekoşîn dike. Îrade daye gel ku gel xwedî li xwe derkevin. Em dibînin, bi van dorpêçên PDK’ê li dijî gerîla re pêş xistî, ev yek çêbû û derket holê. Yekîtiya gel çêbûye. Netewa gel û vîna gel çêbûye. Gel êdî tiştekê zira dideyê qebûl nake û li xwe xwedî derdikeve. Ev qezencekî mezin e ji bo Kurdan. Tiştê ku ji bo Kurdan serketine ji bo her kesê serketine. Em vê ji bo PKK’ê qezencekî mezin dibînin. Kes, divê nebêje hunermend yan jî rewşenbîr, hinek hêz rexne dikin, dixwazin pêşiya şer bigirin çi hêz nîne ku pêşiya wan bigire, hêza wan a leşkerî bigirin, derfetê wan nîne ku pêşiya şer bigire. Eger wer bifikirin şaş in. Hêza wan ji her kesê mezintir e.  Bi taybet hunermend û rewşenbîr wijdana gelê Kurd in. Ew civaka Kurd bi xwe ne. Hêza wan hêza civaka Kurd e. Werê lazim e divê kes wan bê hêz nebînin û kes xwe şaş nekin. Yên ku dibêjin ez ji bo gelê Kurd têkoşînê dikin, wê wijdana gelê Kurd û civaka Kurd bibîne. Ji bo rêz ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û her kesê pêşiya dorpêçê disekinin re digirin. Em bangên wan ji bo xwe esas digirin. Divê ew hemû jî vê bibînin. Niha KNK weke din hinek sazî yên Kurd û dost ji bo ku şer nebe, pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin, têkoşînê dikin, ew têkoşîn pîroz e. Ew têkoşîn xizmeta gelê Kurd dike, xizmeta azadî û demokrasiyê dike. Ji bo wê jî em vêya pir girîng dibînin û rêz jê re digirin. Em bangê wan ji bo xwe esas digirin. Ji ber ku ew banga gel e. Ji bo me esas e. Em dixwazin ku her kes jî, weke me vê bangê ji bo xwe esas bigirin. Niha çiqas rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, nivîskar, eşîret li hemû beşan siyasetmedar, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî li dijî şer bisekinin, bêjin em qebûl nakin; ew qas dikarin encamê bigirin. Pêşiya zirarê dikarin bigirin. Daxwaziya me ew karê ku dikin divê hê zêdetir pêş bixin. Eger pêş bixin, wê encam bigirin. Kes nikare pêşiya wê bisekine. Hêza xwe ya leşkerî çi dibe bila bibe, înkanê xwe pere, îstixbart, çekên xwe çiqas xurt bin bila bibin, nikarin li pêşiya gel, wijdana gel, daxwazên gel bisekine. Niha di navbera partiyên siyasî de jî divê eleqeyek demokratîk hebin. Ne wek partiyek ya xwe li ser ya din ferz bike, bi zorê xwe bide qebûlkirin, bi şer û şidetê xwe bide qebûlkirin. Çi partiyek li çi beşan nekin qûrbanê xwe. Hemû partî ji bo xwe hêz bibîne, têkoşîna hemû beşa ji bo xwe hêz bibîne. Ê çawa bike, wê têkoşînê divê hê zêdetir xurt bike, ne ku pêşî bigire, lewaz bike. Yan jî tesfiye bike. Niha li Kurdistanê bi her fikirê û her şêwazê partî hene û wê hebin, ev dewlemendiya gelê Kurd e. Kes lazime divê li dijî dewlemendiyên gelê Kurd nesekine, ew şaş e. Partî hebin û fikrê wan jî hebin û wê tekoşînê wan jî hebin. Divê ev hemû jî hevdu qebûl bikin. Kes nebêje; divê her kes weke fikra min be, li gorî min û li gorî daxwazên min û xizmeta min de bin. Yê ku nekevê xirab e. Divê ji holê rabe. Divê kes wiha nêzîk nebe. Divê vê weke dewlemendî bibîne. Têkilî jî demokratîk bin. Têkoşîna demokratîk jî hebin. Ev zirarê nade ti partiyekê. Ev partiyan hê zêdetir xurt û pêş dixe. Ev ji bo her partiyekê dibe hêz. Divê wer nêzîkî vê mijarê bibin. A rast jî ev e. Ya ku hemû partî û ji hemû beş û gelê Kurd bide qezenckirin jî ew e. Niha di vir de em vê dixwazin. Yek; Çi partî divê bi dijminê Kurdan re li ser dijminahiya beşeke din yan jî li ser dijminahiya partiyeke, yan hinek partiyên din têkilî çênekin. Eger li ser wî esasî têkilî çênekin, fikirê xwe, siyaseta xwe, têkoşîn bi çî şêwazî dibe bila bibe, em wana hêzekî gelê Kurd dibînin. Ew ji bo me jî hêzek e. Yek jî fikir û siyaseta wan û şêwazê xebatê wan bi çi rengî dibe bila bibe, divê di navbera wan de têkiliyeke demokratîk hebe. Dîsa fikir û siyaseta wan, şêwazên wan ên xebatê çi dibe bila bibe divê ti carî pirsgirêkên xwe bi şidetê çareser nekin bi diyalogê çareser bikin. Em vê dixwazin. Em weke ku dibêjin, ne li dijî hikûmeta Başûr in, ne jî li dijî PDK’ê ne jî. Pirsgirêkeke me bi PDK’ê û hikûmeta Başûr re nîne. Ne jî bi statûya başûr re jî heye. Weke ku dibêjin; me li Başûr ti cih dagir nekiriye. Pêwîstiyek me yê bi tiştekî wiha nîne. Çima em ê dagir bikin, ji bo çi em ê li dijî hikûmeta Başûr bin. Çima em ê li dijî PDK’ê bin. Sedeme me ya li dijî vê rabin nîne. Em li dijî dagirkeriya dagirkeran disekinin, têkoşîn û şer dikin. Her rojê em berdêl didin. Her kes jî vê dibîne. Em dixwazin Kurdistan ji dagirkeriyê rizgar bibe. Ji bo wê em têkoşîn dikin. Yên ku ji bo vê têkoşîn bikin, berdêlên giran bidin, wê çawa dagirkeriyê bike. Ev ne mimkûn e, ne bi aqile jî. Karê ku me ji bo gelê xwe kiriye li ber çav e. Gel dizane. Yanî çawa me Başûr destkeftiyên başûr û hikûmeta Başûr parastiye, pratîka me gel dizane. Ne hewceye ku ez vana yek bi yek bijmêrin. Hejmartinê jî ez baş nabînim heta şerm jî dibînin. Em wezîfeya xwe ya li ber gel pêk tînin. Ev erkek e. Em tevgerekî Kurdistanî ne. Tevgerekî gelê Kurd in. Em ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dikin. Em fedayê gelê Kurd in. Li kû derê destkeftiyek hebe em dibarêzin. Li ku xeterî hebe em li dijî wê disekinin. Pratîka me jî vê îsbat kiriye. Mirov divê li axaftinan nenêre li pratîkê binêre. Pratîka PKK’ê li her derê Kurdistan li ber çavê her kesê ye. Yekî enceq wijdanê xwe nebe dikare bêje; ‘PKK li dijî statûya Başûr, li dijî hikûmeta Başûr û PDK’ê ye’. Em ne li dijî kesê ne. Berê jî em wisa bû, niha jî em wisa ne û wê wisa jî dom bike. Divê her kes vê wisa fam bike. Ez eşkere dibêjim; em pirsgirêkan naxwazin bi şer çareser bikin, em li dijî vê ne. Em bi diyalog dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Niha jî em amade ne hevdîtinan çêbikin. Em ji bo vê amade ne. Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin. Em dixwazin li dijî gelê Kurd têkoşînê bikin. Ji bo wê em naxwazin ne bo kesekê astengiyê çêbikin û ne jî kes astengiyê ji bo me çêbike. Bi vê boneyê banga min çawa wijdana gelê me, rewşenbîr, hunermend û gelek sazî, gelek bavik, eşîret, siyasetmedar li dijî şer disekinin û diyalogê dixwazin em jî wê esas digirin. Ji derveyî vê tiştekî em esas bigirin tine. Em diyalogê esas werdigirin, çareseriya pirsgirêkan esas digirin. Em amade ne hevdîtinan çê bikin. Em dixwazin li gel hev li dijî dijminê xwe bisekinin. Bi taybet em dixwazin pêşmerge, gelê me Başûr li gel gerîla li gel me li dijî dagirkeriyê bisekinin. Welatê xwe biparêzin, erdê, nirx biparêzin. Ev dikeve xizmeta gelê Kurd. Ev Başûr hê zêdetir serbilind dike. Gelê me yê Başûr wê hê zêdetir jî serbilind be. Daxwaziya me ji her kesê ew e. Baweriya min ew e ku eger civaka me heta niha rola ku pêk anî, hê xurtir pêk bîne, wê encam bigire. Her kes jî wê esas bigire, em jî rêz ji wan bangan re digirin. Banga me jî li ser wî esasî ye. Kes divê dorî me dorpêç neke. Li ser me zextan nekin. Li ser me ambargoyan nedin pêkanîn. Şer nefiroşin me. Em vê dixwazin. Ji bo wê jî em dixwazin her kes berî ku dorpêç çêbibe hêz li kû bin bila biçin cihê xwe. Ev yek ne tenê daxwaza me daxwaza gelê Kurd û her kesê ye jî. Her kes dibêje; divê şer nebe, ji bo wê jî divê hemû hêz bikişin cihê li kû bûn biçin wê û bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin. Rêya rastî ew e. Banga me jî li ser wî esasî ye.

Gelê Bakur rexmê her cûre faşîzim di nava berxwedanê de ye. Encamê vê jî derdikevin. Herî dawî we got berxwedana me faşîzmê zefî dike. Zavayê Erdogan dev jê berda çû êdî tehmûl nekir. Niha jî Tayyîp Erdogan behsa hinek reforman dike. Hewl dide xwe rizgar bike. Lê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar jî dibêjin; tifaqa Ergenekon-AKP-MHP’ê hildiweşe, yanî keştiya wan noqî avê dibe. Hûn  van hewldanan çawa şîrove dikin, lewre dibêjin di nava AKP-MHP’ê de jî nakokî hene. Hinek dibêjin nava AKP’ê bi xwe de jî nakokî hene. Hûn vê çawa dinirxînin?

Yanî tê zanîn AKP dema ku hate damezirandin. Siyaseta ku birêve dibir cuda bû, piştî ku bi MHP’ê û Ergenekonê re desthilatiya xwe domand, cuda ye. Çi eleqeya AKP’ê niha bi destpêkê re nîne. Temamî siyaseta MHP’ê Ergenekonê êdî di AKP’ê de serwer e, tê meşandin. Ji bo wê tekoşîna em dikin jî, rastiya wan her alî ve her roj derdixe û ji bo her kesê dide famkirin. Ev yek jî hem li hûndir û hem jî li der ve dide nîşandan. Êdî ev yek weke berê hem li hundir û hem li derve alîkariyên ku ji bo vê desthilatiyê çêdibin, nahêlin. Ew alîkarî nemaye. Her kes berê alîkarî dikir. Hem derve hem jî derve, lê îro êdî rastiyê wan dibînin ku çi eleqeya wan bi demokrasî û hiqûqê ve nîne. Temamî faşîzimê dikin, hem jî faşîzmekî Hîtler hê zêdetir û pêşdetir birêve dibin. Çete û meteyan bikar tînin. Xeteriyeke mezin ji bo mirovahiyê pêş dixin. Her kes vê dibînin. Bi wê siyaseta xwe ji derve êdî kes alîkarî nake. Di hundir jî her ku diçe bi taybet di nava AKP’ê de gelek ji vê siyasetê dûr dikeve. Di nava AKP’ê de du partî derket. Niha jî di nava AKP’ê de hinek siyaseta tê meşandin ne razî ne. Hinek vê tîne ziman jî. Ev rast e. Ji ber ku dibînin ku siyaseta ku tê kirin, çi têkiliya xwe bi AKP’ê nemaye. Ev siyaseta MHP’ê û Ergenekonê ye. Ev jî her diçe Tirkiye ber xeteriyê ve dibe. Xeteriyên mezin çêdike. Ji bo AKP’ê û AKP’iyan xeteriyên mezin çêdikin. Ji bo wê her kes difikire, wê pêşiya vê çawa bigirin? Wê çawa Tirkiye ji vê felaketê derbixin? Wê çawa xwe jî vê felaketê derbixin? Hesabê vê dikin. Eger ku îro va pirsgirêka li Tirkiyê tên jiyîn, sedemê wê hene. Sedema wê ya esas têkoşîna me ye. Têkoşîneke destanî em pêş dixin. Belkî berdêlên wê giran dibin, rast e. Li dijî faşîzmê AKP’ê, MHP’ê û Ergenekonê, têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê pêşxistin we hesanî nîne. Berdêlên pir kêm bibin nabe, em jî dixwazin berdel kêm bin. Lê rastî ne wisa ye. Ji ber ku dijminê ku li dijî me, dijminek ku ne wisa hêsan e. Hemû derfetan bikar tîne. Ne qanûnên xwe, ne destûra xwe ya bingehîn ne yên mirovahî û ne jî yê cîhanê binpê dike. Her tiştî binpê dike, ne dîn û ne exlaq maye. Tenê desthilata xwe difikire. Derveyî wê tiştekî din nafikire. Tiştekî ku xizmeta wan nake çi heye, hemû dibêje; xeter e, dijimin û diçe ser. Bi vî rengî dixwazin xwe biparêzin. Me pêngav jî îlan vê hê zêdetir rastî derxist û tehşîr kir. Pirsgirêkên wan zêdetir nîşan da. Ji bo wê jî her ku diçe zêdetir êrîş dike ji bo bikarin xwe biparêzin. Ji ber ku dibîne her diçe ber bi tinebûnê diçe. Êdî her kes dawiya wan dibîne. Ne veşartiye. Wê çawa xwe biparêzin encaq zêdekirina şidetê ye. Eger ku şidetê zêde dikin ji bo wê ye. Yek jî; di mijara aborî de nêzîkatiyên wan cudabûn heye, ji bo wê ew pirsgirêkên aborî derketin. Ji ber ku wek hev nafikirin. Xwestin ku bikin yek, her ku xwestin bike yek hê zêdetir cudahî çêbû, wisa lê hat ku êdî nikare bi hev re tevger bike. Ji ber ku pirsgirêkên aborî her ku diçe zêdetir dibin. Di encama wê de ew pirsgirêk derket holê. Ne tenê di mijara aborî de, cuda fikir hene. Mijarên derve jî cudahî fikirîn heye. Mijara nêzîbûna hundir jî fikrên cuda hene. Her ku diçe fikrên cuda zêde dibin. Vê jî her ku diçe, çi dike, wana tengav dike. Di navbera wan de pirsgirêkan zêdetir dike. Têkoşînê me jî van pirsgirêkan hê zêdetir kûr dike û ji bo her kesê baştir dide famkirin. Ji bo wê ev pirsgirêkan li Tirkiye tên hene. Yek jî berê Trûmp hebû. Erdogan têkilî pêre danî bû. Bi wê têkiliyê dimeşiya. Lê ew jî bi dawî bû. Ê niha li Emerîka Bîden hate ser desthilatê siyaseta ew bimeşîne wê ne weke ya Trûmp be. Vê yekê ew bi xwe jî dibêjin. Erdogan ev yek dît, dît ku xeterî derve jî her ku diçe mezin dibe. Xeteriyên derve ji bo wan xeteriyên mezin çêdike. Ji ber ku heta niha li derve kesekê zêde ji bo wan xeterî çêne dikir alîkarî dikir. Lê dibînin ku ew alîkarî nebû, heta mimkûn e ku bo wan hinek pirsgirêk derbixin. Ji bo dixwazin tedbîran bigirin bilez. Hem bo derve hem jî bo hindir. Pirsgirêkên hundir û deve bigihêjin hev ji bo wan xeteriyên mezin çêdikin.

Wê çawa xwe ji metirsiyê xilas bikin, wê çawa ji dadgeh û dadan xwe xilas bikin, bi wê panîkê tevger dikin. Ji bo wê Erdogan got em ê, di aliyê hiqûq û demokratiyê de hinek guhertinan çêbikin. Ev hemû xapandine, pêwîst e kes bawer neke û li benda wan ne sekinin. Ev hemû axaftinên şerê taybet ê piskolojîk e. Ji bo çawa hindur û ji derve bixapinin, wê hêviyan çêbikin ku bikaribin xwe ji metirsiyê derbixin e. Dibêjin em ê reforman bikin, dema ku ew axaftin kirin, gotin em ê refûrman bikin, çi kirin? ew polîsê ku Kemal Kurkût kuştî berdan û biryara beraatê jê re dan. Dîsa li dadgehê Şenyaşan ne hiştin ku parêzer jî baxivin, ji bo malbata Şenyaşaran cezayên giran dixwazin û zilmeke mezin dimeşînin. Dîsa li Amedê bi sedan parêzer û kesên ku AKP-MHP û Ergenekon qebûl nakin û demokrasiyê dixwazin girtin û didarizînin. Piştî van axaftinan ev hemû çêbûn. Ev jî dide diyar kirin ku ew axaftinên dikin ji bo çi ne, ji xwe her axaftinên ku wisa dikin li pişta wê şidet, girtin, kuştin û talan pêş dikevin. Faşîzm hîn xurttir tê li ser civakê, ev rastiyeke dema mirov lêkolîn dike dibîne. Tiştên ku çêdibin jî ew e, ji bo vê divê kes li hêviya wan tişta nesekinin, ew tiştên wisa nikarin bikin, tiştên ku ev bikin hîn zêdetir şidet, girtin, kuştin û zulmê wê pêşbixin. Rastiya wê ew e. Me têkoşînek mezin pêşxist, em pêş dixin, me berdêlên mezin dan, ev encam di encama vê de derketine holê û tên jiyîn. Pêwîste her kes rêzê ji vê re bigre, bi vê ne leyîze, înkar neke û heqaret neke. Ji bo vê jî pêwîste her kes têkoşînê hîn mezintir bike, diyar bûye ku têkoşîn dawiya wan tîne, ne ku mirov ji wan hêviyan bike, ji wan hêvî kirin mirina xwe amadekirine. Ê ku naxwazin bimirin dixwazin azadî, demokrasiyê bijîn pêwîst e hirmeta tevgera me, têkoşîna me bibînin, bedelên ku me dayîn bibînin û bi hûrmet nêzîk bibin. Li ser wê bi wan derfetên me ji bo we çêkirin bi wan têkoşîn bikin, ya rast ew e.

Niha li ser civakê êrîşên hovane hene û hema bêje her roj bi awayekî fermî ku dikeve qeydan jin tên kuştin îro 25’ê Mijdarê ye jî. Di serî de li Cizîrê û Mêrdînê li ser rêveberên HDP’ê êrîşên giran hene, dixwazin civakê bêxin sîxûr, bêxin dijminê xwe. Rejîma qirkirinê çima pêdivî dibîne ev qasî êrîşî civakê bike li gel vê jî şerê taybet pêş bixe. Ji bo vê divê civak çi bike?

Yanî siyaseta ku dewleta Tirk ku çi desthilat di desta de be bila bibe, li ser gelê Kurd li Kurdistanê dimeşîne, siyaseta qirkirinê û siyaseta dagirkeriyê ye. Dijminê hemû tiştê Kurd e, ne tenê hinek tiştên Kurd, bi navê Kurd û Kurdistan çi heye dijminê hemû tişta ye. Wê çawa Kurd û Kurdistanê ji holê rake ku Kurdistanê bikin welatê xwe. Ji bo vê hemû derfetên xwe xerç dike bêy ku teredût bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin li ser civaka me her tiştî dikin. Dijminahiya jinan, ciwanan û kalan dikin, dijminahiya civaka Kurd, zimanê Kurdî, coxrafiya Kurd, siyaseta Kurd û saziyên Kurd hema çi hebe hemûyê ji xwe re dikin armanc. Wê çawa vana ji holê rake, di vir de bê teredût kar dike. Di vî karî de giranî dane hinek karan, ne tenê girtin, ne tenê hinek sazî girtin, hîn zêdetir li ser jin hemû şidet pêşxistin. Ji ber ku jin serî li ber wan na dane, dibêjin ‘em ê xwe û civaka xwe biparêzin, em ê nirxên xwe bi parêzin, em ê teslîmî we nebin, hûn çi bikin jî em ê li dijî we bisekinin.’ Bi rastî jinên Kurd qehremantiyek mezin dikin, hem ji bo xwe hem ji bo civaka Kurd tevahî dikin, ew têkoşîna ku jinên Kurd îro li dijî AKP-MHP-Ergenekon dimeşîne, ne tenê ji bo xwe ye di kesayeta xwe de civakê diparêze, moral, bawerî û zanebûnê dide civakê. Civaka ku çawa li hember dagirkeriyê, qirkirinê, faşîzmê raweste, çawa ku rawesta dikare xwe biparêze, dikare ji bo xwe be. Ev berê her kesê dide famkirinê. Ji bo vê ev têkoşîna jin têkoşîna gelê Kurd e, têkoşîneke azadî û demokrasiyê ye. Ez bi vê boneyê jinên Kurd pîroz dikim, li dijî şidetê rojek ji bo jinê heye. Di vê rojê de dixwazin têkoşîna jin hîn zêdetir bilind bikin û pêwîste ku bilind jî bikin. Çiqas bilind bikin ew wê azadiya jin û civaka gelê Kurd pêş bixe. Ew a jin li cîhanê pêş bixe, wê li cihanê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixe. Yanî jinên Kurd netenê roleke netewa Kurd pêk tîne li gel wê roleke netewî enternasyonal jî pêktîne, ruh dide hem civaka Kurd hem dide jinên cîhanê û hem jî dide hêzên demokrasî, azadî û sosyalîzmê. Ji bo vê ew têkoşîn, têkoşîneke pir pîroz e. Niha herî zêde li ser sîxûrtiyê disekinin dixwazin kesên Kurd bikin sîxûr, hemû derfetên xwe li ser vê pêş dixin. MÎT, emniyet, jenderme, polîs, cerdevan hemû li ser vê disekinin. Ji bo vê yekîneyên taybet çêkirine, ji bo ku xwe çawa bi gehînin malbatên gêrîla, şehîdan, girtiyan û welatparêzan, bi hemûyan re bi telefonê peywendiyê çêdikin. Dibêjin ‘em dixwazin li gel we baxivin, nîqaş bikin, ger ku hûn me qebûl nekin em dikarin ji bo we hinek sûcan derbixin, we bigrin, we bixin girtîgehan û ceza jî bidîn we, her tişt di destê me de ye, em çi bixwazin wisa dikin. Ji bo vê pêwîst e hûn daxwaziyên me qebûl bikin û pêk bînin. Yanî hemû derfetan li ser wan qut dikin, tenê rêyekê didin pêşiya wan û ew jî sîxûrtî ye. Ger ku hûn li dijî xwe bisekinin, hûn dijminiyê ji bo xwe bikin, ji bo gelê xwe û ji bo mirovahiyê bikin, wê demê emê derfetan bidin we û we bidin jiyankirin.’ Ji aliyekê ve li ser civaka me zextê dikin, aboriya wan xirab dikin, dixwazin birçî bihêlin tenê ji bo ku bikaribin sîxûrtiyê pêş bixin. Vê siyasetê ji bo wê dimeşînin, ji bo ku gel neçarî wan bimînin. Wê çawa wan neçar bihêlin, ger di aliyê aborî de ew lewaz kirin, derfet ji destê wan girtin, wê vêca derfetên fîzîkî nekaribin bijîn ku neçarî sixûrtiyê bikin. Siyasetek wisa dimeşînin. Ji bo vê divê civaka me û hem jî malbatên me hem jî ciwanên Kurd çi xûrt, çi jin pêwîste siyaseta dagirkeriya qirker bizanibin. Vê siyasetê ji bo civaka Kurd ji holê rakin dimeşînin. Ji ber ku sîxûrtî dijminahiya xwe kirin e, îmhaya xwe pêşxistin e, ji her alî ve ketina di bin xizmeta dijmin de ye. Sîxûrtî ew e. Ji bo vê divê Kurd vê qebûl nekin, dijmin te qebûl nake, te weke mirov nabîne, ji ber ku sîxûrtiyê dide pêş gelê Kurd, ji ber Kurdan weke mirov nabîne, ji bo vê sîxûrtiyê dide pêş. Heqaretek mezin dikin, kesên Kurd wê çawa vê heqaretê qebûl bikin, wê çawa mirov ji mirovbûnê derketinê ji bo xwe qebûl bike, wê çawa vê bê şerefiyê vê bê namûsiyê ji bo xwe qebûl bike. Dema ku te ev qebûl kir tu her tiştekî winda dikî, ji bo vê divê kes vê qebûl neke. Hem kes, hem malbat û hem jî civak pêwîste li dijî dagirkeriyê û qirkirinê bisekine. Ger ku ew dewlet saziyên we û me qebûl nakin, dixwazin me tune bikin. Pêwîste em wan qebûl nekin û em jî ji bo ku wan tune bikin çi ji destê me were em bikin, ya rast jî ew e. Yê ku gelê Kurd biparêze ew e, sîxûrtî na parêze, xwe firotin bê şerefî me naparêze. Fhûşê pêş dixin, fhûş pêşxistin çiye? Ew ji mirovatiyê derxistine, ew xirab kirine. Ji bo ku civaka Kurd xirab bikin ji mirovatiyê derbixin fhûşê dikin, madeyên hişbir ji bo vê pêş dixe. Madeyên hişbir, fhûş, sîxûrtî ji bo wê pêş dixin. Hinek bi jinên Kurd dileyîzin, dibên ‘em ji we hez dikin, em ê bi we re bizewicin’ û ew jî bi vê bawer dikin, dikevin xefkên wan û di dawiyê de wan difiroşin. Dikin fahîşe, heta difiroşin malê fhûşê, li hinek malan wan wisa bi kar tînin. Dawiyên wan jî derket holê hinek întihar dikin, tenê bi întiharê dikarin xwe xilas bikin, ji ber ku weke din ti rêyek ji bo wan nahêlin. Ev siyaset giştî ya dewletê ye, wê çawa civaka Kurd ji civakbûnê ji mirovbûnê derbixe, wê ji bo wê bikar tîne. Pêwîst e her kesek ê me ji bo vê hişyar be, kîn û nefretekî mezin li dijî dijminê xwe bimeşîne û wan weke dijmin bibîne. Çawa dewlet saziyên wan û her kesek Kurd ji bo xwe dijmin dibîne, pêwîste gelê me jî dijminê xwe dijmin bibîne û li dijî dijmin jî dijminahiyê bike. Wê wextê dikare xwe biparêze.

Berxwedaniya gêrîla ya destanî jî di pêşengiya Serhedê û bi taybet Heftanînê de berdewam dike, em nizanîn çiqas hat fêmkirin, lê herî dawî agahiyên mînak bibêjim ji Serhedê hatî, bi rûxmê ewqas teknîka hovane ku ewqas pêşketî ya dagirkeriyê mîna flîman, mîna romanan berxwedaniyeke gêrîla pêşketiye, Navenda Parastina Gel jî pîroz kir. Hûn asta têkoşîna gêrîla ya li hemberî vê faşîzmê û asta ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe re aniye, hûn çawa dinirxînin û tişteke din jî balkêş bi taybet vê demê dawî jî derket, leşkerên di şer de dimirin, her weke ku di qezayê de mirîn nişan dide. Sedemê vê çiye?

Yanî gerîla destana dinivîse, qehremantiyeke mezin e. Erkê xwe yê li beramberî gelê Kurd û mirovatiyê, berdêlên giran jî dide û pêk tîne. Eger ku îro civak li ser pêyane, ango ciwan, jin, dîsa eger hêzên demokratîk yên li Tirkiyê li ser pêyan e û têkoşînê dike, di bingehê wê de ew têkoşîn û berxwedana gerîla heye. Eger di bingeha wê de ew têkoşîn û berxwedanî nebe, wê kes nikare li dijî faşîzmê, MHP, Ergenekon û AKP’ê bisekîne. Ew ê di dawiyê de encam bigre. Çima AKP, MHP û Ergenekon û berdevkê van Silman Soylu, Hûlûsî Akar wan radibin û rûdinên û dibêjin em gerîla xilas dikin, waye xilas bûn, propagandayek wiha dikin. Ji ber wê yekê dikin. Ji ber ku têkoşîna gerîla nahêle ku ew hedefê xwe pêkbîne. Çiqasê derfetan bikartînin û pêngavan pêşdixin jî nikarin encamê bigrin. Gerîla nahêle ku ew sîstema xwe bidin rûnişkandin. Ji berk u pêşiya wê digre. Ne tenê pêşiya wê digre ji ber ku wan pirsgirêkan jî çareser dike û ruh dide hêzên ku ji bo demokrasî, azadî û edaletê têkoşînê dikin. Her ku diçe di wan de moral û bawerî zêde dibe. wan wê yekê dibînin, lewma bi wê kînê tên ser gerîla. Hemû derfetên Tirkiyê ji bo wê bikar tînin, ji bo ku gerîla ji holê rakin. Tenê bi wê yekê difikirin. Ji ber ku heya gerîla ji holê ranekin, nikarin hêzên demokrasiyê ji holê rakin û nikarin welê li Kurdistanê encam wergirin. Eger ku teknîkê û hemû çekan bi kartînin, ji ber wê yekê bi kartînin. Lê çiqasî wana bi kartînin, dîsa jî nikarin encam bigrin. Gerîla li her cihekê derbên mezin li wan dixe û qehremantiyên mezin dike. Bi wê minasebetê ez gerîla, şervanên azadiyê pîroz dikim. Ev karekî pir pîroz pêk tînin. Dibe ku zehmetiyê dikêşînin û berdêlên giran didin, lê encamên mezin jî bi destdixîne. Her ku diçe jî ew yek diyar dibe jî. Ji wir û pê ve jî wê hê baştir diyar bibe. Ji bo wê jî di wê baweriyê de me ku ji wir û pê ve jî wê gerîla têkoşîna xwe hê mezintir pêşbixe, li dijî teknîk, îstîxbarat û hemû saziyên wan jî ew ê rolê xwe bilîze û hêviya ku avakirî wê di civaka Kurd, Tirkiyê û mirovatiyê de jî hê mezintir bike. ji berku gerîlayê Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdistanê ye. Ji bo mirovahiyê têkoşîna azadiyê pêş dixîne. Ji ber ku di dîrokê de gerîla bi berdewamî ji bo gelan û ji hêzên azadî û demokrasiyê re hêza azadiyê ye. Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwaze gerîla ji pêgeha wê ya hêz û hêviya azadiyê derxîne. Waye ji ber ku PKK temsîla gerîla û hêviya azadiyê dike, lewma dibe hedefekî pir mezin. Ji bo wê ye ku têkoşîn, berdêla xwe û encama ku bi destdixe jî mezin e. Pêwîste her kes wê yekê wisa bibîne. Bila wisa nebêje ku ew hêza min e û ez bi hêza xwe têkoşînê dikim. Eger gerîla nebe, hêzekî wiha û têkoşînekî ku bike jî nîne. Eger dewleta wana dihesibîne ji ber PKK û gerîlayên wê ew hesabê dike. Rastî ew e û pêwîste kesek ti carî wê yekê ji hişê xwe dernexîne, divê bike guhar û bixe guhê xwe. Dewleta Tirk şerekî derûnî û taybet bi rêvedibe. Ji xwe li ser wê yekê hatiye avakirin. Ji ber wê jî ne tenê îro berku berê jî gelek leşker dihatin kuştin û wan vedişart. Niha jî vedişêre. Ne tiştekî nû ye. Niha jî eger gelek tên kuştin, dibêje yek hatiye kuştin. Yan jî dibêje ku di encama qezayê de hatiye kuştin, mînak dibêje ji ber qezaya trafîkê, di perwerdeyê de dema çekê xwe paqijdikir yan jî dimeşiya miriye. Wate gelek hincetan çêdike û îzahên şeklî dike û wisa hewldide ku gel jî bi vî rengî qebûl bike. Lê gel vê yekê dizane, bi taybetî gelê Kurd wê yekê bi salane ku dizane. Ji ber ku bi salane wê dibîne, dijî û li ber çavên wê gelek tişt çêdibin. Dibîne ku dewleta yan eşkere nake yan jî dema dike jî yekê dide yan jî dibêje qezaye, wisa dide lê gel bi wê bawer nake.”

Wate hûn dibêjin aqubeta Çîler û Agar pêşiya Erdogan û wan jî?

Rast e min ê ew bigotiba, yanî niha dewleta Tirk ango desthilatiya ku heye radibe û rûdinê û dibêje waye me PKK û gerîla xilas kir. Hem wê dibêje, hem jî her roj dibêje em ê xilas bikin. Her roj dibêje li filan derê heye, çûye filan cihî. Propagandayên wiha dike. Ew yek çi dide diyarkirin? Diyar dike bê ka çiqasî di nava zorî û zehmetiyê de ne. Eger axavtinên wan di cih de ba ne hevce bû ku her roj wan gotinan bikin. Gelekan axavtinên wisa kirin, dawiya wan çi bû. Kê got ku em ê PKK û gerîla xilas bikin, bi xwe xilas bûn. Ne hikumetek, ne 10 hikumetek e, ne serfermandarekî artêşê, çendîn ji wan in ku wê yekê dibêjin; her ku dibêjin jî wana ber bi dawiyê diçin, ango dawiya wana jî hatiye, ew çi jî bikin nikarin xwe xilas bikin. Em, gelê me û yê Tirkiyê û hêzê demokasî û azadiyê vê qezenc bike. nikarin pêşiya wê bigrin.

Her çiqasê di ragihandinên Tikiyê de cih negirê jî lê em dizanin ragihandin bûye ya hikumetekî faşîst. Yekeyên Tolhidanê (HBDH) û YPS’ê jî mîna gerîla ku li çiyayan berxwe dide li bajaran jî çalakiyan dikin û faşîzmê jî tengav dikin. Hûn wan çalakiyan çawa dibînin, gelo têrkerin, asta têkoşîna wan çawaye yan jî divê çawa be?

Ez HBDH û YPS’ê pîroz dikim. Her wiha çalakiyê ku dikin jî pîroz dikim. Çalakiyên ku dikin baş in lê kêm in. Pêwîst e wan hê bêhtir xurt pêş bixin, kûr û fireh bikin. Ya tê xwestin ew e û hêviya her kesî jî li ser vî esasî ye. Ji xwe bi xwe jî daxuyaniyên wisa didin û dibêjin ku em ê ji wir û pê de hê bêhtir û zêdetir rolê xwe bilîzin û em ê çalakiyan xor pêş bixin. Di wê baweriyê de me ku ji wir û şûn de dikarin, ji berku ew derfete niha hê xurtir çêdibe. Vê çalakiyê xwe hê xurtir pêkbînin. Çalakiyên ku ew li dijî faşîzmê pêş dixin, derbê li faşîzmê dixe, wate gel û gerîla jî wer rolekê pêktînin û ew hevudu temam dikin. Eger hê xurtir pêşbixin wê bandora xwe ya li ser gerîla, civakê û hêzên ku li dijî faşîzmê disekînin jî bike. Ew ê têkoşîna demokrasiyê hê xurtir li dijî faşîzmê bikin. Divê wê yekê wisa bibînin û fêm bikin. Texmîn dikim ku wisa jî dibînin. Divê tu kes bi awayek teng nêzî wan saziyan nebe. Her kes wan saziyan, saziya xwe bibîne. Li ser esasê ku wê çawa bikare tê de cih bigre alîkariyê bide. Pêwîste hem gelê me yê Kurd hem jî yê Tirkiyê û hemû hêzên demokrasiyê bizane ku têkoşîneke yek alî nabe. Divê li gelek aliyan ve mirov têkoşînê bike. wê têkoşînê hem fireh, hem jî kûr bike. wê demê ew têkoşîne encamê digre. Texmîn dikim her ku diçe ew yek tê fêmkirin û pêşxistin. Ew baş e lê pêwîste ku ew yek hê kûrtir were pêşxistin. Wate çarenûsa gelan a li Tirkiyê û Kurdistanê girêdayî hevuduye. Çarenûsa hêzên sosyalîst, demokrasî û azadiyê jî dîsa girêdayî hevudu ye. Ji bo wê jî pêwîste her kes ew pêngava ku bi HBDH’ê hatiye pêşxistin, baş bibîne. Ew pêngaveke girîng û ya demokrasî û azadiyê ye. Yên ku demokrasî û azadiyê dixwazin, divê di wê pêngavê de cih bigrin û alîkariya wê bikin da ku ew xurtir bibe û bikare rolê xwe bilîze. Her wiha bihêle ku li Tirkiyê faşîzm bi dawî bibe û komereke demokratîk li Tirkiyê pêş bikeve. Ji bo wê jî divê her kes alîkariyê bide milîsên HBDH’ê. YPS jî diyar e ku hê zêdetir li dijî faşîstan, yên fuhûş û madeyên hişber bilavdikin û sîxuran çalakî pêş dixîne. Ew baş e, ew Kurd diparêze. Parastina gelê Kurd û yê Tirkiyê ye jî. Wate rolê ku YPS jî dilîze weke ya HBDH’ê ye. Hevudu temam dike. Ew têkoşînê bi hev re xurt dike û gelek astengiyan ji bo faşîstan çêdike. Eger her kes wê yekê xurt bike wê bikare wisa dawî li faşîzmê jî bîne. Ji bo wê jî pêwîste çalakiyên ku HBDH û YPS pêşdixin, belavê her cihekê bikin, hê xurtir bikin. Hemû saziyên faşîst û yên xizmeta faşîzmê dikin hedef bin, pêwîst e ku di hedefê de bin. Ji ber ku eger faşîzm, saziyên wê û yên xizmeta wê dikin bikin hedef, wê demê dikarin derbên mezin li faşîzmê bidin û dawî lê bînin. Ev hedefane pir in û li her cihî jî hene. Pêwîst e wisa hedefan zêde bikin. Her wiha eger hedefan di warê çawanî de xurt bikin, wê demê vê hê zêdetir civakê li dijî faşîzmê bêxin tevgerê. Niha li her cihî gelek ciwan hene, bi hezaran bi sed hezaran ciwan hene, dikarin li tax û kolanan xwe rêxistin bikin; kî/ê hevdu bawer û nas dike dikarin xwe bigihînin hevudu û xwe bikin komek û wisa çalakiyan pêş bixînin. Eger ciwan li her tax û kolanê xwe wisa rêxistin bike û çalakiyan pêş bixin, ew dewleta faşîst çiqasî bi MÎT, Emniyet, jandarma û MOBS’yan kar dike bila bike jî nikare kontrolê çêbike û pêşiya wê bigre. Her ku biçe vê ew ê wê sîstemê têk bide û dawî lê bîne. Pêşketin jî li ser wê esasê çêdibin. Baweriya min heye ku ew ê di wir de hê xurtir çêbibe û em ê rojek li beriya rojekê ji wê faşîzmê xilas bibin. Ji ber ku êdî pirsgirêkan dijî, dawiya wê hatiye û şoq bûne û ketine tirsa wê yekê ango wê çawa xwe ji dadgeh û girtîgehan xilas bikin, lewre hewldidin ku tedbîrên wê pêşbixin, lê her ku dixwazin pêş bixin jî hê zêdetir ber bi tinebûnê ve diçin. Ji ber wê pêwîste ku em têkoşînê hê mezintir bikin da ku em rojek ji beriya rojekê bikarin xwe, gelê xwe û mirovahiyê ji wê faşîzmê rizgar bikin. Li ser wan esasan carekî din ez salvegera PKK, cejna gelê Kurd û mirovatiyê li Rêber Apo, milîtanên PKK’ê, yên ji bo PKK’ê kar dikin ango xebatkarên PKK, gelên Kurdistan û li mirovahiyê û dostên PKK û gelê Kurd pîroz dikim.