Bayik: Gotin û pratîka PKK’ê yek e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, “Rêber Apo û PKK’ê çi gotine, di pratîkê de ew tişt kirine. Ew ne tenê li ser retorîk an jî tenê pratîkê bûn. Gotin û tevgera wan eyek e. Ev diyalektîk di asteke bilind de xist meriyetê.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku bi îlankirina PKK'ê re hatiye dîtin ku Kurdistan û gelê Kurd ya ku dihat gotin tuneye, heye û bi partîbûnê re di azadiya xwe de israr dike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê bersiv da pirsên ANF'ê. Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Tevlî bûna jinan a di nava koma we de çawa pêk hat û çawa hate pêşwazî kirin?

Yanê Rêber Apo tevlî kirina jinan a nava tevgerê esas wergirt. Dema ku tevgerê xwe nû li Enqerê rêxistin dikir, di nava tevgerên çepê Tirk de pir nedihat nas kirin. Hê komek bîrdozî bû, teng bû lê di wê wextê de Rêber Apo dixwest ku jinan jî tevlî tevgerê bike. Ji ber ku dema hîna zarok bi zarokên xort, keç pêwendî çêkiri bû. Ev ji bo xwe esas wergirtibû. Guh nedabû gund û malbata xwe. Ji bo vê jî dema ku li Enqerê komek bîrdozî ava kir, ew nêzîk bûna gund ji bo xwe esas wergirt û heta ew hîna pêş xist. Yanê ji bo wê xwest di tevgerê de jin jî hebin. Heta wê demê li ser tevlî bûyînên jinan nîqaş jî hebûn. Lê nîqaşên ku Rêber Apo pêş dixist hînek cûdatir bû. Yanê digot eger jin dixwaze ku tevlî me bibe, dixwaze ku xwe rast tevlî bike, divê rengekekê bide komê, komê xurt bike. Ji bo vê di têkildarî mijara jinê de di hemû hevalan de nêzîkatiyên cûda hebûn. Jixwe Rêber Apo jin wekî neteweyekê, hem jî wekî neteweyek ku ji aliyê desthilata heyî ve hat xistin û bêsînor jî hat xistin, digirte dest. Di lêkolînên xwe yên dîrokê de jî dîtibû ku nêzîk bûyînên jinê paqij e, durist e. Mesela di dîroka Hz. Îsa de jî yê ku destpêkê xwedî li Hz. Îsa derket û di dema cenaze rakirinê de jî xwedî derket jin e. Hz. Îsa jî li ser mijara jinê sekinî bû. Rêber Apo ji bo vê hinek encam ji dîrokê derxisti bû. Yanê ji ber ku Rêber Apo jî heqîqet esas werdigirt, civak, dîrok esas werdigirt, di armancê de jî azadî hebû, di dîrok û civakê de kûr bûn çêkiri bû; lewra gihiştibû heqîqeta dîrok û civakê. Ango dît ku eger di dîrokê de qut bûyînek pêşketibe, berevajî bûyînek hebe; bi jinê re destpê kiriye. Civakê li ser koletiya jin rastiya xwe winda kiriye. Aha Marx gotibû ya; ‘min dîroka serberjêr diçû li ser lingan da rûniştandin.’ Lê Rêber Apo dît ku her çiqas Marx wiha gotibe jî, dîrok li ser lingan ne daye rûniştandin. Ji ber eger tu bixwazî li ser lingan bidî rûniştandin, divê tu li ser azadiya jin bidî rûniştandin. Wê wextê dîrok, civak rast pêş dikeve. Li ser wî esasî azadî, demokrasî pêş dikeve. Aha Rêber Apo ew nêzîk bûyîna xwe ya gund, li Enqerê hîna xurtkir û piştre jî ew gihand astek bilind. Yanê dibe ku 1986’an Tevgerên Femînîst derketibûn, lê di wan tevgerên de hê zêde bertek  li hember zilam pêşketibûn. Lê her çiqas welê jî bin vêya rastiya jin derxist holê. Aha Rêber Apo li ser vê esasê nêzîkî dîroka civakê bû û bi vî awayî gihişt heqîqeta jin. Dît ku eger tu bixwazî aştî, azadî, demokrasî pêk bînî ew di azadiya jin de derbas dibe. Yê ku azadiya jin esas wernegire, çiqas ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîn bike jî nikare vê armancê pêk bîne. Pirsigirêka jin, ne wekî ku sosyalîzma pêkhatî nêzîk dibû û digot; ‘aha em ê sosyalîzmê pêş bîxînin, bigihînin desthilatdariyê û wê jin jî bigihije azadiya xwe’ ve ne digirt dest. Jixwe di pratîka sosyalîzmê de jî ew pêk nehat. Rêber Apo ew jî dît û ji bo wê got: “Eger tu dixwazî azadî, demokrasiyê, sosyalîzmê pêk bîni rêya wê di jin de derbas dibe. Ji ber ku eger di jin de azadiyê pêş nexînî, tu nikarî di civakê de azadiyê pêş bîxînî. Civak ne tenê zilam e. Niviyê wê zilam e û niviyê wê jî jin e. Aha jin û zilam beşekî civakê ne. Ev her du civakê temsîl dikin, ev her du mirovahiyê temsîl dikin. Di Rêber Apo de mirov esas wergirtin hebû. Yê ku mirov esas werbigire wê jin û zilam esas werbigire. Yanê wexta ku te jin û zilam esas ne wergirt, wê demê tişta ku derdikeve holê desthilatdariya zilam e. Zîhniyet, kesayet, jiyan, deshilatiya ku çêdibe li ser wî esasî çêdibin. Divê tu vê bibînî. Eger tu dixwazî pirsgirêka di navbera jin û zilam de çareser biki wê demê pêwîste tu jin bilind biki. Aha Rêber Apo di PKK’ ê de ew esas wergirt. Yanê Rêber Apo çawa jin rakir ser piyan? Çawa ku xwest gelê Kurd rake ser piyan; ji mirinê şiyar kir, zindî kir, li dijî mirinê derxist ew ji bo jin jî esas wergirt. Heta dikarim bêjim ku jin di xewa mirinê de rakir. Yanê yê esas di xewa mirinê de, jin bû. Jinê rastiya xwe winda kiribû. Çawa ku gelê Kurd rastiya xwe winda kiribû; ziman, dîrok, çand, heqîqeta xwe winda kiribû û ber bi winda bûnê ve diçû, jin beriya wê; heqîqet, dîrok, reng, çand, nasname, nirxê xwe û ji her tiştê xwe hatibû qut kirin. Ji bo wê koletiya ku jin jiyan dikir, ji ya zilam hê kûrtir bû. Ji ber vê Rêber Apo got: “Azadiya jin azadiya zilam jî pêş dixe, azadiya jin azadiya, civakê jî pêş dixe. Yê ku di armancê xwe de azadî hebe, wê azadiya jin ji bo xwe esas werbigire. Ji ber vê jî li ser vê esasî tekoşîn kir. Her çiqas ew tevgera femînîst a ku li dijî bertekan derket holê pirsgirêka jin dianî ziman jî, lê di mijara ku wê jin çawa pirsgirêka xwe çareser bike de pêngavek pêş nexist. Aha yekemîn car Rêber Apo bîrdozî, teoriya wê pêş xist. Yanê ji bo jin bikaribe bertekê xwe derbixîne holê, bikare hem ji bo xwe hem jî ji bo zilam û civakê tekoşîna azadiyê pêş bixîne. Yanê dikarim bêjim ku yekemîn car Rêber Apo teoriya azadiya jin, bîrdoziya wê, li ser wî esasî rêxistina wê pêş xist. Yanê eger di PKK’ê de Partiya jin, Artêşa jin pêşketibe, jinan ji bo xwe, ji bo civakê, ji bo mirovahiyê tekoşîn pêş xistibe, ew li ser wî esasî pêşketiye. Çawa ku gelê Kurd li cîhanê bû mînak, jinê Kurd jî bû mînak. Bandorek mezin li ser jinên cîhanê çêkir. Aha em îro dibînin ku jinên cîhanê PAJK’ê esas werdigirin. Kî PAJK pêş xistiye, kî teorî, bîrdozî, felsefeya wê pêş xistiye? Dibînin ku Rêber Apo pêş xistiye. Ji bo wê dixwazin li ser Rêber Apo lêkolîn bikin, fahm bikin. Dikarim bêjim ku ji niha ve Rêber Apo di dîrokê de cihê xwe girt û ew her ku biçe wê baştir bê fahm kirin. Wê Rêber Apo wek kesek ku teorî, bîrdozî, felsefeya jin pêşxist, yekî ku ew rêxistin kir, wê yê bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe jî bigire. Tê zanîn demekê dirûşmeyek bi navê  “Divê Hemû Karkerên Cîhanê Bibin Yek” hebû. Ev dirûşme ji bo kesên sosyalîzm, azadî û demokrasiyê tekoşîn dikir; maneviyatek, ruhek, armancek, hestek çêdikir. Li ser vî esasî tekoşîna azadî, demokrasî, tekoşîna sosyalîzmê dihat pêş xistin. Lê îro em dibînin ku li kêleka vê dirûşmeyê dirûşmeyek din pêş dikeve û her ku diçe jî  “Jin, Jiyan Azadî” li cîhanê belav dibe. Ev dirûşme li ser jinên cîhanê bandorek mezin çêdike, yekitiya wan çêdike.  Bi yekitiya jinan re li ser tevahî civakê jî bandor çêdike, ew pirsgirêka ku di nava civakê de tê jiyan kirin çareser dike, dîsa ew yekitiya civakê pêş dixe. Çawa ku wextekê ew dirûşmeya “Divê Hemû Karkerên Cîhanê Bibin Yek” di nava hêzên ku tekoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzm rêve dibirin de; ruh, hest, armancek çêdikir, tekoşîn pêş dixist niha jî jin wêya pêş dixînin. Niha ev dirûşmeya  “Jin, Jiyan, Azadî” li ser tevahî civakê bandor çêdike, yekitiyekê pêş dixîne. Mesela ew derdorên ku li Îranê li hember dewleta Îslamî disekinin, dibêjin; ‘me hetanî niha ne dikarî bigihîn hevdu, nakokiyên di navbera me de ne dihişt ku em bigihijin hevdu. Lê tekoşîna jin, ew dirûşmeya ku dihat avêtin û ew pêşengtî kirin, em gihandin hevdu.’  Dibêjin; ‘ ev cara yekemîne ku ev yekitî çêdibe. Hetanî niha ev yekitî çênedibû. Ev kîjan rastiyê dide diyar kirin? Aha ev rastiya ku Rêber Apo da diyar kirin, di pratîkê de ispat bû. Rêber Apo çi gotibû? Gotibû:  “Sedsala 21’emîn sedsala jinan e.” Jin wê mohra vê sedsalê bixe. Yanê wê azadiya jin pêş bikeve, wê li ser tekoşîna jin; azadî û  demokrasî pêş bikeve.” Ev jî her ku diçe di jiyanê de xwe dide der.

Ligel ku di nav koma we ya destpêkê de hevalên ji Tirkiyeyê jî hebûn, di rewşek welê de ku yên li ser Kurd û Kurdistanê tekoşîn rêvedibirin ji welat direviyan; we biryar girt û vegeriyan Kurdistanê. Wê çima berê xwe da Kurdistanê?

Wexta ku Rêber Apo PKK damezrand, hinek heqîqet bi tevgerê da fahm kirin. Çi bû ew heqîqet? Yek eger tu zîhniyet û kesayeta ku dagirker, qirkeran pêşxist ne guherînî; tu nikarî vê civakê, vê kesayetiyê li dijî dagirkeriyê derbixînî. Pêwîste ku tu guhertin çêbikî. Ji ber ku dewleta Tirk civaka Kurd ji holê rakiriye, xistiya xizmeta civaka Tirk, dewleta Tirk. Zîhniyet û kesayetek ava kiriye. Yanê tu pêwendiya wî bi Kurd û Kurdistanê re nemaye. Eger tu bixwazî ji bo vê civakê azadî, demokrasî pêş bixînî, divê tu  bi zîhniyetê ve destpê bikî, zîhniyetê biguherînî. Yanê destpêkê li ser pirgirêkê kesayet sekinî. Tu caran kesekî pirsgirêkek wiha neda pêşiya xwe. Xwestin bi vê civaka ku hat çêkirin, bi kesayeta ku hat çêkirin ve tekoşîna azadî, demokrasiyê pêş bixînin, tekoşîna sosyalîzmê pêş bixînin. Ji bo vê jî çiqas kar kirin, çiqas fedakarî jî kirin, lê tekoşîn bi sernexistin. Yanê eger Rêber Apo encam wergirtibe, ji ber wê wergirt. Dîsa hîna destpêkê li dijî pergala kapîtalîzmê sekinî. Wê demê her kesî digot; kapîtalîzm rolek baş dileyîze. Ango pêşketinê çêdike.  Lê Rêber Apo li dijî vê derket û got: “Pergala kapîtalîzmê li dijî civakê ye, li dijî mirove, li dijî jiyana civakê ye. Eger pergalek li dijî civakê be, civakbûyînê ji holê radike, li dijî mirov be, li dijî jiyana mirov be; ew çawa ku rolek pêşketî dileyîze? Ev ne rast e. Di dîrokê de ji pergala modernîteya kapîtalîst zêdetir, çi pergalan li dijî civakê, mirov, xerabî pêş nexistiye. Kapîtalîzm ji bo wê li dijî civak, mirov, taybet jî li dijî gelê Kurd e. Ji ber ku gelê Kurd nûnertiya civakbûnê dike. Pergala modernîteya kapîtalîst jî li dijî civakê ye. Çawa ku kapîtalîzm li Kurdistanê rolek pêşketî dileyîze?”  Got: “Ev ne rast e.” Li vê derê ferqa xwe û ya PKK’ê çêkir. Ji ber ku herkesî kapîtalîzm pêşketî didît. Ji bo tişta ku civakê ji holê radike, digotin; pêşketiye. Aha ji bo vê Rêber Apo tekoşînek mezin pêş xist. Eger PKK ji partiyên cûdatir be ji ber wê ye. Yek jî hîna di destpêkê de li dijî wê xeta hevkar a di nava Kurdan de sekinî. Xwest ku vêya bitevgerê û bi gel jî bide fahm kirin. Ji ber ku ji dîrokê jî encam derxistibû; ku kîjan demê Kurdan xwestibe ku ji bo xwe tekoşînekê pêş bixin, ew tekoşîn hemû bi qetlîaman ve temam bûne. Dibe ku sedemek pêşeng bû, lê temamî ne ew bû. Dema mirov li hemû tevgeran binêrin, di hemû tevgeran de yê ku tekoşînê perçe dike û bi dijmin re  li dijî Kurdan sekinî hene. Esas dijmin di wê de encam wergirtiye. Ji bo vê gelê me digot: “Eger kurmê darê ne ji darê be, wê dar nekeve.” Ev rastiyek e. Aha ji ber ku Rêber Apo dîroka Kurdan baş fahm kiribû, ji vê jî encam derxist. Eger tu dixwazî li Kurdistanê tekoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixînî, divê tenê pirsgirêka kesayet çareser nekî, tenê li dijî kapîtalîzmê tekoşîn rêve nebî. Bi wan re divê ev xeta îxanetê ya di nava gelê Kurd de jî bê dîtin û li dijî wê jî tekoşîn bê dayîn.  Aha wê demê şûnve gelê Kurd dikare tekoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixîne, wê demê şûnve wê bawerî bi hêza xwe bînî. Aha ev di destpêka vê tevgerê de hene. Yê ku dixwaze vê tevgera Rêber Apo fahm bike, divê wan baş fahm bike. Eger wan baş fahm neke, nikare Rêber Apo baş fahm bike. Çawa hemû tevger têk çûn, lê PKK ev 50’î sale; di bin hemû komplo û îxanetê de jî, gihiştiye astek herî bilind? Ev li ser siyasetê bandor dike, ji bo gelan dibe hêvî. Pêwîste ew vê fahm bikin.  Rêber Apo tiştên ku Kurd ber bi mirinê ve dibir û tevger anî vê astê tespît kir, li dijî vê sekinî, lewra cihêtiya wê derket holê.  Ji ber vê ferqa tekoşîna azadî û demokrasiyê pêşket, bû hêviya azadiyê. Ev rastiyek e. Li Enqerê koma bîrdozî hat pêş xistin, tiştên ku li wê derê bihatiban pêş xistin temam bibûn, divê êdî ber bi Kurdistanê ve pêngav hatiba avêtin. Wexta ku tevgerê ew pêngav nîqaş dikir, hinek di nava tevgerê de hinek jî di derveyî tevgerê de xwestin li dijî vê pêngavê bisekinin. Digotin; ‘ev pêngav ne di cih de ye, kî/ê biçe wê bimire. Yanê mirin didan pêşiya her kesî/ê da ku bitirsin, ew pêngav neyê avêtin. Rêber Apo li dijî vê bi biryar sekinî, nehişt ku ew astengî pêşiya tevgerê bigirin. Çiqas wan hewldan da ku pêşiya vê pêngavê bigirin, pêngav neyê avêtin; Rêber Apo jî, xebitî ku ew pêngav bên avêtin. Ev şerek bîrdozî bû. Rêber Apo şerê bîrdozî pir xurt meşand, lewma ev tevger pêşket. Çawa ku di destpêkê de şerê bîrdozî xurt pêş xist û tevgerê di vê de cihêtiya xwe danî holê û piştî  ku di paradîgmayê de guhertin çêkir jî divê em ji berê hê xurtir şerek bîrdozî bimeşînin. Ji ber ku tişta tevger pêş xist ew e. Rêber Apo li gorî wê bîrdoziyê partî û milîtaniyek pêş xist. Eger ku tu heqê wê bîrdoziya ku li ser wê milîtaniyek esas pêşket, tekoşînek esas pêşket; esas wernegirî, heqê wê radest neki, tu hemû hêza xwe vala derdixînî. Tekoşînek pêşketibû, di vê tekoşînê de tevgerê xwe ispat kiribû, tevger pêşketibû, baweriyek dabû çêkirin, kînek mezin li dijî pergalê re çêbibû, ji bo azadî û demokrasiyê evînek mezin derketibû holê, baweriyek pir xurt hebû, ji bo vê jî pêwîstî hebû ku ew gav hatiba avêtin. Jixwe Rêber Apo ew evîn, bawerî, îman çêkiribû. Ji her aliyê ve kom amade kiribû. Dema ku li ser wî esasî amadekarî hebin kes nikare pêşiya wê bigire. Dixwestin pêşiyê li bigirin, lê nedikarîn. Vê tevgerê bi vî awayî ew pêngav ber bi Kurdistanê ve avêt. Lê Enqerê kom çêkirin pirsgirêkek mezin bû, ew çêbibû. Ya mayî jî ew bû ku li ser wê esasê pêngavek din hatiba avêtin. Ew gav jî ew bû ku eger te li Kurdistanê tekoşîn pêş xistibe; welê nebe tu li Enqerê berdewam biki, tu li Kurdistanê nekevî nava pratîkê, tekoşînekê pêş nexînî, wê demê wê tu bibî wekî tevgerên din. Lê felsefe, bîrdozî, kesayetiya  ku Rêber Apo pêşxist, şêwazê ku ji bo tekoşînê pêşxist ne pêkan bû ku kom li Enqerê maba. Destpêkê xwest ku bi çepê Tirk re tekoşîn pêş bixîne, lê dema ku dît ew gav na avêjin; ji ber wê ber bi Kurdistanê ve gavek cûda avêtin, esas wergirt. Ji ber ku di armancê de azadî, demokrasî hebû. Eger tu xwe di armancê de qifil biki, hemû tiştê xwe bixînî di xîzmetê wê de, tişta ku xizmeta wê neke tu di xwe de xelas biki, di xwe de nehêlî, heram biki kes nikare pêşiya wê pêngavê bigire. Eger ji bo Kurdistanê gavek hatibe avêtin, ji ber wê hatiye avêtin. Wê demê kesekî bawer ne dikir ku wê ev tevger pêngavek welê biavêje û çiqas li ser navê, azadî, demokrasî û sosyalîzmê axivtiban jî ditirsiyan ku vê gava wê biavêjin, rêxistina wê, tekoşîna wê pêş bixînin. Wê demê bandora sosyalîzma pêkhatî hebû, ji bo vê jî gelekan xwe wek sosyalîst didan diyar kirin, diaxivîn. Lê dema dihat pratîkê, kesekî xwe ne dida ber pratîkê. Taybetmendiyek PKK’ê û Rêber Apo jî di vê derê de derdikeve holê. Pêwîste mirov wê bibîne. Yanê çi gotibe di pratîkê de jî ew pêk aniye, ew esas wergirtiye. Axivtin û kirin kiriye yek. Ji bo xwe ne tenê axivtin û ne jî tenê pratîk esas wergirtiye. Ev diyalektîk di astek pir bilind xistiye jiyanê. Yê ku welê nêzîkî jiyanê bibe, wê jiyanê qezenç bike. Ji ber ku di armanca Rêber Apo de jî jiyana azad hedef bû. Eger ji bo jiyana azad jî tu tekoşîn bikî netîce werdigirî. Ji bo wê jî wexta ku kadro ket Kurdistanê; her kesî/ê dît ku propagandaya ku dike, axivtina ku dike, pratîka ku pêş dixîne, gav û jiyana ku pêş dixîne wekî hevdu ye.  Hetanî wê demê ew taybetmendî di kadro û tevgerên din de ne dîtibû. Axaftina cûda, jiyana wan cûda bû. Ji bo vê jî bawerî bi wan ne dianîn. Lê dema ku dîtin axaftin û jiyana vê tevgerê wekî hevdu ne, pêk tînin; pê bawer kirin. Gelê Kurd darbeyek mezin ji mêtîngeran xwaribû û ya din jî ji hevkar û xayînên Kurdan xwaribû. Aha PKK li dijî wan her duyan sekinî. Heta got: “Eger li Kurdistanê mêtîngerî heye, di bingeha vê de yên xayîntiyê dikin hene.  Eger ku tu dixwazî li Kurdistanê azadî û demokrasiyê pêş bixînî, divê tu lingê mêtîngeran bişikînî. Ew jî xayînên Kurd in. Ê ev jî di pratîka xwe de ispat kir; li dijî faşîstan sekinî, li dijî xayînan sekinî, hesab pirsî. Ji bo wê tevger bi awayek lez pêşket. Ji ber ku gel dît ku jiyana wan wekî ya wan bixwe ye. Di di navbera jiyana wan de cûdahiyek tuneye. Ji bo xwe jiyan nakin, ji bo xwe derfetek madî çênakin, her tiştê xwe xistine xizmeta gel, azadî û demokrasiyê. Ji bo wan hemû berdêlan didin berçavên xwe. Aha bi vê bawer kirin. Rêber Apo jî dibêje: “Gel ji axaftinê zêdetir hevalan nêrî, li exlaqê wan mêze kir û tekoşîna wan mêze kir, welê bi bawerî bi wan anî, welê erê kir.” Yanê eger tekoşîn pêşketibe; ji ber her kesî/ê tekoşîna ku hat kirin, jiyana ku hat jiyan kirin dît, welê bawer kir. Ev ji bo derve jî ji bo zindanê jî derbasdar e. Ji ber ku gelek tevger di zîndanan de teslîm dibe. Lê dîtin ku tevger çawa derve li dijî dagirker, xayîn, faşîstan sekinîbe û edalet pêkanîbe; li zîndanan jî li dijî dagirkeriyê, mêtîngeriyê disekine, berdêlên giran dide. Aha yê ku taybet li zîndanan teslîm nebûye, tekoşîna azadî û demokrasiyê meşandibe, di nava civakê de tê qebûl kirin. Eger tevger di nava gel de pir bilez pêşketibe, ji ber wê pêşketiye, sedem ew bû. Niha tevgerê çawa ku li Enqerê di navenda dijmin de tekoşîna bîrdozî biawayek xurt meşandin, dema ket li Kurdistanê jî tekoşîna bîrdozî biawayek xurt meşand. Ji ber ku hêza esas bîrdozî ye. Eger bîrdoziya te rast be, tu heqê wê bidi; tu hêz nikarin li pêşiya wê bisekinin. Bîrdoziya vê tevgerê rast bû û tekoşîna ku li ser wî esasî dihat meşandin jî rast bû. Lewma gel bawerî bi vê tevgerê anî, kadro û tevger hembêz kir. Yanê eger tevger pêşketibe, ji bo wê pêşketiye. Eger tevgerên din hemû paşketibin, sedem ew bû. Ji ber ku rastiya dijmin, rastiya civaka Kurd fahm nekiribûn, li gorî wê rêxistinek, tekoşînek pêş nexistibûn.  Aha yekemîn car Rêber Apo ew pêşxist; ji bo wê gel ew qebûl kir, ji bo wê pêşketin çêbû. Wexta kadro yê ku li Enqerê çêbû berê xwe da Kurdistanê jî, tecrubeyên wî/ê tunebûn, nû diket nava tekoşînek mezin û hem jî li Kurdistanê. Ji bo wê jî pêwîstî pê hebû ku bi tevdîr ketiban Kurdistanê. Lewra Rêber Apo wê demê bi hinek tevgerên Kurd re dixwaze li dijî dagirkerî, mêtîngerî yekitiyek Kurdan çêbike. Lê wan gef li Rêber Apo xwarin. Gotibûn ku eger hun vê bîrdoziyê bixînîn Kurdistanê, li ser vî esasî tekoşîn pêş bixînin; em ê lingên we bişikînin. Lewma dema ku Rêber Apo ew pêngav li Kurdistanê pêşxist, ew gef li ber çavan girt, da ku tevger darbe nexwe. Wexta ku ew pêngav hat avêtin; wê çiqas netîce bide, wê di kîjan wextê de encam bide, ne diyar bû. Yanê baweriyek hebû, wêrekiyek hebû, biryar jî hebû, lê em ê çiqas encam werbigirin, dema ku em wergirin jî wê çiqas dem jê re lazim be, ne diyar bû. Pêkan bû ku em darbeyên mezin jî bixwîn. Aha ji bo wê pêwîstî pê hebû ku tedbîr hatiban wergirtin, aha ji bo wê em neketin nava Kurdistanê, me li sînorê Kurdistanê destpêkir. Ji ber eger ku xeteriyek rû daba jî da ku em bikarîn tevgerê biparêzin. Ya din jî pêwîstiya me bi kadroyan hebû, li vê derê jî xwendewan, karker hebûn. Me dikarî em li wan deran hê zûtir kadro çêbikin. Eger em vê derê destpê bikin, em dikarin encam werbigirin. Eger me encam wergirt jî em dikarin pêngavên din jî pêş bixînin. Ji ber ku me dizanî ku gelê Kurd ji dîroka xwe, ji nirxê xwe qutbûye. Ê em jî bê tecrube bûn. Yanê çiqas biryar, wêrekî û baweriya me hebû jî; em jî di tekoşîn de nûbûn, bê tecrûbe bûn.  Eger ew rastî her du gihiştiban hevdu îhtîmal hebû ku em xeteriyê jî jiyan bikin, dibe ku me xeteriyên mezin jî jiyan kiriba. Ji bo vê jî pêwîstî pê hebû ku em tevdîrên wê werbigirîn. Yanê li ser wan esasan ketina me ya li Kurdistanê çêbû. Aha ji ber vê Rêber Apo dibêje: Dema ku min li Amedê bi yekî re diaxivî, texteyek hişk nîşanî min da û got; ‘aha tu vî texte dibînî, aha em wek wî texte hişk bûne. Ji ber vê jî axaftinên te bandor çênakin. Tu dikarî darê hişk şîn biki?’ Yanê dixwaze bêje ku em bûne wekî wî texte. Aha ev rastiyek bû. Yanê gelê Kurd êdî hênaseya xwe ya dawî dida. Ango çawa ku temenê nexweşek giran bi serûm, dermanan ve hinek dirêj dikin, gelê Kurd jî di wê rewşê de bû. Di destpêkê de ji me re digotin; ‘her tiştê we baş e, hun wekî feriştehan in, lê ev pirsgirêk pir mezine, pir zor û zehmetiyên wê hene. Li pêy we eşîret tunin, li pêy we malbat tunin, derfetên we tunin. Ligel ku eşîret hebûn, ol hebûn rabûn lê nekarîn tiştekî bikin, hun ê çawa bikin?  Eqlê wan ne  dibirî. Ji bo vê jî hetanî ku te rastî bi wan dida fahm kirin, te dizanî ku pêwîstî bi wextek pir dijwar heye. Yanê me çawa ku li Enqerê heqîqeta xwe dereng nas kir, li Kurdistanê jî; ji bo em heqîqeta gelê Kurd bi wî bidin fahm kirin, pir wext xerç kir, me ji bo wê gelek zehmetî dît. Aha di netîceya wê de ev gel hişyar bû, rabû ser piyan, bû gelek xweşik û bû neteweyek mînak. Yanê her çiqas tevger di navenda Enqerê de pêşketibe jî, ji bo mezin bûna tevgerê pêwîstî pê hebû ku li Kurdistanê pêş bikeve. Ji ber ku tu bi navê Kurd û Kurdistanê tekoşîna azadî, demokrasiyê rêve dibi. Dibe ku destpêkê ew tov li metropolên Tirkiyeyê hatibe avêtin, lê lazim e ku tu wî tovî li Kurdistanê bireşînî. Yanê eger tu wî tovî li Kurdistanê ne çînî, wê ev tov li Enqerê şîn nebe, netîce nede. Yanê tu dikarî li wê derê teorî, bîrdoziya wê pêş bixînî, heta hinek kadroyên wê pêş bîxînî, lê wê ew hemû li Kurdistanê encam bidin. Eger tu wan li Kurdistanê ci bi cî neki, li ser wî esasî hinek  tekoşîn pêş nexinî, tu nikarî ji bo Kurdistanê tekoşîna azadî, demokrasiyê pêş bixînî. Aha ji bo Rêber Apo dibêje: “Her tişt li ser koka xwe şîn dibe, mezin dibe, pêş dikeve.” Aha koka me jî ne Enqere, Kurdistan bû. Ji bo wê jî lazim bû ku ew keda me li Enqerê pêş xist; me li Kurdistanê cî bi cî kiriba. Yê ku em kiriban tevger ew bû. Aha Rêber Apo ji bo wê israr dikir, ji bo wê li hember astengiyên ku derdiketin bi biryar disekinî da ku wê pêngavê bi tevgerê bide avêtin.

We hinek anî ziman, lê di vegera Kurdistanê de; ji aliyê civakî, bîrdozî, siyasî ve Kurdistanek çawa hebû? Hûn bi êrîşên çawa re rû bi rû hatin û xebatên we, encamên çawa bi xwe re anîn?

Wexta ku em ketin Kurdistanê li pêşiya me gelek astengî hebûn. Hem astengiyên derdorên ku digotin; em welatparêz in, çep in hem jî her çiqas nexweşiyên gelê Kurd hebûn jî, lê baweriyek wî tunebû ku wê carek din ji bo xwe tekoşîn bike. Yanê me astengiyên dijmin fahm dikir, dîsa astengiyên derdorên ku bi navê azadî, demokrasî, sosyalîzmê kar dikin jî fahm dikir, lê eger gelê Kurd baweriya xwe winda kiribe ew ji bo me pirsgirêkek mezin bû. Yanê ji bo wê me hîna di destpêkê de gelek aliyan ve pirsgirêk jiyan kir. Jixwe ji aliyê madî ve jî derfetên me tunebûn, aliyê tecrûbeyê jî tecrûbeya me tunebû. Wekî din jî gelek astengî li pêşiya me hebûn. Aha me ew hemû biîrade, bi îman, bibiryar, bicesaret; lewaz xistin, tevger pêş xist. Me bi şerê bîrdozî ve ji xwe re derfet çêkirin, xwe da fahm kirin, ji wan hinek astengiyan ji holê rakir. Me bi pratîkê astengiyên ku mayîn ên faşîstan, xayînan ji holê rakirin. Ji ber ku me wê demê li dijî faşîst û xayînan taktîk dimeşand. Aha vê ew astengiyên ku li pêşiya tevgerê lewaz xistin, tevger pêş xist. Tevger ji tevgerek bîrdozî derket, ber bi tevgerek polîtîk ve pêşket, hê mezintir bû û ket nava xwendewan, karker, gundî û dikandaran. Tevger her ku diçû li Kurdistanê berfireh bû, xurt bû. Ji bo wê jî ne tenê tevgerek bîrdozî bû, bi wê re dibû tevgerek polîtîk jî. Vêya çiqas pêşketin çêkiriba, ew qas pirsgirêk jî çêdikir. Aha pêwîstî pê hebû ku ew pirsgirêk jî hatiban çareser kirin. Dema ku Rêber Apo dît tevger pêş dikeve, xwest ku vêya hê zêde pêş bixîne. Aha li ser wê esasê ew civîna Dîkmenê çêbû. Wê civînê di dîroka partiyê de cihek xwe ya taybet heye. Hetanî wê demê Rêber Apo tevger dimeşand, lê Rêber Apo got: “Êdî tevger bûye tevgerek polîtîk, ez tena serê xwe nikarim vê tevgerê rêve bibim, pêwîste rêveberiyek vê tevgerê çêbibe. Aha di civîna Dîkmenê de rêveberiyek tevgerê hat çêkirin.  Pratîka hat meşandin hat nirxandin û nîqaşên wekî em ê li ser wî esasî li Kurdistanê pratîkek çawa bimeşînin, çêbûn. Hinek biryar hatin wergirtin. Vê civînê tevgera Kurdistanê hê zêdetir xurt kir, pêş xist. Bandorek welê çêkir. Berê jî Rêber Apo hinek civîn çêkiribû, rastiya tevgerê bi kadroyan dabû fahm kirin û vê civînê jî li ser kadroyan bandor çêkir. Heta wê demê di destê me de kovar, rojname tunebûn, lê hemû hevalan wekî hevdu propaganda dikirin, wek hevdu diaxivtin. Her kes şaş dima û digotin; rêxistinek wan a îlegal tuneye, rojnameyek wan jî tuneye, kovarek wan jî tuneye, lê ev çawa wek hevdu diaxivin. Aha di vê derê de jî Rêber Apo wek tevgerek cûda ev tevger pêş xist. Yanê wekî wan destpê nekir, ji ber wekî wan destpê nekir, lewra tevger neket bin kontrola MÎT û dewletê. Hetanî ku pê hesiyan Rêber Apo tevgera xwe rêxistin jî kir. Yanê xwe ji xeteriyê derxist, ev jî gelek girîng bû. Eger ku PKK pêşketibe, sedemek jî ew bû. Rêber Apo dît ku tevger pêş dikeve, wê çawa wê tevgerê ji polîtîk bûyînê derxîne û bike partiyek, li ser wî esasî disekinî. Çawa ku destpêkê komek bîrdozî ava kir, ew parast, ew pêş xist, gihand komek polîtîk; vê carê jî xwest ku bike partiyek. Li ser wî esasî kar kir. Aha ji bo kadro ji aliyê bîrdozî ve nirxandin pêş xist, pirtûk derxist, kadro perwerde kir, ji aliyê din ve pratîk pêşket ew perwerde kir. Di vê de pratîka pêşketî dijmin şiyar kir, dijmin xwest ku pêşiya wê bigire. Destpêkê bixwe midaxele nekir, bi destê hinek din destwerdan kir. Çima wî bixwe destwerdan nekir? Ji ber ku eger bixwe destwerdan kiriba wê di nava gel de, wê di nava Tirkiyeyê de çawa hatiba fahm kirin? Demek PKK tevgerek mezine ku dewlet li dijî wî disekine, destwerdan dike. Wê ew destwerdan xizmeta PKK’ê kiriba. Aha ji bo ku welê ne fahm kirin hinek kom xist dewreyê, hinek eşîret, faşîst xistin dewreyê. Xwestin bi destê wan pêşiya tevgerê bigirin. Ji bo wê li Dîlokê qetlîama heval Heqî Karer çêbû. Yanê di dîroka me de beriya wê hinek şehadet hebûn, li Enqerê û li Dêrsîmê. Lê şehadeta mezin a heval Heqî Karer bû. Di hevalên xort de şehîdê me yê yekemîn li Tuzluçayira Enqerê, Elî Dogan Yildirim bû. Piştre li Dêrsîmê heval Aydin Gul şehîd xistin. Aha piştî heval Aydin jî heval Heqî Karer li Dîlokê şehîd ket. Di hevalên jin de jî şehîda me ya destpêkê, hevala Besê Anûş e, li Bazarcixê şehîd dikeve. Yanê lazim e mirov wan jî bizane. Ew qetlîama heval Heqî Karer, ne wek qetlîamek normal bû. Bi vê qetlîamê ve xwestin ku dawiya tevgerê bînin. Bi heval Heqî destpê kirin û wê bi Rêber Apo re temam kiriban. Vêya tirsek mezin çêkir, ji bo wê jî hinekan dest ji tevgerê berdan. Yanê tirsiyan. Ji ber ku peyama ku dijmin da li ser wî esasî bû, digot;  eger hun wiha dewam bikin ez ê we hemûyan ji holê rakim. Ji bo wê Rêber Apo jî ew peyam wergirtibû; aha di taybetmendiya Rêber Apo de şehadet, gelek girîng in, hevaltî gelek girîng e. Di partiya ku Rêber Apo avakir de rêgezek esas çiye? Hevaltiye. Tu wê tu caran berevajiya hevaltiyê nekevî; wê mezin jiyan biki û wê mezin jî bidi jiyan kirin. Ev pîvanek e. Yê ku ev di xwe de pêş nexistibe nikare bêje; ez mîlîtanê PKK’ê me. Rêber Apo ji ber hevaltî esas wergirtibû, dema ku heval Heqî Karer şehîd ket, ew şehadet kir bingeha parti bûnê. Heval Heqî Karer welê da jiyan kirin. Ji ber ku ev rêgezek bû. Eger tu ji bo hevaltiyê jiyan diki, divê hevaltiyê jî mezin bidi jiyan kirin û tu wê hevaltiyê bêmirin biki. Aha Rêber Apo ew şehadet kir bingehê ava kirina PKK’ê. Got: “Heqî PKK ye û taybetmendiya heval Heqî jî di PKK’ê de pêş xist. Yanê eger PKK pêşket ji bo wê pêşket. Yek jî wate da şehadetê. Ji bo PKK tekoşînê pêş bîxîne, her şehadetek kir xelekek. Heta wê wextê li Kurdistanê nêzîk bûyîna miriyan hebû, şîn digirtin. Lê Rêber Apo di vê de guhertinek mezin çêkir. Yanê got: “Ji bo kesî/a ku di oxira demokrasî, azadiyê de şehîd dikeve şîn nayê girtin. Tu wê layîqî wî/ê bibî, helwest, hêvî, tekoşîna wî/ê berdewam biki, pêkbînî. Pêwîste nêzîk bûyîn li ser wî esasî be. Vê jî guhertinek mezin di çanda Kurd de çêkir. Ev çandek nû ye, zîhniyetek nû ye. Tevger gihand partîbûnê. Bernameya partiyê nivîsand, belav kir û got divê kadro li ser vê bernameyê nîqaş bike. Yanê tevgerek ber bi partîbûyînê ve diçe û dixwaze vê bi kadro bide fahm kirin da ku xwe ji bo wê amade bike. Çimkî ew pêngava ku dihat avêtin ji kadro tiştên nû dixwest. Eger kadro li gorî wê xwe amade neke wê demê ew pêngav wê vala derbikeve, berevajî bizivire. Ew ji bo wê bû. Rêber Apo hem ew şehadet mezin da jiyan kirin hem li ser wî esasî bername nivîsand û hem jî tevger li ser wî esasî bibe partî jî; gelek civîn çêkir, gelek nîqaş pêş xistin; nîqaşa Elezîzê pêşket, ya Amedê pêşket, wekî din civîn hatin li dar xistin û ev hemû amadekariyên kongreyê bûn. Yanê eger em çûbin kongreyê em welê çûn kongreyê. Wexta ku Rêber Apo ew pêvajo pêş dixist, li Hîlwanê jî heval Xelîl Çavgun hat şehîd xistin. Dema ku afîşên heval Heqî Karer li ser dîwaran dizeliqandin; polîs, faşîst, eşîretek bi navê Silêmanî hebûn, têkiliyên wan bi dewlet û MHP’ê re hebûn, ew bi hev re tevdigeriyan; Hîlwan di destê wan de bû, çi bixwestan dikirin. Dewlet ew bûn. Yanê ji bo ku berteka gel li hember dewletê çênebe, dewletê ew bikar dianîn.  Ango eger bertekek çêbibe, bila li hember wan çêbibe, lê tiştên dikirin jî bi destê wan dikirin. Rewşek welê hebû. Wexta ku afîş tên daliqandin; ew Silêman, polîs, faşîst bi hev re hevalê Xelîl Çavgun şehîd dixînin. Polîsekî heval Şehîd xistibû, piştre ew polîs birin Pirsûsê li wê derê hat tasfiye kirin. Tol welê hat wergirtin. Li Hîlwanê tekoşînek mezin hat destpê kirin. Dema ku ew tekoşîn hat pêşxistin ne çekek tevgerê hebû û ne jî rêxistinek leşkerî hebû. Li dijî faşîst û xayînan taktîkek propagandaya- çekdarî dihat meşandin. Hê zêde kesayet esas wergirtin hebû. Lê li Hîlwanê pirsgirêkên mezin derketin pêşiya tevgerê. Ya wê tekoşîn bikirina, lê ne çek hene, ne rêxistiniya wê heye ne jî tecrube heye; yan jî eger li dijî wan tekoşîn neyê kirin, tevger wê demê xelas dibe. Ji ber ku hetanî wê demê propagandayek girîng heye û pratîkek hatiye meşandin. Di gel de baweriyek çêbûye. Niha heval Xelîl Çavgun ji aliyê hinekan ve hatiye qetil kirin, pêwîste tola wî bê wergirtin. Ji ber civak li benda wê ye, eger tu tola wî hilînî wê bi te bawer bike, lê eger tu ne hilinî wê bi te bawer neke. Yanê ji ber wê dema heval Xelîl Çavgun şehîd ket, ji bo tevgerê pirsgirêkek girîng derket holê; ango wê tevger dewam bike yan wê dewam neke? Çawa ku dema heval Heqî Karer şehîd ket ew pirgirêk derket pêşiya me, wê demê jî derket. Aha ji ber wê Rêber Apo got: “Lazim e li dijî wan tekoşîn bê dayîn.” Hem jî erk da hevalan û got: “Hûn di vê wextê de jî encam bidest bixin.”  Aha ew tekoşîna ku li dijî Silêmanan hat pêş xistin darbeyek mezin li wan ket û şaredarî jî di nav de her tiştê destê wan hat standin û ket xizmeta gel. Gel li Hîlwanê biryar werdigirt, wan bixwe biryarên xwe dixistin mêriyetê. Hîlwan gel rêve dibir, ango her tişt di destê gel de bû. Yanê deshilat ne dewlet û ne jî Silêman bûn, gel bixwe bû; hem bajar û hem jî gund bi hev re rêve dibirin. Cara yekemîn jinek Kurd a bi navê dayîka Dûrê, bû alîkarê şaredar. Ev di dîroka gelê Kurd de girîng e, cihê xwe yê taybet heye. Hem jî Dayîka Dûrê ne xwendibû, ji gel mirovek bû, lê baweriyek pir xurt di wê de peyda bibû. Zilma ku li Hîlwanê dihat meşandin; dîtibû, jiyan kiribû. Her tişt bi çavê xwe dîtibû. Ji bo vê jî di wê de hêrsek pir mezin hebû. Ji bo vê jî dema ku tevgerê xwest tol hilîne, ya yekemîn alîkarî da dayîka Dûrê bû, ya yekemîn car li Hîlwanê di nava gel de xebat meşand ew bû. Ji bo wê gel ew anîn şaredariyê. Vê di zîhniyeta gel de guhertinek mezin çêkir, zîhniyeta ku Rêber Apo dixwest di nav civakê de pêş bixîne li vê derê pêk hatibû. Kurdan di dîrokê de gelek caran şer kiribûn, lê yekemîn car gelê Kurd bêyî desthilatiya Kurd ketibû tekoşînê û di wê tekoşînê de encam bidest xistibû. Ev jî di dîroka gelê Kurd de tiştek nû bû. Aha wan hemûyan jiyanek nû, zîhniyetek nû pêş dixistin. Wexta ku me li Hîlwanê netîce stand, bandora xwe li ser gelek deveran kir. Ango bi Hîlwanê re sînor nema; li ser Riha, Mêrdîn, Êlih, heta li ser Dersîmê wan bandor kir. Hem di kadro de baweriyek pêşket û hem jî di gel de baweriyek pir xurt pêşket. Vê tevger hê mezintir kir. Li Sêwregê Celal Bucak hebû. Xayînê mezin bû. Lê destpêka wan ne welê ye; dijmin ew girtibûn, avêtibûn zîndanê, koçber kiribûn, Celal Bucak bixwe jî ne welê bû, lê teslîm wergirtibûn û kiribûn xayînek. Êdî ji dijmin re dixebitî. Zilma ku li Sêwregê rêve dibir, ji ya Hîlwanê dijwartir bû. Her tişt di destê Celal Bucak de bû. Dewleta Tirk çawa ku siyaseta li Hîlwanê bi destê Silêmanan rêve dibir, lê Sêwregê jî bi destê Bucakan dimeşand. Gel, ne dewlet Celal Bucak didît. Ji ber ku çi çêbiba wî dikir. Tişta ku wan qebûl nekiriba çênedibû, ji bo wê jî lazim bû ku her kesek di xizmetê wan de be. Encax bi vî awayî dikarîn jiyan bikin. Celal Bucak dît ku eger li ser Hîlwanê midaxele neke, wê Sêwereg jî biçe. Ji bo wê xwe amade kir ku êrîş bibe li ser Hîlwanê, da ku Hîlwanê ji destê tevgerê derxîne. Tevgerê ew plan fahm kiribû û eger li dijî Celal Bucak tekoşînekê pêş nexîne, wê nekare Hîlwanê biparêze. Yek jî ji bo tevgerê di nava gel de baweriyek çêbibû. Ê xayînê mezin jî lingê dagirkeran bû; eger tu wî lingî bişikînî, dikarî xiyanetê li Kurdistanê tune biki, tu dikarî azadî û demokrasiyê hê xurtir pêş bixînî. Ji bo wê tevgerê jî ew xist rojeva xwe. Yek jî di rojeva tevgerê de tecrubeyek li Hîlwanê derketibû, hinek derfet jî ketibûn destê tevgerê; ji bo tevgerê xurt pêş bîxîne jî pêwîstî pê hebû ku ji aliyê leşkerî ve jî, hinek gavan pêş bixîne. Aha ji bo pêş xistina tekoşînê jî divê me li Sêweregê propagandaya- çekdarî pêşda biriba, ew jî gihandiba gerîla û gerîla jî li Botanê bicih kiriba. Hedefek jî ew bû. Rêber Apo li ser wî esasî tekoşîn çêkir. Heta li ser bingehê ku wê çawa propagandaya-çekdarî pêş bikeve nivîsand, da destê hevalan û rêveberiyek wê jî hat çêkirin. Erka wan ew bû ku bikarin li Sêweregê tekoşîna çekdarî pêş bixînin. Ji bo tekoşîna çekdarî pêş bikeve jî pêwîst bû ku li wê derê di nava gel de tekoşîn rêve biriban. Yanê divê bingehek civakî çêbiba ku te kariba li ser wê tevgerek çekdarî pêş xistiba. Ji ber vê jî hinek xebat hatin meşandin. Wexta ku me li Sêweregê dest xebatê kir, gelek rêxistinên cûda yên ku digotin; em ji bo azadî, demokrasî, sosyalîzmê tekoşîn rêve dibin hebûn. Lê dijî Celal Bucak ne disekinîn, ditirsiyan. Ji bo wê jî tiştek ne dikirin. Lê dema ku me destpêkir da ku em tekoşînekê pêş bixînin; Celal Bucak dît ku hinek tekoşîn çêdibe û xwest fahm bike ka ev çawa çêdibin, kî/ê çêdike û pêşiya wê jî bigire. Lê Cuma Tak li dijî wî; bi biryar, bi wêrek sekinî. Bavê wî hevalî jî li ba Celal Bucak bû. Wexta ku heval Cuma li parqa Sêweregê li pêşberî Celal Bucak ranabe, dixwazin wî bikujin, lê Celal Bucak dibêje; lazim e, em fahm bikin. Her kes pêşberî min radibe, hûrmet nîşanî min dide ew çima ranabe, ew kî ye? Ji bo wê nahêle ku wî bikujin. Dipirse dibêje; tu kî yî, tu çima pêşberî min ranebû? Aha binêre her kes pêşberî min radibe, hûrmet nîşan dide. Ew jî dibêje; ez ê çima rabim. Celal Bucak welê fahm dike ku ne kesek ji wê derê ye. Dipirse dibêje; tu ji ku derê yî, tu min nas diki ka ez kî me? Ew jî dibêje; erê ez te nas dikim ka tu kî yî, tu Celal Bucak î. Bavê min jî li ba te ye.  Wê demê Celal Bucak li zilamên xwe dizivire û dibêje; em biçin. Yanê rewşê fahm dike. Aha tekoşîna Sêweregê welê pêşket. Hedef Celal Bucak bû, eger darbe wî ketiba, wê yên din şer nekiriban. Ji ber ku li ew netîce li Hîlwanê derketibû. Lê ew çênebû. Yanê hevalan xwestin ku darbe lê bixin, lê heval Salih Qandal şehîd ket û ew çalakiya ku li ser Celal Bucak û zilamên wî hat li dar xistin jî encam bidest nexist; Celal Bucak bi birîndarî rizgar bû. Ji ber wê jî ew şerê ku li Sêweregê hat rêxistin kirin, li ser armanca ku Rêber Apo dixwest ku pêşbikeve, pêş neket. Di wê de hinek kêmasî, şaşitî hatin jiyan kirin. Aha ew şerê ku di navbera Kurdan de, ew şerê di navbera eşîretan de li wê derê jî pêşket. Di nava Kurdan de şerek hatibû pêş xistin, hatibû fahm kirin, ji vî şerî re; şerê kozikan dihat gotin, dewletê ew şer di nava Kurdan de belav kiribû û Kurd welê elimîbûn. Aha li Sêweregê jî ew şerê ku Rêber Apo dixwest ku pêş bikeve, tam pêş neket. Ji ber wê em gelek şehîd jî dan. Rast e, me gelek pêngav jî avêtin, hêza Bucak jî pir lewaz xist, lê armanca ku me da pêşiya xwe tam pêk nehat. Aha wê demê dewletê dît ku eger welê berdewam bike wê nekare pêşiya tevgerê bigire. Lewra biryar da ku ew bixwe midaxele bike. Ji ber ku hetanî wê demê faşîst xistin dewreyê, lê encam bidest nexist; eşîret xistin dewreyê, lê encam bidest nexist; hinek axa xistin dewreyê, lê encam bidest nexist; heta hinek ew tevgerên ku dibêjin; em welatparêz in, sosyalîst in xistin dewreyê, lê bi wan ve jî encam bidest nexist. Ji ber vê jî neçar ma ku ew bixwe destwerdan bike. Eynî wekî Rojava. Li Rojava jî di destpêkê de; El Nusra ajot li ser Kurdan, bi wan netîce wernegirt; DAIŞ ajot li ser Kurdan, lê dema netîce wernegirt ew bixwe ket dewreyê. Ev jî rastiya dewleta Tirk e. Aha Kenan Evren dibêje; ‘dema ku em bi firokeyê li ser Hîlwan- Sêweregê derbas dibûn, min biryar da ku em darbeya leşkerî li dar bixin. Yanê êdî bi vî şeklî nabe.’ Jixwe beriya wê jî pêngavek li Mereşê avêtibûn. Yanê peyamek dabûn gelê Kurd, da ku alîkarî nede tevgerê, dest ji tevgerê berde; eger dest ji tevgerê bernede jî, wê rastî êrîşa Mereşê hatiban. Ew li Mereşê li ser Kurdên Elewî xistin pratîkê. Ji ber ku tevgerê jî destpêkê wê derê; Mereş, Dîlok û li wan deveran dest bi tekoşînê kiribû. Yanê xwestin bi peyamek welê ve tirsekê çêbikin. Lê dema dîtin ku tevger jî, gel jî li Mereşê gav paşda naavêje, dixwazin tekoşînê hê zêde pêş bixînin; vê carê jî biryara darbeyê dan ku midaxele bikin. Dema ku gav bi gav ew pêngava darbeya leşkerî pêş dixistin, Rêber Apo jî gav bi gav pêngava wê çawa tevgerê bigihîne kongreyê, pêş dixist. Ji aliyekê ve jî didît ku amadekariyên darbeyek leşkerî heye; xwest ku çepê Tirkan hişyar bike da dema darbe çêbibe jî, di tevgera wan de qutbûn çênebe, tedbîr bên wergirtin. Yek jî xwest ku bi wan bide fahm kirin, tevgerek bi serê xwe nikare li dijî darbeyê bisekine. Ji bo vê jî pêwîste tifaq çêbibe. Aha tifaqek hem di navbera wan bixwe de û hem jî di navbera wan û PKK’ê de çêbibe da ku  bi vê tifaqê ve bikarin xwe li dijî faşîzmê biparêzin, netîce werbigirin. Lê di wê de jî tu encam bidest neket. Êdî Rêber Apo jî bi hemû hêza xwe ve çû partîbûnê. Ew tekoşîna ku ji bo partî bûyînê rêve dibir gihand kongreya yekemîn.

Kongreya Yekemîn ruh û pîvanên çawa di kadroyan de pêş xist û guhertinek çawa çêkir?

Wexta ku di civînên hat çêkirin de biryar hat hildan ji bo ku em kongre li dar bixin, di wê civînê de jî ew erk dan Rêber Apo. Civîna dawî li Amedê çêbû, di vê civînê de ew biryar hat hildan. Ji bo kongre selamet derbas bibe, tevger darbe nexwe; divê ew kongre veşartî hatiba çêkirin. Divê tu kesî/ê wextê wê, cihê wê, kî/ê tevlî kongreyê bibe nezanî ba. Ji ber wê eger dijmin bizane, wê hem kongre çênebe û hem jî wê tevger darbeyên mezin bixwe.  Aha ji bo ku dijmin pê nehese, kongre bi selamet derbas bibe, wê civînê ew erk da Rêber Apo. Wê Rêber Apo; wext, cih û her tişt amade kiriba. Aha wê demê Rêber Apo heval Ebas, heval Seyfetîn Zogurlu ji bo kongreyê amade kir, hinek erk da pêşiya wan. Wê bi navbeynkariya wan hevalan ve kongre bi nepenî kom kiriba. Ew ji bo me gelek girîng bû. Yanê em ê çûban kongre, gelo em ê wê kongre selametî temam bikin an na? Ev pirsgirêkek cidî bû. Ji ber ku beriya niha hinekan xwestin li Kurdistanê tevger pêş bixînin; lê beriya ku xwe rêxistin bikin û tevgerê pêş bîxînin dijmin pê hesiyabû û beriya ku ew têkevin liv û tevgerê, dijmin ketibû tevgerê û darbeyek mezin li wan xwesti bû. Ji bo vê jî lazim bû ku hemû tedbîr hatiban girtin û em welê biçin kongreyê da ku em darbe nexwîn.  Hem di Rêbertî de û hem jî di hinek hevalan de kelecanek dihat jiyan kirin. Ji aliyekê ve em diçûn kongreyê heyecana wê hebû, lê ji aliyê din ve jî em ê biçin kongreyê pêwîste em darbe nexwîn. Vê jî di me de hinek hof çêdikir. Ji bo ku dijmin pê nehese Rêber Apo ji bo wan her du hevalan amadekarî kir. Divê tenê wan hevalan bizanîba ka wê kî/ê, kîjan mintiqe tevlî kongreyê bibe. Yanê pêwîst bû ku derveyî wan hevalan kesekî/ê; cihê kongre, dîroka kongre û wê kî/ê bê kongreyê nezaniba. Kî/ê lazim e bê kongreyê? Yên di qadan de, di rêveberiyê de cih digirin, yên ku wê derê pratîka esas dimeşînin bihatiban tevlî kongreyê biban. Rêber Apo li ser wî esasî amadekarî dikir. Ji bo hevalên ku ji qadan tên,  hevalan hinek navnîşan diyar kiribûn. Ew heval dihatin wan navnîşanan hevalên erkdar jî ew hildidan û dibirin cihê kongreyê. Ji bo tu kes nebîne, pê nehese. Tê zanîn ku kongre li Amedê navçeya Lîcê gundê Fîsê, çêbû. Yanê me kongre li gundê heval Seyfedîn Zogurlu, li mala wan pêkanî. Ez bi vê wesîleyê hûrmetên xwe ji bo wê malbatê diyar dikim. Bi rastî wê malbatê xizmetek pir mezin ji bo vê tevgerê kir. Hemû derfetên xwe xistin bin xizmetê kongreyê. Hem di kongreyê de û hem jî piştî kongreyê. Dijmin piştre fahm kir, ji bo wê jî întîqam ji wê malbatê wergirt. Gelek ji wan di îşkenceyê de hiştin, kuştin, şehîd xistin, ên ku jiyan kirin jî anîn wê rewşê ku nekarin li cihekî bimînin, jiyan bikin. Hemû derfet ji destê wan derxistin. Xwestin yên mayîn jî teslîm wergirin û li dijî tevgerê derbixînin. Lê yek jî teslîmî wan nebû. Hemû derfet ji destê wan girtin, lê dîsa teslîm nebûn. Yanê ji doza xwe re, ji tevgerê xwedî derketin. Yanê ji bo wê di tevgerê de rolek wan a girîng heye. Lazim e mirov vê bibîne. Her daîm em hûrmetê xwe, mîneta xwe pêşkêşî malbatê bike. Ew jî bi çi dibe? Aha ji ber ku tevger gihişt armanca xwe, me li ser wî esasî tevger pêş xist. Dikarim vê bêjim. Wexta ku Kongreya Yekemîn çêbû, ew her wekî din damezrandina fermî ya partiyê ye jî. Ji ber ku ne partî bû, di partî bûnê de gav diavêt. Ew gav jî bi kongreya damezrandinê yanê ya yekê ve temam bû, gihişt partî bûnê. Rêber Apo wexta ku bername nivîsand, gelek civîn li dar xist, gelek nîqaş pêş xist û xwest ku partî bûnê bi kadro bide fahm kirin. Da ku kadro pirsgirêkê jiyan neke û nede jiyan kirin. Ew ji bo wê bû. Ji ber ku şoreşgeriyek beriya partî bê damezrandin cûda bû, ya dema partî bê damezrandin jî divê cûda be. Heta ku PKK hat ava kirin, bi awayek fermî bi wê nasnamê dest bi xebatê kir; şoreşgeriya ku dihat jiyan kirin şoreşgeriyek ji dil bû. Yanê her kesî/ê biryara xwe dabû, di tevgerê de cih girtibû. Dibe ku tevgerê ji bo wan hinek biryar digirt, lê hê zêde wan kî derê bixwestiban li wê derê dixebitîn. Yanê temamî şoreşgeriyek ji dil bû. Ango bername, stratejî, li gor wê taktîk, li gorî wê rêgez, dîsîplîn zêde tunebûn. Bi bawerî, ji dil, mîlîtaniyek dihat jiyan kirin. Lê Rêber Apo digot: “Hûn hetanî niha welê dixebitîn, lê êdî em dikevin serdemek nû. Em di tekoşîna xwe de pelek nû vedikin. Em dibîn partî. Mîlîtaniya partiyê û ya komê cûdatir e. Êdî mîlîtaniya ku bibe; wê li gorî dil nebe, wê li gorî armanç, xet, pîvan, rêgezên PKK’ê çêbibin. Lazim e ku hûn xwe li gorî amade bikin. Eger hûn xwe li gorî wê amade bikin, hûn ê bikarin partî bûnê pêş bixînin. Welê nebe hûn ê di şexsê xwe de partî bûnê bixînin nîqaşê. Heta hûn ê tevgerê lewaz bikin, bixînin xeteriyê. Çavê hemû gel li vê tevgerêye, ji vê tevgerê bawer kiriye û tekoşîn dike û dixwaze ku ev tekoşîn jî pêş bikeve. Ê wê ev çawa pêş bikeve? Bi partî bûnê. Wê partî bûn ê kî/ê pêş bixîne? Wê kadro pêş bixîne. Ê ew xebata ku beriya partî bûnê hat pêşxistin jî, ew milîtanî jî welê zêde kêr tiştekê nayê, guhertinekê çênake. Dixwest ku vê bide fahm kirin. Li ser wan civînan, nîqaşan pêngava partî bûnê pêşket, kongreya yekemîn kom bû. Di kongreyê de kelecanek mezin dihat jiyan kirin. Yanê em digihiştin kongre û hem jî bi selamet digihiştin kongreyê. Ji bo wê jî heyecanek mezin, çoşek mezin dihat jiyan kirin. Rêber Apo ji destpêkê û hetanî dawî bigiranî kongre rêvebir, lê di dîwanê de cih negirt. Heta hevalan pêşniyar kir ku dîwanê de cih bigire. Lê Rêber Apo got: “Eger ez diwanê de rûnim, ez ê zêde nekarim biaxivim. Bila hevalek din cih bigire da ku ez bikarim biaxivim. Ji bo wê hevalê Xeyrî Durmuş bû dîwan. Yanê tenê wî hevalî di dîwanê de cihê xwe girt. Rêber Apo ji destpêka kongre û hetanî dawiya kongre axivî, nirxandin kir; li ser rewşa siyasî, civaka Kurd, pratîka hat meşandin, gavên ku bên avêtin, partî bûn çiye, mîlîtanê partiyê çiye; gelek berfireh li ser wan mijaran axivî. Xwest ku ew xebata beriya kongreyê ji bo fahm kirina kadro meşand, bi vê kongreyê ve temam bike da ku kadro fahm bike wekî berê wê şoreşgerî, mîlîtaniyê neke. Wê milîtaniyek cidî li ser bername, rêgez, pîvan, nîzam bimeşîne. Ew şoreşgeriya ji dil êdî paş dimîne. Kongre bi serkeftî temam bû. Yanê çiqas Şahîn Donmez, Elî Çetîner xwestin ku kongreyê paşda bikişînin jî, lê Rêber Apo jî, heval Xeyrî û Mazlum jî rê nedan wan. Ji bo wê kongre li ser nirx, nîqaşên ku Rêber Apo kirin pêşket. Gorî wê jî temam bû, gorî wê jî gihiştin hinek biryaran. Rêveberiyek partiyê çêbû. Aha hinek heval hatin hilbijartin, wê hinek heval jî Rêber Apo piştre temam kiriba. Yanê rêveberî bi wî şêweyî hat diyar kirin. Çima ew tedbîr hatin wergirtin? Ji ber ku di kongreyê de nêzîk bûyînên Şahîn Donmez û Elî Çetîner hebûn, ew dan ber çavan. Yanê çiqas nêzîk bûyînên wan vala derketibin jî, lê ew nêzîk bûyîn dan berçavan. Ji bo wê hinek tedbîr wergirtin. Ji ber wê di kongreyê de hinek rêveberiya partiyê derket, êdî jî divê piştre hatiba temam kirin. Yanê bi vî şiklî nêzîk bû. Ew tedbîrek bû. Ango ji bo yê partiyê lewaz dixe nekeve rêveberiyê. Heta kongreya yekemîn şoreşgerî ji dil bû, yanê ji ber wê her kesî xwe pêşniyar dikir. Lê çiqas welê be jî hevalan xwe pêşniyar ne dikirin, berevajî hevalên xwe pêşniyar dikirin. Yanê çandek me ya welê hebû. Lê Şahîn Donmez di Kongreya Yekemîn de li gorî çanda tevgerê tevnegeriya. Çawa ku di pêvajoya komê de hinek hevalan xwe pêşniyar dikirin, wî jî xwe pêşniyar kir. Dema ku wî xwe pêşniyar kir hemû hevalan ew pêşniyar di cih de nedîtin. Lê dijî wê jî ne sekinîn. Ji ber wê Rêber Apo got: “Tu xwe pêşniyar diki, tu ji bo vê erkê amadeyî ku xwe pêşniyar diki, tu dikarî vê erkê pêk bînî?” Got; ‘ez dikarim pêk bînim.’ Rêber Apo jî got: “Madem tu dibêjî ez ê pêk bînim, ez amade me, temam erkê wergire.” Hinek hevalan ji bo rêveberiya navendî, hinek heval pêşniyar kirin. Yek jî wan jî heval Mazlum Dogan bû. Rêber Apo, Mazlum Dogan pirsî û got: “Yanê tu dikarî vê erkê bicih bînî?” Heval Mazlum got;‘min xwe pêşniyar nekiriye. Hevalan ez pêşniyar kirime. Lê madem hevalan ez pêşniyar kirime, divê ez vê erkê bicih bînim. Ez nikarim pêşniyarê hevalan bidim aliyekî, ez nikarim erkê partiyê bidim aliyekî. Ji ber ku erkê vê partiyê, wê hevalên vê partiyê pêk bînin. Ji ber ku heval jî erk didin mirov, pêwîste mirov heqê wê erkê bide. Mirov nikare bêje ez ne amade me, ev di PKK’ê de nabe. Divê mirov ji bo hemû erkan jî amade be. Dema ku partiyê erk da te tu nikarî hincet nîşan bidi. Tu ne amade jî bî, divê xwe amade biki wê erkê pêk bîni. Aha vê derê heval Mazlum Dogan xwest ku hinek heqîqetê PKK’ê bi hevalan bide fahm kirin. Ew ji bo wê girîng bû û piştî kongreyê hilbijartin jî çêbûn; hinek heval ketin navendê. Piştre hejmar temam bû, rêveberî çêbû û di nav rêveberiyê de jî karbeşî çêbû. Li ser wî esasî parti kar dikir. Yek jî wexta ku kongre çêbû, biryara partîbûnê pêşket, divê partî xwe îlan kiriba. Wê ew jî bi çalakiyekê çêbiba. Ji ber rastiya PKK’ê ew dixwest. Yanê tevgerek şoreşgeriye, tevgerek azadî û demokrasiyê ye, tekoşînek pir mezin dimeşîne. Lewra divê partî bûna xwe bi çalakiyekê îlan bike. Ji bo wê jî li Sêweregê amadekarî dihatin kirin. Me wê bi tekoşîna Sêweregê ve, bi çalakiyek li hember Mehmed Celal Bucak ve, partîbûyîna xwe îlan kiriba. Welê jî çêbû. Eger heval Mehmed Karasungur tevlî kongreyê nebûye, ji ber wê tevlî nebibû. Heval Kemal Pîr wê tevlî kongreyê biba, lê ji ber ew hatibû girtin, lewra tevlî nebû. Kongre bi vî awayî temam bû, bi selamet dawî bû. Erka xwe bi giranî pêkanî. Aha ya girîng ew bû ku yên hatin tevlî kongreyê bûne, divê bi selamet gihiştiban herêmên xwe û dest bi xebatê kiriban. Ew jî ji bo tevgerê gelek girîng bû. Hemû tedbîrên ku Rêber Apo ji bo kongreyê, dema kongreyê, piştî kongreyê pêş xistin netîce dan. Kongre selamet çêbû û ketina nav pratîk jî bi selamet çêbû. Li ser çalakiya Sêweregê îlan kirina PKK’ê çêbû, lê çalakiya çêbû wekî min got; tam encam negirt, lê her çiqas encam negirtibe jî bi wê xwe îlan kir. Vê bandorek pir mezin li ser kadro, gel, derve jî çêkir. Çawa ku em ew kesên tevlî kongreyê bûn, me çoşek mezin jiyan kir; tevahî kadroyan jî çoşek mezin jiyan dikirin. Tekoşîna ku me pêş dixist me gihandibû astek bilind. Vêya baweriyek hem di tevgerê de û hem jî di kadro de çêkir. Ji bo wê jî hê zêde dest bixebitê kir. Jixwe gel jî dixwest ku di tekoşînê de cih bigire. Ê wexta ku partiyê xwe îlan kir, baweriya gel jî hê xurt çêbû. Hê zêde di nav tekoşînê de cih girtin, guh dan partiyê ka partî ji bo wan çi dixwaze, ew dikarin çi bikin; benda wê sekinîn. Partiyê çi da pêşiya wan jî yekser pêk anîn. Baweriyek welê xurt di nav gel de jî çêbû. Wexta ku partî îlan bû, qada navnetewî pê hesiya ku ew Kurdistana digotin nîn e, Kurdên ku digotin nîn e; dîtin ku Kurd jî heye û Kurdistan jî heye. Kurdan êdî xwe îlan kirine û hem jî bi partîbûnekê ve di azadiya xwe de israr dike. Tekoşînek mezin dide pêşiya xwe û tesîrek welê li ser wan çêkir. Ji bo wê jî Kongreya Yekemîn hem li ser kadro hem li ser gel û hem jî li ser qada navnetewî bandorek mezin çêkir.