Bayik: Êrîş û topbarana li hemberî Kîlîsê karê Erdogan e!
Bayik diyar kir, rêya muzakereyê ji azadî û berxwedanê derbas dibe û got, "Bila kes xwe nexapîne, nekeve nava bendewariyan û xwe bi rêxistin bike."
Bayik diyar kir, rêya muzakereyê ji azadî û berxwedanê derbas dibe û got, "Bila kes xwe nexapîne, nekeve nava bendewariyan û xwe bi rêxistin bike."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik da xuyakirin, ku topbarana li hemberî Kîlîsê planê Erdogan e. Bayik her wiha destnîşan kir ku di nava şert û mercên heyî de muzakere û diyalog nabe û ji her kesî xwest, berxwedanê bixe rojeva xwe. Bayik diyar kir, rêya muzakereyê ji azadî û berxwedanê derbas dibe û got, "Bila kes xwe nexapîne, nekeve nava bendewariyan û xwe bi rêxistin bike." Bayik bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê û got, "Berxwedana lehengî ya YPS û YPS Jinê, rastiya Erdogan û AKP'ê raxistiye pêş qada navneteweyî."
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, di bernameyeke televîzyona MED NÛÇE de axivî.
'DI NAVA VAN ŞERT Û MERCAN DE MUZAKERE Û DIYALOG NABE'
Bayik têkildarî êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê got, "Ya ku li Bakurê Kurdistanê li gel, li cenazeyan, li şehîdgehan, li bajaran hatiye kirin, ne kêmî Kobanê ye, jê girantir e."
Bayik diyar kir, divê her kes rê û rêbazên mezinkirina berxwedanê bixe rojeva xwe û ev nirxandin kir: "Di nava van şert û mercên heyî de, muzakere li aliyekî, diyalog jî nepêkan e. Bi tevgereke çekê deyne û bêrêxistin bê hiştin re ti kes muzakereyê nake. Rêya muzakereyê ji azadî û berxwedanê derbas dibe. Erdogan bi awayekî vekirî dibêje; 'tiştekî bi navê muzakereyê nîne'. Muzakere di nava şert û mercên tinekirinê de pêk nayê, di rewşa heyî de diyalog jî nepêkan e. Gotinên muzakereyê bi temamî ji bo xapandinê ne. Ji vê kêliyê û pê ve bila kes guh nede vê gotinê. Divê berxwedan were xurtkirin. Li holê rewşeke muzakere li ser bê kirin nîne; plana tinekirinê, plana têkbirinê heye. AKP tê wateya meşandina şerê psîkolojîk. AKP ji ber ku li hundir û derve tengav bûye, giraniyê dide ser şerê psîkolojîk."
Bayik da zanîn, ku pirsgirêk bi tenê bi têkoşîna li nava parlamentê ve çareser nabe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev rejîm naxwaze pirsgirêk bi rêya siyaseta demokratîk were çareserkirin. Çawa ku darbe pêk anîn û 80 parlamenter daxistin 60 parlamenteran, niha jî dixwazin wan 60 parlamenteran jî ji holê rakin. Eger Erdogan û ekîba wî îro HDP'ê, HDK'ê hedef digire, sedema vê yekê berxwedana wan e. Li Tirkiyeyê mûxafeta rasteqîn ji aliyê HDP, HDK û hêzên demokrasiyê yên bi wan re tevdigerin ve, tê kirin. Rêya bi tenê; xwe bi rêxistinkirin û berxwedan e. Bila kes xwe nexapîne, kes nekeve nava bendewariyan. Bila her kes xwe bi rêxistin bike. Beriya her tiştî divê her kes xwe ji vê zîndanê derxîne. Ev yek bi perwerdeyê, bi rêxistinbûyînê û bi berxwedana li dijî dîktatoryayê dibe. Kurdistan bi temamî veguheriye zîndaneke vekirî ya TC. Her kes di zîndanê de ye. Bila kes xwe azad nehesibîne. Li hemberî vê yekê, girîng e xweparastin bi her awayî ji aliyê civakê ve bê meşandin. Hewce ye her mirov xwe bi rêxistin bike."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, çawa ku DAIŞ li dijî yên li derveyî xwe her tiştî mubah dibîne, Erdogan jî li dijî Kurdan her tiştî mubah dibîne ku bike. Bayik got, "Cenazeyên jinan tazî dikin û teşhîr dikin. Li hemberî vê yekê deng ji kesî dernakeve; ji bliî hêzên demokrasiyê. Li holê, rewşeke ji ya Kobanê dijwartir û girantir heye. Sivîlan, sewalên wan qetil dikin. Cenazeyan dişewitînin û parçe dikin."
'BERXWEDAN PLANA TÊKBIRINÊ TÊK DIBE'
Bayik got, "Li cihekî ku Cizîr lê qewimî, ji bilî berxwedanê divê tiştek nekeve hişê mirovan" û ev peyam da:
"Yê ku Serokkomarê xwe, fermandarên xwe yên hêzên çekdarî dikuje, dikare her kesî bikuje! Di rewşeke bi vî rengî de kî dikare ji PKK'ê bixwaze ku çekê deyne? Di nava mercên tinekirinê de muzakere li aliyekî, diyalog jî nabe. Ancax bi berxwedanê, bi pêkanîna azadiyê bibe. Heta ku berxwedan neyê bi ser xistin, şert û mercên muzakereyê nafire. Ti kes wê nikaribe xwe ji polîtîkayên tinekirinê rizgar bike! Divê berxwedan bê xurtkirin. AKP dixwaze berxwedanê bêwate bike. Li naverastê plana tinekirinê heye... AKP dixwaze her kesî bixe nava bendewariyê û bi vî rengî plana têkbirinê bi ser bixîne! Lê plan têk çû.
Berxwedana bi lehengî ya YPS û YPS Jinê, rastiya Erdogan û AKP'ê raxist pêş çavên qada navneteweyî.
Ev rejîm naxwaze pirsgirêk bi rêya siyaseta demokratîk were çareserkirin. Divê mijarê de girîng e kes xwe nexapîne.
Rêya yekane, berxwedan e. Bi xurtkirina piştevanî û parvekirinê re divê bi rengekî rêxistinbûyî xwedî li xwe û gel bê derketin.
Divê kes xwe bi xwe bi rêxistin bike û li benda kesî nesekine."
'KÎLÎS KARÊ ERDOGAN E'
Bayik êrîşa bi top û roketan a li hemberî Kîlîsê jî nirxand û got, "Roket û topên davêjin Kîlîsê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê plankirin û bicihanîn. Divê gelê Tirkiyeyê bi vê zanibe."
BANGA LI BAŞÛR
Bayik da xuyakirin ku Tirkiye û Sûriye li Cezayîrê hevdîtin kirine, ev hevdîtin dişibe hevdîtina 1975'an û got, "Divê li dijî TC a li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkan dafirîne bê sekinandin û têkiliya bi berxwedana Bakur re were xurtkirin. Kurdê li hemberî vê dengê xwe dernexîne, Kurdbûna wî bi guman e. Divê gel û rêxistinên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşanî nameyên TC bidin. TC wê bajaran bişewitîne û xera bike, bi sed hezaran kesî koçber bike, mirovan qetil bike, cenazeyan parçe bike û wê li hemberî vê bêdeng bimînin! TC a ku name ji PDK û YNK'ê re şand, ji bo cîhana rojava bixapîne ev kiriye. Mîna ku 'vaye navbera min û Kurdan baş e' nîşan bide û rojava bixapîne."