Bayik: Kes nikare Kurdan jinedîtî ve bê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, hêzeke ku bi Kurdan re tifaqê neke nikare li Rojhilata Navîn bi ser bikeve û got, "Çi pê re çi jî li dij, siyaset bêyî Kurdan nabe."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a bernameya taybet a Medya Haberê de rewşa ji niha û pê ve ya Sûriyeyê, rola Îranê ya li herêmê, vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûriyeyê û sala 2019'an ji bo Kurdan nirxand.

Bayik ragihand, Sûriye heta ku demokratîk nebe nikare rabe ser piyan û li ser destûfa bingehîn a ku tê gotin ji bo Sûriyeyê tê amadekirin got, "Pirsgirêk ne man an jî nemana Esad e. Pirsgirêk avakirina Sûriyeyê li ser bingeha demokratîk e. Ji ber ku Sûriye êdî weke berê nabe."

Bayik diyar kir, eger destûreke bingehîn neyê amadekirin, di destûra bingehîn de gel û çandên Sûriyeyê hemû cih negirin û derfet neyê dayin ku bi rengekî azad xwe birêxistin bikin, hingî zehmet e ku yekparebûna Sûriyeyê bê parastin û ji nû ve Sûriye rabe ser piyan. Bayik bi bîr xist, Sûriye niha hilweşiya ye.

TIRKIYE GEFÊ LI YEKPAREBÛNA SÛRIYEYÊ DIXWE

Bayik ragihand, nêzîkatiya Sûriyeyê gefê li yekparebûna Sûriyeyê dixwe û işaret bi rola hêzên din kir. Bayik anî ziman, hêza koalîsyonê ya li Sûriyeyê ku Rûsya di nav de cih digire, ji aliyê siyasî, dîplomatîk û leşkerî ve xurt bûye, lê belê eger li ser bingeha demokratîk Sûriye neyê afirandin, ev yek nayê ti wateyê. Bayik got, "Ev nebe wê li Sûriyeyê aramî pêk neyê. Dibe ku şerê li Sûriyeyê bi şêweyên cuda bimeşe. Zerar wê dîsa li Sûriyeyê bibe û dibe ku parçe jî bibe. Nêzîkatiyên Tirkiyeyê gefê li yekîtî û yekparebûna Sûriyeyê dixwe.

Tirkiye dixwaze ya Sûriyeyê bi temamî li gorî dilê xwe dîzayn bike, ya jî parçe bike. Ji nêzîkatiyên Tirkiyeyê ev rastî bi zelalî xuya dike. Bawerim haya Sûriye, Rûsya û Îranê ji vê heye. Lewma, xuya ye wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwestekê nîşan bidin. Ji ber ku Tirkiye bikeve cihekî ji wir dernakeve. Yanî ev hêzên han bi vê yekê zanin. Eger pêşî li Tirkiyeyê negirin, wê zêde winda bikin."

Bayik bi bîr xist, Sûriye, Rûsya û Îran dibêjin ku ew hewl didin yekparebûna Sûriyeyê pêk bînin, ji bo vê şer dikin û wiha dewam kir: "Yekparebûn jî bi afirandina sîstemeke demokratîk dibe. Bi wê yekê dibe ku mafên xwezayî yên gelan hemûyan li destûra bingehîn qebûl bike. Bi tifaqa bi hêzên demokrasiyê re dibe. Wekî din nikarin pêşî li metirsiyê bigirin."

POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ YÊN LI DIJÎ ÎRANÊ BI SER NEKETIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, yek ji aktorên girîng ên li herêmê Îran e û got, di navbera Tirkiye û Îranê de gelek pirsgirêkên dîrokî rû dan; dibe ku di hin mijaran de li hev dicivin lê belê mijarên ku li ser wan li hev dikin gelekî kêm in. Bayik ev tespît kir: "Her du hêz jî li Rojhilata Navîn li pey hegemonyayê ne. Di têkoşîna heta niha de Îran serketî xuya dike. Tirkiye dixwaze xwe bispêre NATO'yê û tifaqa DYE re dixwaze gavekê biavêje. Dixwaze Îranê qels qels bike. Bawerim Îran jî vê dibîne. Ne bawerim ku Îran bi hêsanî bihêle ku Tirkiye hin derdorên din ên li Sûriyeyê bi dest bixe. Ji ber ku ev yek wê li dijî Îranê be. Halbûkî bi biryara Emerîkayê ya li ser vekişandina leşkerên xwe yên ji Sûriyeyê re Îranê li wir destketiyeke girîng bi dest xist. Polîtîkayên DYE'yê yên li dijî Îranê zêde bi ser neketin. Hem li Sûriyeyê, hem li Iraqê, hem jî li nava Îranê bi xwe bi ser neket. Yanî Îran bêhtir serketî xuya dike. Lewma nepêkane ku Îran vê rewşa xwe ya serketî bixe nava metirsiyê. Ji ber ku ya vê bixe metirsiyê Tirkiye ye. Bi vekişîna DYE'yê re Tirkiye dixwaze şûna wê dagire. Tirkiye dixwaze bi El Qaîde û Birayên Misilman dagire. Rewşeke bi vî rengî wê ne tenê li dijî Sûriyeyê be, her wiha wê li dijî Rûsya û Îranê jî be. Ne bawerim ku Îran vê yekê bi hêsanî qebûl bike."

DÎNAMÎKA KURD A HERÎ ZINDÎ YE

Bayik diyar kir, polîtîkaya Îranê ya li dijî Kurdan ne kêmî ya Tirkiyeyê ye; xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha bi mijarê daket: "Tirkiye hewl dide Îranê bike hevparê xwe, lê pêvajoya heyî zemînê nade vê yekê. Yanî di polîtîkaya Îranê ya der barê Kurdan de nêzîkatiyên cuda jî hene. Bi temamî mîna Tirkiyeyê nêzîk nabe. Dibe ku hîn xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd, lê belê Îran vê jî dibîne; heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin şensê xwe yê serketinê nîne. Îran her wiha vê jî dibîne; Dînamîka Kurd li Rojhilata Navîn dînamîka herî zindî ye. Kurd naxwazin ku êdî mîna berê bimînin. Kurdan biryara xwe li ser azadiyê dane û amade ne ku di vê oxirê de hemû berdêlan bide. Êdî vê dibîne. Yanî nabe ku mîna berê nêzî Kurdan bibe. Divê di siyaseta xwe ya der barê Kurdan de hin guhertinan bike. Bawerim vê yekê nîqaş dikin. Dibe ku hîn biryarek nedabin, lê belê rewş û bûyerên ku diqewimin dibe ku wan ber bi biryareke wiha bibe. Eşkere ye ku yên dixwazin li Rojhilata Navîn siyaseteke serketî bimeşînin divê Kurdan bibînin. Ti hêzeke ku bi Kurdan re tifaqê nake, zehmet e ku li Rojhilata Navîn siyasetê bike û encamê bigire."

JI REQAYÊ Û VIR VE BI HEV RE TEVDIGERIN

Bayik got, "Çi li dij, çi jî pê re bêyî Kurdan siyaset nabe. Her kes li ser Kurdan siyasetê dike. Îran jî vê rastiyê dibîne. Bêguman eger mîna berê nêzîk bibe, wê Îran ji vê yekê zerarê bibîne. Wê wextê, koalîsyona li dijî Îranê wê bi ser bikeve. Eger Îran naxwaze koalîsyona li dijî Îranê bi ser bikeve, divê rast nêzî pirsgirêka Kurd bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê gavê biavêje. Eger biavêje wê hem polîtîkayên li dijî xwe pûç bike, hem jî di siyaseta Rojhilata Navîn de encamên girîng bi dest bixe.
Emerîkayê 5'ê Mijdarê li dijî Îranê biryarek da. Emerîkayê ev biryar bi tena serê xwe neda. Hin hevalbendên xwe li Rojhilata Navîn hene ku xwe dispêrê. Bi vî rengî ev biryar da. Hewl didin bi hev re zextê û ambargoyê li ser Îranê bişidînin. Emerîka dixwaze Tirkiyeyê jî tevlî vê bike, ji ber ku Tirkiyeyê tevlî neke nikare encamê bigire. DYE ji bo Tirkiyeyê tevlî bike, 6'ê mijdarê li dijî rêveberiya tevgera me biryarek da. Biryareke bê wicdanî bû. Piştre jî derî li Tirkiyeyê heta dawiyê vekir ji bo êrîşî Rojava, Bakurê Sûriyeyê bike. Bi vê yekê re dixwaze Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişîne û li dijî Îranê bi kar bîne. Xuya ye Tirkiyeyê xwe daye ber vê. Lewma Emerîkayên biryarên wiha girt. Naxwe, biryarên bi vî rengî nedigirt. Tirkiye ji dema rizgarkirina Reqayê û vir ve bi DYE'yê re tevdigere. Ji xwe rayedarên Tirk vê yekê bi vekirî dibêjin. Bawerim haya Îranê jî ji vê heye. Herhal Îran wê bi hêsanî qebûl neke ku Tirkiye bi DYE'yê re hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê li dijî Îranê hin gavan biavêje."

VEKIŞÎNA DYE'YÊ JI SÛRIYEYÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, Emerîkayê bi tifaqa bi Kurdan re îmaja xwe baş kiriye, lê belê bi vekişîna ji koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê re ev îmajara xwe xera kiriye, lewma bi daxuyaniya vekişîna ji Sûriyeyê re gelek hêz û derdoran nerazîbûn nîşanî biryarê dan.

Bayik li ser biryara Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê ev nirxandin kir: "Ya rast, biryara Emerîkayê ya ji bo vekişîna leşkerên xwe ji Sûriyeyê ji aliyê gelek hêzan ve bi neyînî hate pêşwazîkirin. Vê yekê bandor li siyaseta navxweyî ya Emerîkayê jî kir. Hinek istifa rû dan. Hîn jî zelal nebûye ku encamên vê biryarê wê çi be. Lê belê DYE'yê gelekî derb ji vê biryarê xwar. Ji ber ku hinekan gotin, 'divê hevalbend ji hev bawer bin'. Hate gotin, eger hevalbend ji hev ne piştrast bin, hevalbendî, tifaq dewam nake û ji vê yekê wê zerarê bibînin. Rexneyên bi vî rengî vekirî hatin kirin. DYE'yê bi cihgirtina li nava koalîsyona antî-faşîst re, bi têkoşîna xwe ya li gel Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê re îmaja xwe baş kiribû. Bi vekişînê re ev îmaj xera kir. Ji ber ku ev rewş dît, yekser serdana Iraqê kir. Ji ber ku rêveberiya Iraqê bi xwe diyar kir ku vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê wê bandorê li Iraqê bike. Yanî rexneyeke wiha hate kirin. Işaret bi şaşitiya vê hate kirin. Ev yek tê çi wateyê? Tê wateya bêbaweriya yên li Iraqê ji DYE'yê. Leşkerên Emerîkî yên li Iraqê dibêjin, 'madem em ji Sûriyeyê vedikişin, çi karê me li vir heye? Wê çaxê divê em ji vir jî vekişin'. Raya giştî ya Emerîkayê nerazîbûn nîşan da. Li gelemperiya dinyayê rê li ber bandoreke neyînî vekir. Di rewşeke wiha de ji nişka ve serdan kir. Armanca ji vê serdanê sererarstkirina îmaja hatiye xerakirin e, bawerîdayina ji bo rêveberiya li Iraqê ye. Yanî ev mesaj da: 'em bi we re ne, em ji Sûriyeyê derdikevin, lê heta dawiyê em ê we biparêzin. Binerin, vaye em hatin gel we'. Wekî din, xwest baweriyê bide leşkerên xwe. Ji ber ku leşkerên wan jî, fermandarên wan jî bê bawer bûn. Xwestin vê yekê ji holê rakin. Heta ku ev ji holê neyê rakirin şer li Rojhilata Navîn nikare bê kirin. Ji ber ku Emerîka ne ji Sûriyeyê, ne ji Rojhilata Navîn derneket, dernakeve jî. Tenê ji nava koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê derket. Wateya gotina, 'Ez ji Sûriyeyê derdikevim' ev e, ti wateyeke xwe ya din nîne. Dixwaze zextê li Îranê bike. Iraq ji bo wan herêmeke gelekî girîng e. Di rewşeke wiha de ku li herêma Iraqê bêbawerî hene, wê çawa karibe zextê û ambargoyê li Îranê bike? Ji xwe di siyaseta Sûriyeyê de derb xwar. Îran hinekî din xurt bike. Eger li Iraqê jî ev bê bawerî derkeve holê, wê çaxê wê nikaribin bi hêsanî polîtîkayên li dijî Îranê bimeşînin. Ji bo vê yekê çareser bike ji nişka ve serdan kir."

DESTHILATDARÎ DIXWAZE REJÎMA XWE TEMAM BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got, "Bi referandûmê û bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê re sîstema dewletê ya li Tirkiyeyê guhertin û sîstemeke nû ya ji senteza Tirk-Îslamê derxistin holê. Dixwazin bi hilbijartinên xwecihî re vê sîstemê temam bikin. Eger bi hilbijartinên xwecihî re temam nekin, ev rejîm wê neyê rûniştandin. Her wiha wê rewşeke ku li dijî wan e, derkeve holê. Metirsiyên mezin wê derkevin pêşiya wan. Ji ber ku vê yekê baş dibînin, hewl didin pêşî lê bigirin. Lewma dixwazin di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikevin. Ji bo serketinê jî derfetên xwe hemûyan bi kar tînin."

DI XALÊN HEVPAR DE DIVÊ BIBIN YEK

Bayik diyar kir, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê divê vê yekê bibînin û hêza xwe bikin yek. Bayik got, "Girîng e tifaqa xwe ya li dijî faşîzmê xurt bikin. Divê ev yek hem li hundir, hem jî li derve were kirin. Eger ev bibe û desthilatdariya AKP-MHP were qelskirin, hingî wê bi ser bikevin. Ya girîng niha ew e ku di hilbijartinên xwecihî de AKP-MHP were qelskirin û têkbirin. Eger ev bibe, wê faşîzm li Tirkiyeyê bi cih nebe. Ji bo hêzên demokrasî û azadiyê, ji bo hêzên antî-faşîst wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Ev yek wê moralê bide û bi vê moralê re wê têkoşîneke nû dest pê bike. Têkoşîna li dijî faşîzmê wê berfireh bibe. Ev jî wê dawî li vê rejîmê bîne. Lewma divê cudahiya xwe deynin aliyekî û di xalên hevpar de bibin yek."

LI KÎJAN BAJARÎ KÎJAN NAMZET BI SER BIKEVE...

Bayik got, li kîjan bajarê kîjan namzet bi ser bikeve, divê her kes li dora wê/î bicivin û wiha dewam kir: "Divê destekê bidin wan. Pêwîste rê neyê dayin ku AKP-MHP bi ser bikeve. Yanî divê hilbijartinên xwecihî weke hilbijartinekê neyê dîtin, lê weke têkoşînekê bê dîtin. Girîng e hêza xwe bikin yek û ji bo her bajarî li dora namzetên demokrat bicivin. Hewce ye namzetên demokrasiyê derxînin pêşiya faşîzmê. Eger li dora namzetên wiha bibin yek, di vê hilbijartinê de wê AKP-MHP bi ser nekevin. Berê bi bikaranîna dagirkirina Efrînê re dibe ku di hilbijartinê de bi ser ketin, lê belê vê carê şer jî bikin, bajaran jî dagir bikin, wê ev yek ji bo serketina wan têrê neke. Divê her kes vê zanibe."

TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Di dewama axaftina xwe de Bayik, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê nirxand. Bayik got, tecrîdkirina Ocalan ne tenê tecrîdkirina Kurdan e û wiha dewam kir: Tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê hemû ye. Zindanîkirina gelan e, zext û êşkence ye. Tecrîdkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku rejîma faşîst, qirker û mêtinger a li Tirkiyeyê pêkanînên xwe yên li Tirkiyeyê li dijî Rêber Apo pêk tîne. Ya ku li wir dike, li dijî civakê hemû dike. Zindan hemû kirin zindana Îmraliyê. Kolan, mal, sazî hemû kirin Îmrali. Pêkanînên xwe yên li wir li derve jî dike. Tirkiye kir zindan. Mal hemû kir zindan. Mafê jiyanê ku mafê herî pîroz ê mirovan hemûyan e, ji destê wan digire. Leyla Guven ev yek dît û ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî tê wateya bidawîkirina tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê ye."

DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE

Bayik Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, "Çalakiyeke dîrokî û pîroz e. Çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin belav dibin. Bi vê wesîleyê hem Leyla Guven, hem jî çalakgeran hemûyan silav dikim. Ji ber çalakiyê, serketinê ji wan re dixwazim, wan pîroz dikim. Ev çalakî wê Tirkiyeyê ji faşîzmê rizgar bike. Lewma divê her kes destekê bide."

Bayik ragihand ku ji bo destekirina vê berxwedanê, divê ne tenê grevên birçîbûnê bê lidarxistin û got, bi meş, xwepêşandanên protestoyî, karên dîplomatîk, rabûna li ber şerê psîkolojîk, dijderketina lid agirkeriyê û bi serhildanê berxwedan dikare bê bi ser xistin.

GOTINA 'EM PKK'Ê DIQEDÎNIN' PÛÇ E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, sala 2019'an wê bibe sala berxwedaneke mezin û got, "Xeta Rêber Apo xeta azadiyê ye. Ew xet e ku ji bilî azadiyê tiştekî qebûl nake. Ev yek bûye malê gel. Lewma rastiya gelekî şervan derketiye holê û tevî komplo û êrîşan hemûyan PKK her bi pêş ket, bû moral û hêviya gelan hemûyan.
Meşa PKK'ê wê ji niha û pê ve jî li ser vê bingehê be. Ji ber ku vê îdeolojî, felsefe, xet û rêbazê esas digire. Lewma gotina 'Me PKK qedand, em diqedînin' gotineke pûç e. Bi salan e vê dibêjin. Her roj propaganda vê dikin. Dibêjin, 'Wê biqede', lê belê ew bi xwe bi qelsî dest bi sala 2019'an dikin. Tengav jî bûne. Halbûkî PKK û Kurdên ku ji bo jiyana azad têdikoşin, bi têkoşîneke mezintir dest bi sala 2019'an dikin. Wê vê têkoşîna xwe xurtir bikin."

BERXWEDANA PKK'Ê WÊ MEZIN BE

Bayik ragihand, PKK wê sala 2019'an têkoşînê mezintir bike û herî dawî got, "Em ê gelê Kurd ti carî radestî êrîşên TC'ê nekin. Gelê Kurd wê bi xurtî li dijî van êrîşan li ber xwe bide. Berxwedana PKK'ê wê mezin be. Sala 2019'an wê bibe sala berxwedaneke mezin. Ev yek jî li ser berxwedana 2018'an pêk tê. Faşîzm wê hîn bêhtir qels bibe. Weke ku min got, eger di rê û rêbazê de guhertin were kirin, desthilatdariya faşîst wê sala 2019'an derbeke mezin bixwe. Hêzên demokrasiyê wê bikevin pêvajoyeke nû. Tirkiye wê bikeve nava pêvajoyeke nû. Girîng e hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê vê yekê baş bibînin û li ser vê bingehê bikevin nava liv û tevgerê."

Bayik di dawiya axaftina xwe de sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, gerîla, berxwedêrên li zindanan, hêzên demokrasiyê yên dost û li hemû gelan pîroz kir û serketin xwest.