Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pirsên ajansa RojNewsê bersivandin.
We ji bo li dar xistina kongreya neteweyî bangwaziyek kir. Partî û rêxistinên Kurd ev bangawaziya we çawa pêşwazîkirin?
Me ji bo kongreya neteweyî daxuyaniyek da û me ev daxuyanî gihand hemû partî, saziyên sivîl û dezgehên ragihandinê da ku herkes li ser vê bangawaziyê raweste. Ji ber em vê ji bo gelê Kurd weke pêwîstiyeke bivênevê dibînin. Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar diqewime û em ji vî şerî re jî dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Çima ev şer tê kirin? Ji ber piştî Sowyet hat rûxandin û şûnde ew hevsengên ku çêbibûn, ne tenê li Sovyetê, li hinek herêman û her wiha li Rojhilata Navîn jî têk çû.
‘LI ROJHILATA NAVÎN SÊYEMÎN ŞERÊ CÎHANÊ BI RÊ VE DIÇE’
Tê zanîn Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê cîhanê ye. Hemû pirsgirêk li vir destpê dike, divê li vir jî çareser bibin. Hevsengên ku li cîhanê çêdibin, statûyên ku li ser vê esasê tên diyarkirin, navenda xwe Rojhilata Navîn e. Ji ber piştî Sowyet belav bû û şûn de hevseng xira bûn. Pêwîste li ser vê yekê hevseng û statûyên nû ava bibin. Ji ber vê yekê niha li Rojhilata Navîn ev şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Niha herkes dixwaze di hevsengên nû de, li ser esasê armanc û berjewendiyên xwe tê de cih bigirin. Ji ber ku di vê hevsenga siyasî de cihê xwe negire wê nikaribe li Rojhilata Navîn û cîhanê siyasetê bimeşîne, wê nikaribe berjewendî û armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê niha herkes hewl dide di şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe bigire. Li ser vî bingehî lihevkirinên nû çêdibin, lihevkirinên berê xira dibin û tiştên nû çêdibin. Ev hemû ji bo hevsengiyeke nû were avakirin çêdibin. Tê zanîn di hevsengiya ku di encama şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de çêbû, li Rojhilata Navîn û cîhanê, cih nedan Kurdan û Kurd parçe kirin. Her wiha tinekirin û îmhakirina Kurdan esas girtin. Kurdan ew yek qebûl nekir, li dijî derket, têkoşiya û bi têkoşînê gelek gav avêt û hindek nirx avakirin.
‘KURDAN BI TÊKOŞÎNA XWE NÊRÎNÊN NEBAŞ ÊN DER BARÊ XWE DE GUHERTIN'
Xirabûna hevsengiyên heyî yên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên Kurdan e. Ji ber Kurd, bi têkoşîna xwe, xwestin cihê xwe di hevsengiyan de bigirin. Bi xirabûna van hevsengiyan re tevgera Kurd hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê bîrdozî de xwe pêşxist. Ev di cîhanê de deng veda û her kesî dît, Kurd hêzek esasî ye, bêyî Kurdan siyaset nabe, hevsengên nû çênabin û statûyên nû diyar nabin. Çima? Ji ber ku ev têkoşîna Kurdan di karekterê xwe de demokratîk e. Li ser vê bingehê tevgereke azadî û edaletê ye. Ev jî jêdera xwe ji azadiya jinê digire. Ji ber ku jin, di şoreşa Kurdistanê de cih digire û wê karekterê pêş dixe, herkes jî vê yekê dibîne. Kurd ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovatiyê, ji bo pirsgirêk çareser bibin di aliyê pratîk de jî pêngavan diavêjin, sîstemeke pirsgirêkan çareser bike pêş dixe. Herkes jî vê dibîne. Her wiha Kurd li dijî DAIŞ’ê şer dikin, derbeyên mezin lê dixe. Ji ber ku DAIŞ ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê jî metirsiyek e. Cîhan û mirovahiyê dît ku Kurd li dijî vê belayê ji her kesî zêdetir disekine, derbeyan lêdixin û ji bo parastina tevahiya mirovahî û nirxan têdikoşin. Ev yek bandoreke mezin li asta cîhanê kir. Tevgera Kurd di her aliyî de pêşket, li herêmê pêşengî kir û bû hêviyek ji bo mirovahiyê. Nêrînên ne baş yên li hemberî Kurdan hatin guhertin û nêrîneke baş çêbû. Dagirker ji vê yekê tirsiyan. Ji ber ku dîtin ku eger pêşiya vê yekê negirin wê ji bo wan xeteriyek mezin çêbibe. Ji ber dewletên dagirker li dijî Kurdan in, li dijî demokrasiyê ne, dîktatorî û faşîzmê esas digirin, hewl didin yên ku xizmeta wan nekin ji holê rakin. Ji ber ku tevgera Kurd pêşket, mezin bû, ji ber vê yekê jî êrîşên wan li ser tevgera Kurd mezin dibin û lîstikên wan jî mezin dibin. Ev jî ji bo Tevgera Kurd xeteriyê çêdike.
‘GER KURD NAXWAZIN FERSENDÊ JI DEST BIDIN DIVÊ KONGREYA NETEWÎ LI DAR BIXIN’
Di şerê cîhanî yê sêyemîn de firsendeke dîrokî ketiye destê Kurdan, ji bo Kurd karibin li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wisa ji bo gelên herêmê û mirovahiyê erkê xwe yê dîrokî pêk bîne. Ji bo vê pêşketin, li gel xetereyan têne jiyîn. Derfet jî pir zêden metirsî jî zêde ne. Lê eger Kurd yekîtiya xwe çênekin, vê parçebûnê navxweyî ji holê ranekin wê nikarin vê xetereyê jî ji holê rakin. Wê demê jî firsendeke dîrokî wê ji dest bidin. Eger careke din Kurd winda bikin wê di qirkirinê re derbas bibin. Lê Kurd dikarin encamên pir mezin bi dest ve bînin. Ji ber ku ew firsend bi destê wan ketiye. Eger Kurd naxwazin fersendê ji dest berdin, divê kongreya netewî lidarbixin. Wê bi kongreya neteweyî re hem destê dijmin ji nava xwe derxin, hem jî wê parçebûnê ji holê rakin. Ev jî pir giring e. Ji ber ku wê stratejî û taktîka Kurdan ya hevbeş were pêşxistin. Berê jî ji bo kongreya netewî hinek kar hatibûn kirin heta astekê hatibûn û hindek encam derketibûn holê. Niha jî pêşketinên çêdibin, xeteriyên heyî çi hewce dikin? Çêkirina kongreya netewî. Daxwaziya gel jî heye. Daxwaziya partiyan, daxwaziya saziyan heye. Daxwaziya rewşenbîr, hunermend û nivîskaran heye. Her wiha di asta navnetewî de daxwaziya hinek hêzan heye. Eger mirov vana hemûyan bîne ber çav, divê mirov bi lez kongereyeke netewî pêk bîne. PKK herdem bi berpisyarî nêzî erkên xwe yên dîrokî û netewî bûye. Ji ber vê yekê jî me ev bangawaziyê kir.
'HEYA NIHA JI BO LIDARXISTINA KONGREYA NETEWEYÎ HELWEST Û BERSIVÊN TÊN BAŞ IN'
Hûn difikirin ku ev daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo lidarxistina kongrê, gavên pratîkî di aliyê rêxistin û partiyan de derbixe holê?
Heta niha gelek helwest û bersivên baş pêş ketin. Bersivên tên baş in. Daxwaza gel tê îfadekirin. Daxwaziya gelek partî, saziyên navnetewî hat ziman. Her kesî xwe di vê daxuyaniyê de dît. Ji ber vê yekê jî her ku diçe xwedî derketinek li vê daxuyaniyê heye. Di asta Kurdistanê de heta niha yên bersiv nedanî pir kêm in. Piranî bersiveke baş dan. Ev yek jî cesareta pratîzekirina wê dide mirov. Baweriya min ew e ku her kes li daxuyaniyên xwe xwedî derkeve. Tenê di axaftin û daxuyaniyan de nemînin, hewl bidin gavên pratîkî jî biavêjin. Li gel pêngavên bên avêtin cih bigirin û di aliyê pratîkîde jî kar bikin. Ji ber ti kes nikare li hember daxwazên gelê Kurdistanê derkeve. Partiyên siyasî, hunermend, rewşenbîr û heta hinek hêzên navteweyî jî piştgiriyê didin. Kî li dijî wê derkeve dê winda bike. Kî lê xwedî derkeve jî dê di nava gel, dîrokê û mirovahiyê de cihek taybet û rêzdar bigire.
‘PÊWÎST E HER KES BI AWAYEKî PRATÎKÎ JÎ LI PIŞT DAXUYANIYÊN XWE BISEKINE’
Di daxuyaniyan de helwestek erênî heye lê, pêwîste ev tenê di daxuyaniyan de nemîne. Di pratîkê de her kes wan daxuyaniyên xwe pêk bîne û xwedî lê derbikeve, kar bike.Tişta ku em dibînin yên ku li hemberî bangawaziyê helwestên erênî nîşan dan, naxwazin di aliyê pratîk de pêngavan bavêjin. Nikarin li dijî wê rawestin ji ber ku li dijî rawest wê winda bike. Yanî diyar dikin ku li gel vê daxuyaniyê ne , erênî nêzik dibin. Ji ber di nava gel de teng nebin, zextên gel li ser wan çênebin. Her wiha ji bo di nava gel û dîrokê de rûreş nebin vê daxuyaniyê qebûl dikin, erênî nêz dibin. Lê dema mirov li pratîka wan temaşe dike, dibîne ku pratîk ne wek daxuyaniyên wan e. Ev jî herî zêde xwe li Başûr nîşan dide. Mînak, li beşên din yên Kurdistanê yên piştgiriyê nadin vê daxuyaniyê, ti daxuyaniyên erênî jî nadin û ji wê jî dernakevin. Li Başûr ne wisa ye. Li Başûr hema bêje hemû alî helwestên xwe bi daxuyaniyan diyarkirin. Lê hinek ji yên daxuyanî dane, di aliyê pratîkî de ti gavan navêjin. Wextê ku mirov bi wan re diaxive jî ji xwe re hinek bahaneyan derdixin. Dibêjin pêwîste kongreya netewî pêk bê ji ber ku pêşketin vê dixwazin lê, li gel vê behsa astengiyên li pêşiya xwe dikin û bahaneyan çêdikin, dibêjin zehmet e. Ev jî dide diyarkirin ku devê wan tiştekê dibêje pratîka wan tişteke din dibêje. Pratîka wan dide diyarkirin ku ne li gel kongrê ne, naxwazin van astengiyan ji holê rakin. Ji hinek hêzan ditirsin. Ez nizanim dibe ne li gorî berjewendiyên partiyên wan be. Lê ez vê dibêjim, di vî karî de tirs nabe, di vê meseleyê de hesabên teng yên hizbayetî nabe. Hizb ji bo pirsgirêkên civaka xwe çareser bikin hene. Ji bo vê jî divê hemû hizb berjewendiyên netewî ji bo xwe esas bigirin. Divê ticarî meseleya netewî nekin qurbanê hizbayetiyê. Divê ev partiyane teng nêzî meseleyê nebin, eger wisan bikin dê winda bikin. Wê ticar nekarin pirsgirêkên Kurdan çareser bikin. Yên ku xwe esas bigirin, dûrî gel dikevin û yê dûrî gel jî ket wê winda bike. Her wiha yê ku daxwaziyên gel, daxwaziyên dîrokê, daxwaziyên mirovahiyê esas negire ew wê winda bikin. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ji bo wan partiyan vê bêjim; Pêwîst e nekevin hesabên biçûk û teng. Divê netirsin, bi biryar û bi wêrekî xwedî li erkê xwe yê netewî derkevin. Li daxuyaniyên xwe xwedî derkevin. Ji aliyekî ve ji bo tengav nebin daxuyaniyan didin, ji aliyê din ve jî naxwazin kongre çêbibe ev jî dirûtî ye. Wê ev dirûtî heya kû berdewam bike? Yê ku vê dirûtiyê berdewam bike wê mezin winda bike. Em naxwazin tu kes winda bike, em dixwazin her kes qezenc bike. Dema hemû partiyan pirsgirêkên netewî çareser kirin, kongreya netewî esas girtin û ji bo wê kar kirin wê bi serbikevin. Eger ji bo wê kar nekin wê winda bikin.
‘JI BO LIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ ŞERT Û MERC GUNCAV IN’
Konjoktora siyasî û rewşa heyî ya li Kurdistan û cîhanê çiqasî ji bo lidarxistina Kongreya Netewî guncav e?
Hem şert û mercên qada navnetewî, hem şert û mercên Rojhilata Navîn, hem şert û mercên Kurdistanê û hem rewşa ku dewletên dagirker ji nav derbas dibin, ji bo lidarxistina kongreya netewî gelek guncav e. Em dikarin bêjin heya niha firsendek wiha ne di asta qada nevnetewî de, ne li Rojhilata Navîn û ne jî li Kurdistanê derneketibû holê. Raste dibe ku hinek astengî û pirsgirêk hebin lê, ev nayê wê maneyê ku kongre nikare were lidarxistin. Eger şert û merc ne guncav bin mirov bixwaze jî nikare kongreyê çêbike. Bes şert û mercên heyî guncav in. Ji ber vê divê Kurd vê firsendê ji dest nedin. Eger Kurd ji vê firsendê sûd wernegirin, yekîtiya xwe ya netewî çênekin, kongreya xwe lidarnexin û biryarana nestînin wê winda bikin. Ti carî Kurd firsendek wiha bi dest nexistiye. Ji vê firsendê baştir firsend nabin. Ji ber li hemû beşan gel dixwaze, bi giranî partî û saziyên heyî dixwazin, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, saziyên medenî dixwazin. Dîsa di qada navnetewî de li Rojhilata navîn hinek hêz vê dixwazin. Yên ku li dijî vê jî derdikevin hene lê, kêm in. Li vir ya esas Kurd bi xwe ye. Şert û merc çiqas guncav bin jî eger Kurd nexwazin ji vê sûd werbigirin wê pêk neyê. Ango eger Kurd, şert û mercên guncav baş bi kar bînin wê bikarin encaman jî bistînin. Divê Kurd ji xwe bawer bin. Divê guhê xwe nedin derve. Raste divê derve jî bibînin lê, yê esas Kurd bi xwe ne. Eger Kurd bixwaze meseleya xwe ya netewî çareser bike, yekîtiya xwe çêbike, siyaseta wê aboriya wê pêş bixe û di aliyê leşkerî de mezin bibe, kes nikare pêşiya Kurdan bigire.
‘JI BO KONGREYA NETEWÎ WERE LIDARXISTIN DIVÊ PÊŞÎ, CIVÎNEK WERE ÇÊKIRIN’
Hêza herî mezin a Rojhilata Navîn Kurd in. Çarenûsa her kesî îro, di destê Kurdan de ye. Kurd wê çarenûsa her kesî diyar bikin. Bêyî Kurdan kesek nikare li Rojhilata Navîn siyasetê bike, nikare hevsengên nû ava bikin, statuyên nû ava bikin. Eger hevsengiyek nû, statuyek nû bê avakirin, wê Kurd di navenda vê de bin. Yê ku Kurdan nebîne, rast nêzîkî Kurdan nebe, dostaniyê çêneke jî wê winda bike, wê nikaribe li Rojhilata Navîn siyasetê bike, li cîhanê nikare siyasetê bike. Belkî berê li ser parçekirina Kurdan li ser tinekirina Kurdan siyaset dibû. Ew dem xilas bû, demek nû û pêvajoyek nû destpê kir ji bo her kesî. Ji bo vê jî guhertinek mezin tê jiyîn. Di vê guhertinê de Kurd ji her kesî zêdetir têdiloşin. Ji ber ku Kurd dixwazin bibin xwedî statû û di nava hevsengiyan de cih bigirin. Kurd êşa bê statûbûnê zehf jiyaye, dizane û dizane bê statûbûn tê çi wateyê. Ji ber ku nebûye xwedî statûyekê êşên mezin jiyaye û ji komkujiyên mezin derbas bûye. Ji ber vê jî fersenda ketiye destê Kurdan e, Kurd dixwazin baş binirxînin. Dixwazin ji her kesî zêdetir di hevsengên nû de cih bigirin, statûyeke nû bi dest bixe. Ji bo vê jî divê Kurd dereng nekevin û Kongreya netewî lidarbixin. Ji bo kongreya netewî çêbibe jî divê destpêkê civînek çêbibe. Divê di civînê de hemû alî amade bin. Xebatên amadekariya kongrê heta astekê hatibû, ew jî bingehek e, li ser vî bingehê di kare civînek were çêkirin. Li ser amadekariyên kongrê nîqaş werin pêşxistin, biryar werin girtin. Divê zêde dem neyê windakirin. Çiqas dereng bimîne, ti fêdeyeke xwe ji bo Kurdan nîn e, zirerê dide Kurdan. Lê çiqas zû were kirin wê tevahî Kurd jê bi qezenc derkevin. Ji ber li Rojhilata Navîn her roj guhertin çêdibin, her roj lihevkirinên nû çêdibin. Lihevkirinên kevin xira dibin. Dema hevsengên nû çêdibin bi şer û lihevkirinan pêk tên.
We got, şert û merc guncav in. Wê demê çi dibe sedem ku kongre neyê lidarxistin?
Hinek aliyên Kurd hene kongreya netewî ji bo xwe pêwîst nabînin, heta xeter dibînin. Dibêjin 'bernameyek me heye, em bi vê bernameyê dimeşin. Kongreya netewî xizmetê ji bernameya me re nake. Ne li gorî berjewendiyên me ye. Ji bo wê divê kongreya netewî niha çênebe.' Heta hinek dibêjin 'emê dewletê ava bikin. Eger em kongreya netewî pêk bînin, wê berjewendiyên me bixe talokeyê. Wê nehêle em dewletê çêbikin. Em bibin xwedî desthilatdar. Ji bo wê pêwîst e kongre çênebe. Kongreya ku berê me xwest em pêk bînin û temam nebû ji ber wê temam nebû. Hinekan ew xira kir. Gotin; 'kongre çêbibe wê dewletên dagirker, dewletên cîran ji vê aciz bibin. Wê vêya li derveyî xwe bibînin. Em ê wê demê nikaribin dewletê ava bikin. Ji bo wê jî pêwîst e kongre çênebe.' Wisan mûdaxele kirin û nehiştin kongre çêbibe. Eger wisan nekirina wê kongre pêk bihata. Li gel vê hinek dewletên dagirker hene ew naxwazin kongreya netewî çêbibe. Ji ber ku ew li dijî Kurdan in, li dijî demokrasiyê ne. ji ber eger yekîtiya Kurd çêbibe, demokrasî bi pêş bikeve ew ê zirarên mezin bibînin, di wê de mirina xwe dibînin, wê naxwazin. Ji ber Tirkiye be, Îran be bi taybet ji bo xwe netew dewletê esas werdigirin. Ji ber wê yekê jî îmhakirina Kurdan ji bo xwe esas werdigirin. Dijminatiya wan ya li dijî Kurdan dibe dijminiya li dijî demokrasiyê. Dijminahiya Kurd û demokrasiyê dibe lihevkirina kevneperest, dibe dîktatorî, dibe faşîst. Eger vana şerê dîktatoriyê dimeşînin şerê faşîzmê dimeşînîn, şerê mezheban dimeşînin ji bo wê tên ser hêzên Kurdan û demokrasiyê. Ji ber yekîtiya Kurdan çêbibe wê Kurd bibin hêzek, bibin îradeyek ew wê naxwazin. Dîsa demokrasî pêş bikeve, ji her kesî zêdetir wê Kurd sûdê jê werbigirin, dikeve ximeta Kurdan. Ev yek wê Kurdan bi pêş ve bibe û bike îrade. Di hedefa dewletên dagirker de tunekirina Kurdan û îmhakirina Kurdan heye, guhertin nîn e. Vê weke dijminê xwe dibînin, weke mirina xwe dibînin ji ber wê jî li dijî vê disekinin û naxwazin kongreyeke neteweyî çêbibe, naxwazin Kurd bibin yek. Ji bo ev fersenda ketiye destê Kurdan, Kurd jê sûdê werngirin, encamê jê negirin ji bo wê li ser Kurdan mudaxele yan pêş dixin, êrîşan pêş dixin. Bi taybet jî Tirkiye viya dike. Erdogan, Dewlet Bahçelî û AKP/MHP bi hevre bûne desthiltdar û Devlet Bahçelî û Erdogan hevalbendî danîne. Ji ber wê nîjadperestî û mezhebê dikin yek û ev jî ji xwe bingehê faşîzmê ye. Faşîzim li Tirkiyeyê diedilînin. Ji bo wê êrîşî Kurdan dikin. Êrîşî hêzên demokrasiyê dikin. HDP’iyan ji meclîsê davêjin, parlementerên HDP’ê digirin, şeredariyên gel bi dare zorê ji destê wan werdigirin, waliyan, qeymeqaman tayînî şaredariyan dikin, goristanan bombe dikin, bajaran xira dikin, bi hezaran mirovan koçber dikin, dest datinin li ser mal û milkê wan, malên wan talan dikin, birîndaran dikujin, dixwazin demografiyê biguherin, dibêjin,“Me seferberî ragihandiye” van hemûyan li dijî Kurdan dikin. Li dijî hêza demokrasiyê vê dikin. Ne tenê Bakur lê mûdaxeleyî Rojava jî dikin. Dixwazin desteftiyên Kurdan ji destê wan werbigirin. Mûdaxeleyî Başûr dikin, naxwazin ku statuya ku heyî bi hêztir bibe, heta dixwazin tevlîhev bikin, nakokiyên li Başûr mezin bikin û bikin ku Başûr nekaribe hem ji bo xwe hem jî ji bo beşên din têbikoşe. Ev dibînin bingeha kongreya netewî bihêz e dixwazin wê bingehê texrîb bikin, dixwazin di nava Kurdan de nakokiyan çêbikin, şerê hev bikin, ji bo ku Kurd nebin yek. Dixwazin ku Kurd ji vê fersendê sûd wernegirin û dixwazin xwe ji zehmetiyan xilas bikin bi vê yekê netewdewletên xwe yên ku ber bi belavbûnê ve diçin, biparêzin û desthilatdariya xwe biparêzin.
‘KURD NAXWAZIN PARÇE BIBIN'
Di serî de dewleta Tirk û hemû dewletên dagirker çawa û heta çi astekî li pêşiya lidarxistina kongreya netewî asteng in?
Dewleta Tirk hem li Bakûr, hem li Rojava hem jî li Başûr dijminahiya Kurdan dike, vê eşkera dike ne veşartî. Dîsa dijminahiyê li hêzên demokrasiyê dike. Naxwaze demokrasî pêş bikeve û Kurd sûdê jê werbigire. Ji ber ku di sîstemeke demokrasiyê de herî zêde Kurd wê jê sûdê bigirin. Ji ber dibînin ku dema sîstema demokrasî xurt dibe Kurd xurt dibe, ji ber wê sîstema demokrasiyê ji xwe re dike hedef û êrîşê dibe ser. Dixwaze yekîtiya ku niha li Kurdistanê tê çêkirin têk bibe û careke din dagirkeriya xwe li Kurdistanê pêş bixe. Ji bo wê kar dixebitin. Niha di êrîşên dij Kurdan de hemû hêza xwe kiriye seferberiyê. Wê çawan qirkirina Kurdan pêk bînin vê esas digirin. Ji bo qirkirina Kurdan pêk bînin jî PKK’ê dikin hedef. Ji ber yê ku ruh dide gelê Kurd PKK ye, yê ku yekîtiya Kurdan, netewa Kurdan pêş dixe û Kurdan radike ser piyan, dike hêz PKK ye. Ji ber wê dixwazin bi hemû hêza xwe derbeyê li PKK’ê bixin, PKK’ê tesfiye bikin û bikarin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ji ber heta PKK'ê tesfiye nekin nikarin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ji bo qirkirina Kurdan bi hemû hêza xwe ya leşkerî, îstixbaretî û teknîkî êrîş dike. Her wiha dixwazin bi girtinan, bi kuştinan û bi zextan hem PKK’ê tesfiye bikin hem jî qirkirina Kurdan pêk bînin. Bi wî awayî têne ser Kurdan. Di nava Kurdan de hinek kesan ber bi aliyê xwe ve dikişîne dibêje, “ezê derfetan bidim we eger hûn li gel min tevbigerin” bi wî awayî dixwazin wan jî di tasfiyekirina Kurdan de bi kar bînin. Naxwazin yekîtiya Kurdan pêk bê. Dixwazin Kurd li hev bixin, şerê hev bikin, menfîetên xwe ji bîr bikin, azadiya xwe ji bîr bikin û serê hev bixwin. Ew jî li ser wê Kurdan xilas bikin, ji bo xwe vê esas digirin, wisa li diji kongreya neteweyî disekinin. Bi giştî nebe jî hinek Kurdan ev yek fêhm kiriye. Berê Kurdan ev yek baş fam nedikirin bi rihetî dagirkeran destê xwe davêt nava Kurdan, Kurd parçe dikirin dikirin dijminê hev û ji vê jî Kurdan zirarên mezin dîtin. Îro Kurdan ev yek bi giranî fêhm kiriye û naxwazin nava xwe de şer bikin, naxwazin parçebûnê bijîn. Ji ber ku kî dixwaze parçebûnê bidomîne, kî dixwaze şer bike, kî dixwaze li gel dagirkeran dijminahiya Kurdan bike gel li dijî wana derdikeve. Bi taybet jî gelê Başûr ev baş fêhm kiriye. Qebûl nakin ku li nava Başûr di nava partiyan de nakokî çêbibin, şer çêbibin. Naxwaze di nava Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê de parçebûn û şer çêbibin. Naxwaze kes li gel dagirkeran li dijî gel bisekine. Di dijî wan siyasetan disekinin. Ev şiyarbûnek e, ev diyar dike ku êdî gelê me êdî lîstikên dagirkeran qebûl nake. Nav Kurdan de şer qebul nake. Yekîtiya Kurdan dixwaze, têkoşîna Kurdan dixwaze. Ji ber ku sûda xwe di vir de dibîne. Ev pêşketinek baş e, şiyarbûneke baş e û ev zanebûnek e. Em binêrin li her parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd PKK’ê weke hêza parastinê dibîne. Ji ber siyaseta ku Rêber Apo pêş dixe vê baweriyê dide gelê Kurd. Ji ber siyaseta Rêber Apo çareserkirina pirsgirêkên Kurd dixwaze, yekîtiyê dixwaze li Kurdistsanê yekîtiya netewî dixwaze, çareseriyê dixwaze. Demokratîkbûnê, azadiyê û edaletê dixwaze. Ji ber vê jî Kurd bi zanebûn dikin û destê dagirkeran di nava Kurdan de qels dike. Ji ber vê jî gelê me ji bo xwe hêza parastinê dibîne, li PKK’ê xwedî derdikeve. Di dijî kesên dijminahiya Kurdan dikin disekinin. Ev jî baweriyeke mezin dide me jî, gelê me jî. Ev ê hin bêhtir pêşbidkeve û xurt bibe. Eger em kongreya netewî pêş bixin dê gelê me hin bêhtir bi hêz bibe û ev şerê di nava Kurdan de bi temamî ji holê rabe. Wê demê wê yekîtiya Kurdan hêza Kurdan çêbibe û kesek nikaribe li pêşiya Kurdan bisekine. Kî bixwaze bisekine jî winda dike.
‘DEMA KU LI KURDISTANÊ TE ASTENGÎ Û ZEHMETÎ RAKIRIN, DIKARÎ GELÊ KURD JI MIRINÊ RIZGAR BIKÎ’
Nakokiyên di navbera partiyên siyasî de li Rojava, Başûr û Rohilatê Kurdistanê li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî dibe asteng. Ji bo rakirina van astengiyên wê hewldanên we çawa bin û di vê mijarê de xebatên we hene yan na?
Me bangewazî kir. Dema me ew bangewazî kir me dizanî ku li pêşiya kongreya netewî hinek astengi hene. Çi li nava Kurdan çi ji derveyî Kurdan me ev yek dizanî û me ev bangawazî kirin. Ji bo kongreya netewî çêbibe astengî û zehmetî kêm in. Ji bo çêbibe derfet, zemîn û fersend hîn mezintir e.
Niha rastiyeke jiyanê heye; di jiyanê de her tiştek ne baş dibe ne jî xirab dibe, herdu alî pêkve dibin. Dibe aliyek bi giranî bandorê bike. Jiyan wisa ye. Yanî jiyan bê pirsgirêk, bê zehmetî, bêa stengî nabe. Ji xwe xweşikbûna jiyanê jî di vir de ye. Eger ku te tiştê ku jiyanê pêş nexe, xweşik nake, te rakir, tu mane didî jiyanê, wê demê jiyan digihe wateya xwe, xweşik dibe. Bi taybet yên ku li Kurdistanê dixwazin azadiyê çêbikin, pirsgirêkên Kurdan çareser bikin, sîstemeke demokratik ji bo gelê Kurd ava bikin, lazime çi astenge, çi zehmetiyê çêdike, wan rakin, dema ku wan ji bo xwe pirsgirêk ditîn, dikarin rabikin. Dema ku ew rakirin dikarin li Kurdistane yekîtiyê pêk bînin, jiyanê geş bikin. Daxwaziyên gel pêk bînin. Wê demê li Kurdistanê jiyan digihe armanc û maneya xwe. Ji ber ku dagirkeran jiyan kuştî ye. Bê wate kiriye. Bi navê jiyanê, Kurdan her roj dikuje û ji vê re ji bo Kurdan jiyan dibêje. Di rastiyê de ev ne jiyan e. Tişta ku xizmeta Kurdan neke, Kurdan pêş naxe, bi ser nexe ji bo Kurdan nabe jiyan. Tişta ji bo Kurda nabe jiyan, ew ji bo Kurdan dibe mirin. Kurd nikare ji tişta ku wê dikuje re bibêje jiyan. Kurdan ew ferq kiriye, ya girîng ew ferqkirin e. Çi dikeve xizmeta Kurdan, çi Kurdan bi ser dixe, Kurd bi azadî û demokrasîbûnê bi pêş ve diçe, Kurdan ev yek fêhm kirine. Ev yek hatiye fêhmkirin, ji ber ku fêhm kiriye dikare astengî, zorî û zehmetiyên heyî ji hole rake. Dema ku rêxistina me çêbû jî li ser vî esasî çêbû. Xeta ku ji xwe re esas girtî, li ser vî esasî pêk anî.
Dema ku li Kurdistanê te astengî û zehmetî rakirin dikari gelê Kurd ji mirinê der bixî. Pêşeroja gelê Kurd bibe azadî û vê mîsoger bikî. Eger tu zehmetiyan, astengiyan, tinebûne ji bo xwe esas bigrî, ji xwe tu wê demê nikarî tiştekî bikî. Tu bi temamî winda dikî. Eger ku te ew rakirin, te ew esas wergirtin, ku te kir pisgirêka xwe ku divê tu çareser bikî, ew çareser dibin. Wê demê, di wê de pêşketin û serkeftin çêdibe. Wê demê ji bo Kurdan jiyan çêdibe, nirx çêdibe, derfet çêdibe, ew Kurdan bi ser dixe. Di aliye netewî de ji wisa ye, niha gelê me bi giranî dixwaze, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, dixwazin, gelek partî û sazî dixwazin, hinek hêzen navnetewî dixwazin. Bi vê zemînê ku tu kar bikî dikarî bigihî encaman. Li gel vê hinek ji li dijî wê ne. Ha ew zemînê ku min got, yê baş dibe sebeb ku tu yê li dijî kongre disekine, wê astengiyê ji hole rakî. Tu dikarî rakî. Wê demê ew astengî û zehmetî ji holê radibin, ew kongre pêş dikeve.
‘PKK BERPIRSYARIYA LIDARXISTINA KONGRÊ DIGIRE SER MILÊ XWE’
Niha PKK'ê ji ber ku bangewazî kir, li wê xwedî derdikeve. Berpirsyartiyê dide ser milê xwe. Ji bo wê ji kar dike, wateya wê çiye, astengiyên ku heyî dixwaze rake. Ji bo ku ew kongre di pratîkê de pêş bikeve û pêk bê. Ango PKK tu caran vê esas wernagire, nabêje asteng e, zehmet e çenabe. Ew ne felsefa vê rêxistinê ye. Di felsefa vê rêxistinê de dema ku te xwest, gorî wê jî ku te kar kir, tiştekî ku çênebe nîne. Dibe dereng an zû lê çêdibe.
Eger te nexwest û ji bo wê kar nekir tu caran çênabe, yanî tu tiştek ku nahele kongre çêbibe, tu ji bo xwe esas werbigrî tu nikarî kongreye pêş bixî û bi ser bixî. Tişta ku kongre dixwaze heke tu ji bo xwe esas werbigrî, wê demê tu dikarî pêk bînî. Ji ber wê di PKK'ê de, uslûbê ku PKK dimeşîne, objektîf e, yanî fêhmkirina pirsgirêkê, çareserkirina wê, serketina wê esas e. Li diji şêwaza negatîv, şêwaza negatîv pirsgirêka tîne ziman û astengiyan û zorî û zehmetiyan tîne ziman. Ev çawa çareser nabin tîne ziman, belkî tîne ziman, belkî rexne dike lê çareseriye esas nagre. Tê de çareserî nîne, ji ber vê ew şêwaz tu caran pêşketin û serketinê çênake. Ew pirsgireka dide jiyîn. ew pirsgirekan mezin dike, ji ber vê çendê PKK li dijî wê şêwazê sekinî, heta niha ji ber wê jî, vê şêwazê li Kurdistane zeif xist. Ew şêwaza dagirkeran e, di nava civak û mirovên Kurd de pêk anîne. Eger Kurd bi xwe bawer neke, bi têkoşînê bawer neke, wê demê wê têkoşînê neke. Wê bêje nabe ji ber ku dagirker j bo Kurdan dibêje nabe, hûn nikarin dest jê berdin, ji bo ku Kurd ji vê qebul bike. Ha dema tu li dijî vê sekinî tişta ku ew bêjin, nabe tu bêjî, û te ji bo wê kar kir wê demê ya Kurdan bi ser dikeve, yê dagirkeran bin dikeve. Kurd wê demê qezenc dikin. Em bi vê felsefê, bi vê şêwazê nêzîkî hemû meselan dibin, meseleya kongreya netewî ji em li ser vî esasî rûdinînin.
‘PÊWÎST E HER KES BI BERPIRSYARIYÊN XWE RABE’
Her wiha divê partiyên siyasî ji bo lidarxistina Kongreyê bikevin nava hewldanên çawa?
Daxwaziya endamên xwe pêk bînin. Baweriya min ew e ku partiyên ku li kongreya netewî xwedî dernakevin, endamên wan ji kongreya netewi dixwazin. Ji bo wê pewîst e her kesek li daxuyanya xwe xwedî derkeve. Ji bo ku hongre di pratîkê de zû pêş bikeve. Berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin, ev partî dibe, sazî dibe rewşenbîr dibin, hunermend dibin, nivîskar dibin yanî her kesek berpirsyariya xwe heye û bi berpirsyariya xwe rabin, bi taybet jî wijdanê gelê Kurd kî ye, hîn zêde hunermend in rewşenbîr in, nivîskar in, yên ku di çand û hunerê de kar dikin, pêwîst e vana ji bo kongreya netewî erkê xwe yên dîrokî pêk bînin. Erka wan çiye? şiyarkirine, lihevhatin û daxaziyên gel anîna zimane. Çi zererê dide gel ew bi gel dayîna Fêhmkirin e. Sekinandina dijî wê ye. Çi dikeve xizmeta gel di nava gel de pêkanîna vê ye, pêkanîna pêşengbûna vê ye. Eger wisa kar bikin baweriya min ew e ku kongreya netewî wê zû pêş bikeve. Çiqas zû pêş bikeve ji Kurdan re wê sûda wê mezintir be."